Seregola Intabê

11 Xelat 11 Roman
Xelata Nobelê, xelalek bi prestîj e ku li ser wesyeta Alfred Nobel, di beşên fizîk, kîmya, wêje, aşitî, aborî û bijîjkîyê de, bi armanca kesên ku hizmeta însanetîyê kirine bi xelat bikin, tê dayîn. Xelata yekemîn ya Nobelê di sala 1901î de xwedîyê xwe dîtîye.
Em di vê nivîsê de 11 nivîskarên girîng yên ku xelata edebîyatê wergirtine û romanên wan yên ku bûne sedemê xelatê bi we didin nasîn.
- Knut Hamsun (1859 – 1952) – Birçîbûn
Nivîskarê Norvecî ye û di sala1920an de xelat wergirtîye. Birçîbûn, romana wîya yekem e. Roman hin taybetîyên otobîyografîk nîşan dide û bi monolog e. Li ser portreya nivîskarek xort disene ku hewl dide bêyî rûmeta xwe winda bike li dinya edebîyatê de li ser pêyên xwe bisine. Wek mînaka yekem ya edebîyata psikolojîk tê nîşandin.

“Û hêrs di hundurê min de teqîya. Li merivên bêdeng ku li ser peyarê de dimeşîyan diketim û lêborîn nedixwest. Camêrek sekinî, ji ber tundîya min bi dengek işk xeyîdî. Tiştên bêmene di guhê wî de qêrîyam, min kulma xwe da ber pozê wî, paşê bi kerbek xurt ve, bi hişkîhol dîsa ketime rêya xwe. Mêrik gazî polês kir. Û min idî çi dixwest, xêncî bidestxistina polêsek. Ji bo ku polês bigihîje min, min gavên xwe giran kir.”
- Pearl S. Buck (1892 – 1973) – Dayîk
Pearl S. Buck, yekemîn nivîskara Amerîkayî ye ku Xelata Edebîyatê ya Nobelê hilda ye. Dayîk, li ser jîyana jinek tenê ku di quncek dûr ya Çînê de dike li ser pêyên xwe bisene, di waxtên zû ya belavbûna komunîzmê de, fedakarîyên ku ji bo zarên xwe dike, rêyên serîderxistina bi tenêtîyê re, sekna wê yê li hember kurtûpistên gundek piçûk, bi zimanek ji dilûcan û sade hatîye nivîsandin.

“Çavên wê yên reş di îşiqê de dibiriqî. Ew çavan di bin bêrîyan de rakêşayî û zelal bûn. Ji bo vê bedewîyek wê zêde tunebû, lê halêk wê yê ku tiştên wek qencîyê, him jî biagir, zindî, azwerî dianîne bîra meriv hebû. Meriv ku li vî rûyê dinhêrî, him jinek bihêrs didît, him jî jineke ku dilovanî û qencîyê nîşanê kalemêrê li cem xwe dide û him jî biagir û xwedîyê xulqek ku diklare bibe dayîk didît.”
- Hermann Hesse (1877 – 1962) – Lîstika Morîyê
Lîstika Morîyê, ji bo karkirina xelatê ku Hermann Hesse di sala 1946an de hildaye, xwedîyê parek mezin e. Bi senteza felsefeya Rohilat û Rojavayê çêbûye û di paşplanê de remana Çînê xwe dide hesîn ku di dinya Rojavayê de xwedîyê mînakên kêm e.

“Bi qasî ku tê bîra me, di serdema kevin ya împaratorîyê de, di jîyana dewlet û qesrê ya Çînê de, rolek pêşeng ya muzîkê hebûye. Muzîk, wekî hebûn û dewlemendîyê hatîye dîtin, bi kasî hêjayîyên çandî û normal qîmet hildaye, heya bûye beranberê hebûn û dewlemendîya imparator. Perwerderîya muzîkê baş were kirinê meriv pê mezin dibe, nefs pê bedew dibe.”
- André Gide (1869 – 1951) – Qelpezan
André Gide, nivîskarek herî girîng ya Edebîyata Hemdem a Fransî ye. Di sala 1947an de xelat wergirtîye. Fikra sereke ya Qelpezanê, dibê kê dixwaze bi temamî bigihîje bextewarîyê û tema jîyanê bidest bixe, ne kevneşopîya, divê guh bide dengê dilê xwe. Pîvana herî girîng ya exlaqa civakî û ferdî dilgermî û xwenasî ye. Gide, di Qelpezanan de li hember exleqa kevneşop, cihêrengî û xweşdîtîya civakî û azadîya ferdî diparêze.

