Seregola Intabê
10 Wênesaz 10 Tablo

1. Girl with a Pearl Earring (Keçka Guharbimorî), Johannes Vermeer
Johannes Vermeer, wênesazek Alman e û piştî mirina xwe tê naskirin. Di sedsala 17an de tabloya xwe yê herî biserketî “Keçka Guharbimorî ye”. Di tabloyê de bêgunehîya keça xama, nêrînên wê yê balkêş û guharên mirwarî bal dikşîne. Ev tablo niha li Hollandayê, di Galerîya Maurîtshûîs de tê pêşandin.

2. Guernîca, Pablo Pîcasso
Mijara vê tabloyê, bombebarana Nazîyên Almanî ne ku dema Şerê Navxweyî ya Spanyayê de berdane ser Guernîcayê ku bajarek Baskê ye. Guernîca, trajedîyên şeran û bandora wanên li ser însana nîşan dide. Em dikarin hinek li ser çîroka wê bisenin:
Di sala 1937an de li Spanyayê di bin îdareya Francîsco Franco şerek navxweyî dertê. Adolf Hîtler û Benîto Mûssolînî jî pişta Franco dikin. Nîjadperestên ber destê Franco dikevine herema Hikumeta Komarê. Hikumeta Baskê dest bi parastina herema xwe kir. Guernîca ji bo erîşa Franco xwedîyê cîhek stratejîk bûye û yên ku ji îdareya faşîst ya Franco direvîyan dihatine Guernîcayê. Ji ber ku navbera wan baş bûye, Franco ji Hîtler dixwaze ku çekên xwe yên teze li ser Guernîcayê biceribîne û bombebaran bike. Rojek ku bazara bajêr saz dibe, balafirên Hîtler sê seeta Guernîcayê ku xwedîyê ti parastinek leşkerî nebûye, bombebaran dike. Gorî danezana Hikumeta Baskê, en hindik 1.654 mirî û 889 birîndar çêdibe.
Di wan salan de Pablo Pîcasso li Parîsê bûye û ji ber êşa ku ji vê bûyerê hildaye di 15 rojan de tabloya Guernîca çêdike.
Tablo di 11ê Tîrmeha 1937an de di Fûara Parîsê, li ber derê avahîya ku Spanyayê temsîl dike tê pêşandin. Tablo piştî Parîsê dibin DYAyê. Pîcasso heta ku sazûmana faşîst ya Franco li Spanyayê paqiş nebe naxwaze ku tablo here Spanyayê. Piştî wexta faşîzm hildiweşe, komar saz dibe û di sala 1981an de Guernîca diçe welatê xwe lê Pîcasso nagîhîje wan sala, beyê ku Guernîca li welatê xwe bibîne jîyana xwe ji dest dide.
Serbazek Nazî ji Pîcasso dipirse, dibê: “Evî te çêkir?” Wênesazê bi nav û deng wiha lê vedigerîne: “Naxêr, we çêkir!”

3. The Starry Night (Şeva Bistêrk), Vincent Van Gogh
Van Gogh wênesazek naskirî yê Hollandayê ye. Ev tablo dîmena bajarê Saînt Rêmy de Provence ye ku ji pencera sanatoryûmê ve dixûyê ye. Niha li Mûseûm of Modern Art (MoMA) yê tê pêşandin.
Tablo di sala 1889an de çê bûye. Dîmen, ya pencereya nexweşxaneya akilan e ku Van Gogh demek tê de maye. Lê divê were gotin ku dîmen bi serdanpê reel nîne, ji ber ku wek darê selvî, qubeya kilîseyê ku dîmena rastî de tunebûye dixwûyên, hêza heyalî yê Van Gogh dide der.

4. The Kiss (Ramûs), Gustav Klimt
Gustav Klimt ji Vîyanayê ye û sazûmankarê koma Wîen Sezessîonê ye. Vî tabloya xwe di sala 1908an de temam dike. The Kîss (Ramûs) tasvîra cotek ku ji dervayê zeman û mekan de hevdiramûsin e û karektera Gustav Klimt dide der. Niha li Avûstûrya, li Vîyanayê di Galerîya Belvedere de tê pêşandin.

5. The Scream (Qêrîn), Edvard Munch
Wek “qêrîna xwezayê” jî tê zanîn û wênesazê xwe Edvard Mûnch ji Norvecê ye. Ji çar tabloyan yek e. Versiyona ewil ya boyaxa birûn e û di sala 1893an çêbûye, niha li Osloyê di Galerîya Neteweyî de ne. Versîyona pastel ku di heman dîrokê de çêbûye û yên din ên ku birûnin di sala 1910an de çêbûne, dîsa li Osloyê di Mûzeya Mûnch de ne.

