Agir Berê Germkir Paşê Pijand

Ta zanîn ku agir 400 hezar sal berê hatîye bikaranîn. Tê qebûlkirin ku sedema bikaranîna agir ya sereke ji bo germê û ronahîyê bûye. Lê mijara gengeşîyê ewe ku ka gelo mîrovahîya dewra kevn di kîjan serdemê de dest bi bikaranîna agir kirîye.

Her çiqas hin hîpoztezên li ser bikaranîna agir hebin jî, nivîskarê hevpar ya xebatên teze Ran Barkaî di lêkolînan de nêrînek cûda kifş dike.

Nivîskarek din ya hevparê van xebata Miki Ben-Dor, dibê “400 hezar sal ewil, însanên ewil yên wek homo erectus carna li cîhên kifşkirî û ji bo armancên taybet agir bikaranîne.” Agirvêxistin  û domandina şewatê ne wisa hêsan û zêde bûye.

Ji bo lêkolîna vê sedemê Barkai û Ben-Dor, li ser îsbatên ku hatine dîtên yên li ser berîya dîrokê ku di navbera 1.8 mîlyon û 800 hezar sal berê  yên ku agir bikar anîne xebitîne û bi giştî neh cîh dîtine. Analîzan nîşan daye ku di van neh cîhan de heywanên mezin yên wek fîl, hespê avê û kergedan hebûne.

Di xebatên ewil de xûya bibû ku ji bo debara merivan rola van heywanên mezin zehf girîng bûye. Xebatên teze derxistîye ortê ku mesela goştê fîlek tenê, mehek têra komek bi qasî 20-30 hebî dike ku ew goşta bêyê ku xirab bibe were veşartin. Di vir de jî metodên veşartinê yên wek şewitinadin û zuhakirinê dertê pêşîya me ku ev jî agir dadanê dixe dewrê.

Gorî teorîyê, agir berê ji bo şewitandin û zuhakirinê bikarhatîye, paşê ji bo pijandinê vêketîye.

Lêkolîner bi vê nêziktahîyên xwe ve dest didin teorîyên mezintir yên ku berfireh dibin û ew jî girêdana veguherînên mezin yên berîya dîrokê bi debarên demê ve ne. Ev dihate wê wateyê ku di destpêkê de mîrov derdiket nêçîra heywanên mezin lê paşê dît ku neslên wan kêm dibin, berê xwe dan yên piçûk û ew jî dibe sedema guhartina xûyê wan.


Seregola Intabê

Çavkani: wikipedia – biliminyolu.com

Kommentar verfassen

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Nach oben scrollen