Lorem ipsum dolor sit amet, consectetur adipiscing elit. Ut elit tellus, luctus nec ullamcorper mattis, pulvinar dapibus leo.
“Ti car wek guman dikim nînim. Bi ser de heyîya ku ji min wetrî ez im, diguhure. Herwiha gelek caran, ku ez berhev nekim, heyîya min ê sibê, wê ya êvarê nas neke. Ti tiştek qasî min ji min cûdatir nabe. Lê carna gava ez dinivîsim bi kûrahîyan dihisim. Dilê min bi hestîyarên nêzîktayîyê ve lêdide. Lê bi yê din ve dijîm, dikevim dewsa yê din, heya bi yê din re dibim yek. Afirîdeyek wiha, yê pê re were zevacê nîne. Ez evî çawa ji Laura re bibêjim?”
5. Ernest Hemingway (1899 – 1961) – Kalemêr û Behr
Kalemêr û Behr di 1951an de diweşe û sê sal şûn de, 1954an de Xelata Edebîyatê ya Nobelê werdigre. Kalemêr û Behr, behsa mesîvanek Kûbayê dike ku bi masîşûr re têdikoşe. Romana karkirin û windakirinê ye. Hemingway dibêje mesîvanê kalemêr, zarok, behr, masî û masîşûr rastîn e. “Lê eger min bikaribîya bi têra xwe wan baş û rastîn nîşan bida, wê tiştên hê zêdetir bigotana. ” Hemingway, ji ber alkolê tendirustîya xwe yê ruhî û fizîkî winda dike û di sala 1961an de, di mala xwe de, xwe dikuje.

“Ba teze dibû, dişiqitî diçû niha. Tenê li alîyê serî ya mesîyê dinhêrî, dest bi gumanê kiribû. Bêgumanî gune ye, ez bawerim. Fikirî, wek guneyan berde niha. Berîya ku guneyan hilde ber çav gelek pirgirekên din ku divê niha bifikire hene. Wekî din tiştek ji wê fehm nakim. Tiştek fehm nakim, jixwe ji bawerîya xwe jî bêşik nînim. Belkî gune be kuştina masîyê. Waxtê bi zindî bû min jê hez dikir, piştî ku min kuşt jî min jê hez kir. Êê heger tu jê hez dikî kuştina wê gune nîne. Yan hê zêde gune nebe?”
- Yasunari Kawabata (1899 – 1972) – Welatê Berfan
Yasunari Kawabata, nivîskarek ji yên herî girîn yên Edebîyata Japona ne. Welatê Berfan di 12 salan de temam bûye û behsa têkilîya mêrek zewicî û bajarî ya bi geyşayek ku di gundewaran de mezin bûye dike.
Herema ku ji re Welatê Berfan tê gotin, li rojavaya Tokyo ye û dirêjê Behra Japona dibe. Roman di vê heremê de derbas dibe. Ev roman di sala 1968’an de Xelata Nobelê karbidestê Yasunari Kawabata dike. Lê Yasunari Kawabata, di sala 1972an de bi gazê ve xwe dikuje. Hat gotin ku sedema xwekujîya wî xirabbûna tendurîstîyê, têkilîya eşqek nemeşrû û xwekujîya hevala wî Yukio Mişima ye.

“Bedewîya di lêvên jinikê de hevalê bedewîya bedena wê bû. Çavên şil û biriqî, ewê dişiband qeçek xama. Pudra xwe nedabû. Wekî rengê çîyê ketibû ser cîlaya geyşa. Çermê wê weke pîvazek nû veşelandî yan jî weke leylangek nû vekirî bizindî bû û heta sitûyê wê pembeyîyek sivik hebû. Ev çerm berîya her tiştî pîrûpak bû. ”
- Gabriel García Márquez (1927 – 2014) – Tenêtîya Sedsalî
Gabriel García Márquez ê Kolombîyayî, gava ku Tenêtîya Sedsalî nivîsîye, xwestîye tevahîya tiştên ku zaroktîyê de bandor lê kirine pêşkeş bike. Armanca wî ewbûye ku di malek tengavî de xwûşka xwe yê ku xwelîyê dixwar, pîrka ku bi pêşerojan dihisîya û zaroktîya xwe yê ku di nav birek eqrebeyan de derbas bûye binvîse. Márquez gelek di bin tesîra çîrokên ku ji pîrka xwe bihîstîye de maye. Tenêtîya Sedsalî’yê di demek ji du salan hindiktir de nivîsîye lê berîya nivîsê bi kasî deh panzdeh salan li ser fikirîye. Gabriel García Márquez bi vê romana sereke ve di sala 1982’an Xelata Nobelê wergirtîye.

“Serheng Aureliano Buendia demek dirêj bi xwe ve nehat. Terka masî girtinê kir. Bi zorî çend qot nan dixwar û betanîya xwe kaş dikir, ji hêrsê diranê xwe dişidand, wek xewgeroka di nav mal de digerîya. Piştî sê meha porên wî gewr bûn. Simbêlên wî yên ku berê bipakî birûn dikir niha li ser herd alîyên lêvan de daliqîbûn. Lê çavên wî, wekî ku waxtê bibû ewên ku dîtibûn şaş mabûn, dîsa wisa biagir û alav, taybetîya xwe yê wek komir destxistibû.”
- Necib Mahfuz (1911 – 2006) –Sêcareya Kahireyê
Necib Mahfuz wek Balzac’a Rojhilata Navîn tê nasîn. Di berhemên xwe de welatê xwe Misirê wek hûrbijerîya belgeyî pêşkeş dike. Berhemên wî taybetmendîyên tasavvûfî dagirkirîne û li ser dad, zulim, azadî, qûltî, zanîn, ol, şer û aşitîyê disene. Xelata Nobelê di sala 1988an de sitandîye. Lê li ser karbidestîya wî ya Nobelê gelek gotûbêjên polîtîk jî hene.