6. Mona Lîsa, Leonardo Da Vîncî
Berhemê herî bi nav û deng ya wênesazê mezin Leonardo Da Vîncî ye ku îro li Parîsê, di Mûzeya Louvre de, di bin camek ku gule jê derbas nabe de tê pêşandin.
Tê gotin ku Mona Lîsa qîza tucarekê Floransayê ye û wêneya xwe li ser sîparîşê di sala 1503an de li Floransayê çêbûye.
Tiştê herî bibandor ya di tabloyê de jîrîya Mona Lîsa ye. Wekî ku dijî li ber çavan diguhure û her carê ku meriv lê dinhêre bi cûdayîyek din dixwîyê. Mona Lîsa xwedîyê îfadeyek ku him dikene ye him jî bi giranî û sarbûnî li meriv dinhêre ye.

7. The Last Supper (Şîva Dawî), Leonardo Da Vîncî
Mijarek sereke ye ku ji alî wênesazên Ronesansê gelek cara bikarhatîye. Îsa, berîya ku bikeve destê eskerên Romayê, bi hewarîyên xwe ve di şîva dawî de ye. Şîva Dawî, piştî Mona Lîsayê berhemê herî naskirî ya Da Vîncî ye. Da Vîncî, di sala 1495an de destpê kirîye, di sê salan de temam kirîye.
Di vê berhema Da Vîncî de, dema şîva dawî di her çar Încîlan de jî cîh girtîye. Îsa, berîya roja ku wê rastî îxaneta hewarîyek xwe were, şevek berê bi hewarîyên xwe ve li ser sifra şîvê ye. Îsa li ser sifrê dide zanîn ku haya wî ji îxaneta hewarîyek xwe heye. Şaşî û tirsa hewarîyan ku di wêne de dixwûyên, ji ber vê danezanînê ye.
Şîva Dawî, di ti mûzeyan de nayê pêşandin. Wêne li Mîlanoya Îtalî de, li ser dîwarê manastirek de ye û ji ber dirêjayî û berayîya xwe transfera wê bêîmkan e. Her çiqas li ser dîwar çêbûbe jî nefresk e.

8. The Birth of Venus (Zayîna Venûs), Sandro Botticelli
Bedewîya bandorker ya Venûs ku ji qalikê behrê çêbûye, berhema herî naskirî ya Sandro Bottîcellî ye ku di sala 1484an de xêz bûye. Bi serêberîyên xwe yên dewlemend ve wek hezîneyek herî bi rûmet ya Ronesansê tê qebûlkirin. Li Floransayê, di Galerîya Ûffîzî de tê pêşandin.
Gulên di tabloyê de, Venûs sembolîze dikin. Gorî Mîtolojîya Yûnan, Kronûs, bavê xwe Ûtanûs xedim dike û organa mêranîya wî diavêje behrê. Li ser vî behr dol digre, Venûs dizê û li ser qalikê behrê bilind dibe.

9. The Creation of Adam (Afirandina Adem), Michelangelo Buonarroti
Michelangelo Buonarroti, hunermendê herî girîng ya Ronesansê ye ku di hêykel û wêneyên xwe de însanê îdeal teswîr dike. The Creatîon of Adem (Afirandina Adem) de salix dide ku Yezdan jîyan pifê Adem dike ku gorî ola Xaçparêzan e. Di vê berhema girîng de dide zanîn ku Yezdan, Adem bi sûretê xwe ve afirandîye.
Ev berhem di navbera salên 1508-1512an de, li ser arûka Şapela Sîstîneyê de wek dekorasyonek çêbûye û mînaka hunera herî bilind ya Ronesansê ye.

10. The Persistence of Memory (Cehda Xêvê), Salvador Dalî
Tabloya Salvador Dalî ku di sala 1931an de çêbûye. Salvador Dalî, ku Katalanê Spanyayê ye, nimînêrê herî girîng ya surrealîzmê ye. The Persistence of Memory (Cehda Xêvê) mînaka herî pêşketî ya vê tevgerê ye. Di vê sembolîza seetên ku dihelin de, wênesaz, têgîhana neguhurandinê û işkbûna zeman protesto dike.
Tablo wek Seetên Nerm û Seetên Dihelin jî bi nav bûye. Niha li New York Cîty Mûseûm of Modern Art (MoMA) yê de tê pêşandin. Tê gotin ku Dalî vê tabloyê bi 250 dolarî firotîye.