Seregola Intabê

Aforîzmayên Ahmedê Xanî

Aforîzmayên Ahmedê Xanî

  1. Zimanê min sira min veşêre jî, rewşa min diyar dike. 
  2. Tebat dermanekî bi êş e, diêşîne lê pak dike.
  3. Derd, çiqas bê gotin ew qas mezin dibe, çiqas belav be ew qas har dibe, di dawiyê de jî merivan dişewitîne, xilas dike.
  4. Singa kesên deryadil, hedefa tîra herî bi jehr e.
  5. Kesê ku bikeve bin fermana dil, para wî tenêtiye.
  6. Agirê ku dikeve nav dil pir dilsoje.
  7. Ji dilşadî û xemgîniyê re hemsir hewceye.
  8. Kesên arzûmend bi berjewendîne, lê evîndar cangorî ne.
  9. Şev du canin; hinek wekî Tacdîn dixwezin ku bigihîjin hev, hinek jî zehmetiyê hildijbêrin wekî Mem û Zîn.
  10. Sermiyana tenêtiyê dînîtî ye.
  11. Kesê ku birînê dide te û dilşadiyê ji xwe re hildide ew kes heval nîne.
  12. Ga dimre çerm dimîne, mêr dimre nav dimîne.
  13. Meriv him ronahiye him jî tariye. Him nêz e him jî dûrî ye.
  14. Kê ku nezanî bi zanistê ve guhartiye, ew idî sifrê xwe bi zêr ve guhartiye.
  15. Ji kîndaran feyde nayê, ew kes bira be jî.
  16. Derdê xwe ji nezana re, şaşwaz û zarokan re nebêje.
Nivîs