“Jinik, belkî ji ber ku mêrê xwe hez dikir, ji sitranên kevin zêdetir hez dikir. Kenîya. Şahîya ku bi lehzek di çavên mêrkî de xûya bibû, cîhê xwe ji valahîyê re hîşt. Bextewarîyê idî bêteklîf bidestnedixist û hestîyên wiha te digot zû tirş dibûn. Tiştê ku wî ji xewnên bextewar şîyar dikir, divêtîya rûbirûyî ya rastîyan bû. Paşeroj tenê xewn bû.”
- José Saramago (1922 – 2010) – Korbûn
José Saramago nivîskarê Portekîzî yê binavûdeng e û endamê herî girîng ya herka rastîxwazên bisêhr e. Xelata xwe di sala 1998an de distîne û navdarîya wî saya romana Korbûnê ye. Korbûn, bi erebe ajaotina merivek ku gava di îşiqên trafîqê de disene kor dibe ve destpê dike.
Korbûna mêrkî derbasî dixtora ku serî lê daye dibe. Ev korbûn wek nexweşîyek şobayî li her kesî dikeve. Kujer nebe jî hemû hêjayîyên etîk tune dike. Civak bi çavê nedî ve dibe şahidê dorketin û kujarîyan. Di bajara terikî de yê ku ji korbûnê xilas bûye tenê jina dixtorê çavan e.

“Jina wî çû cem, desmala bixwîn dît, nîyeta xirab ya di hundurê wî de ji nişkê ve winda bû, bihestên berketî jê pirsî “rebeno, çi bi te bû wiha,” alîk ve jî bandajên ku bi ecemîtî çêbûye vedikir. Di wê lehzê de mêrik gelek xwest ku gava çavên xwe veke, jina xwe yê ku li ber lingê wî çok danîye bibîne lê bi bawerîya ku wê carek din bi çavên xwe jina xwe nebîne ve çavên xwe vekir. “Axirîyê de hişyar bûyî, gidî xewarê qert” got jinik biken. Bêdengîyek çêbû û mêrik got, “ez kor bûm, ez te nabînim.”
- Günter Grass (1927 – 2015) – Teneke Trampet
Günter Grass, di xortanîya xwe de sempatîzanê Hîtler, endamê SSan bûye. Paşê poşman dibe û demajoya xwe yê wan sala wek “sucê xortanîyê” bi nav dike. Günter Grass, bi romana xwe ya nejibîr Teneke Trampet ve behsa nazîzma Almana dike, tirane dike, dixe binê erdê û rûyê kirêj ya nazîzmê nîşan dide. Ev roman di sala 1979an de li sînemayê jî tê û Oscar kardike. Jixwe Günter Grass di sala 1999an de Xelata Edebîyatê ya Nobelê jî dîsa bi vî romanê ve hildide.

“Dîya min her çiqas romantîk bû di heman demê de xwedîyê nêrînên xwînsar bû jî û digot “di tiştê şikestî de oxir heye,” paşê faraş û gêzî hilda, parçeyên cama şikestî yan jî tiştê ku jê re digot oxir paqişkir, di cîhek de berhevkir. Bi gotina dîya min be min bi gelek lihevketî, tevlihevî, qêrînî û qajînîyan ve ji gelek eqreba, nas û dostan re oxir anîye.
Lorem ipsum dolor sit amet, consectetur adipiscing elit. Ut elit tellus, luctus nec ullamcorper mattis, pulvinar dapibus leo.
- Orhan Pamuk (1952 – ) – Berf
Orhan Pamuk bi romana xwe ya Berf ve di 2006an de xelat bidestxistîye. Romanên wî wergera şêst sê ziman dîtîye, ji sed welatî zêdetir de weşîyane, 13 mîlyon çap bûne. Berf, bi çavên şaîr Ka ku piştî 12 sala ji sirgûnê hatîye, li ser atmosfera sîyasî û sosyolojîya Qersê disene.

“ Du cure mêr hene’ got Ka, bi hewayek hînker ve. ‘Ya yekem ewe ku berîya bibe aşiqê qeçek, dinhêre ka qeçik çawa sandivîç dixwe, porên xwe çawa şe dike, tewşikîyên çawa dixe derd ji xwe re, çima hêrsa bavê xwe tîne û efsane û çîrokên di derheqa wê de tê gotin divê bizanibe. Ya duyem, ku ez ji wan im, di derheqê qeçik de divê zehf hindik tişt bizanibe ku bikerebe bibe aşiq.’ ‘Yanî tu dibê, tu qet min nas nakî loma aşiqê min î? Bi rastî ev eşq e bi te?’ ‘Eşqa ku meriv her tiştê xwe bidê wiha dibe’ got Ka…”
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext