Alayên Hemîdîye û Elmecîd Beg - I

Alayên Hemîdîye û Elmecîd Beg - I

Sazbûna Alayan û Armanca Osmanîyan

Alayên Hemîdîye di sala 1891an de bi destê Siltanê Osmanî Evdilhemîdê II. ava dibe. Bi giştî ji eşîrên Kurda pêk tê. Lê tê de ji Çerkez, Tirk, Tirkmen û eşîrên Yorukan jî bi kêmhejmerî hene.

Ji bo avakirina Alayên Hemîdîyeyan sedemên cûda hene. Yek ji wan û herî girîng li hember erîşa Ûrisa ji bo ku wek sîper were bikaranîn saz dibe. Sedema duyem parastina ewlekarîya sînorê Îranê ye. Osmanî dixwaze li hember Îranê hêzên eşîra bikarbîne. Sedemek din jî tevgerên azadîxwezîya Ermenîya ne.1

Xêncî van sedemên dervayî, yên ji bo ewlekarîya hundurîn jî hene. Bi Alayên Hemîdîyan ve Osmanî dixwaze eşîrên Kurda di bin otorîteya xwe de yekgirtî bigre û rê nede ku eşîr bikevin bin tesîra netewetîyê û serî hildin.2

Lê bi gorî hin akademîsyenên wek Prof.Dr. İbrahîm Özçoşar3 û Dr. Abdusselam Ertekin4 sedemên din jî hene. Ev herd akademîsyen di gotarek5 de didin zanîn ku Evdilhemîdê II. bi sîyaseta İttihadê Îslam6 ve xwestîye ku eşîrên Kurda nêzê xwe bike û sedeqata wan kar bike.

Ji bo van armancan, Siltan Evdilhemîd, vê karê li ser Zekî Paşa bar dike. Zekî Paşa li ser damezirandina alayan pêc sala dixebite û kar û barên xwe bi destê Îbrahîm û Kerîm Paşayan ve birêdibe.

Di sala 1896an de karê sazbûna alayan temam dibe. Di destpêkê de hejmera alayan 50 bûye. Paşê hêdî hêdî lê zêde dikin û di sala 1908an de hejmera alayan digihîje 65a. Her wiha Alayên Hemîdîyan wek Erzirom, Elezîz, Siwas, Bilîs û Wan ku Wîlayetên Sîtte7 ne û li Dîyarbekirê saz dibin. Xêncî van deran li Trablûsgarb û li Yemenê jî em rastî çend ji van alayên ku bi eşîrên Ereban pêk hatîye tên.

Piştî ku Jon Tirk, Evdilhemîdê II. ji text dixin, navê van alayan jî diguhurînin û ji wan re dibên Alayên Siwarî yên Eşîran.

Şiklê rêxistînî wiha ye: Çar alay dibûn lîvayek8. Ji eşîrên mezin re du sê alay diket. Ji yên piçûk re tenê çend boluk diketin. Alay, divê ji çar boluka hindiktir, ji şeşan zêdetir nebûya. Divê di her bolugek da çar taxim, di her taximek de en hindik 22, en zêde 48 kes hebûna. Divê di her alayê de bi giştî en hindik 512, en zêde 1152 kes hebûna.

Lê tiştek balkêş e ku divê meriv li ser hûr be ew jî qedexeyek ecêb e; divê alayên Kurda di heman heremê de nemana û xêncî waxtê şer negihîjtina hev.

Xêncî van, divê di her alayek de kesek ji eşîrê biçûya Stenbolê, li wir, di dibistana siwarîyê de perwerde bibûya û paşê wek milazim9 vegerîya, bigihîşta alaya xwe.

Ji bo ku alay ji eşîran pêk hatibûn, endamên wê dikaribûn kinc û berên heremî li xwe bikirana lê divê ji bo ji ehlên ahalîyê  cûdatîya wan kifş bibûya, divê nav û nimarên alayan xwe, wek elametên farîqayî bi kincê xwe ve kirana.

Serbazên alayan, divê ji zarên eşîrê yên ku li Stenbolê perwerde bûne ve pêk bihata. Ji bo vê pêdivîyê li Stenbolê bi navê Mektebên Eşîran dibistanên eskerîyê vedibe. Lê di van dibistan û alayan de hişmendîya Kurdewarî aj dide. Ev rewş bi taybetî di Mektebên Eşîran de xurt dibe û ber bi rêxistinîyê jî diçe. Di çavkanîyan de xûyaye ku serkarê dibistanê, gava bi rewşê dihise dibe “ev eşîr nînin, heşare10 ne…”

Piştî ku Siltan Evdilhemîd ji text dikeve, partîya Jon Tirka, İttîhad û Terakkî dibe desthilat. İttîhat û Terakkî, Alayên Hemidîyan betal dike, radike. Bi navê Siwarîyên Sivik yên Eşîra ji nû ve saz dike û hejmera wan berjêrî 24a dike.

Lê di sala 1913an de navê alayan dîsa tê guhartin û vê carê dibin Alayên Siwarî yên Îhtîyat.11  Navenda wan Erzirom e û bi Artêşa Nehan ve girêdayî ne. Di şerê Yekemîn ya Cîhanê de li hember Ûris berxwedanek zexm saz kirine û Artêşa Ûris di astengîyên teng de hîştine. Esas şerê ku Elmecîd Beg têda bûye jî ev şer e.

Dagirkirina Ûrisan û Şer

Wek tê zanîn Elmecîd Beg serokê eşîra Sîpkî ye. Lê di nav hîyerarşîya artêşa Osmanî de serdar e.12 Wek eşîrên mezin yên din, eşîra Sîpkî jî wek konfederasyon e. Di bin baskê Sîpkanîyê de eşîrên wek Birîmî, Mankî, Xelesinî, Batkî, Kurhesinî, Pîrebadî û hin malbatên din hene. Xêncî van, eşîrên wek Memanî û Retkîyan jî tev li alaya Elmecîd Beg bûne. Bi giştî sê alay ji Sîpkîyan saz bûne. Hejmera siwarîyan 1200, yên peyayan (pîyade) dora 600 kesî ye. Girêdayî fermandarîya Erziromê ne û navenda heremî Dutax, Cemalverdî û Hasûna ye.13

Di sala 1915an de artêşa Ûris dikeve heremê û dest bi erîşan dike. Elmecît Beg li hember erîşan di her enîyan de tevdigere. Lê piştî ku hêzên mezintir ji Ûris tên heremê, berxwedana alayan dikeve tengasîyê û herema Serhedê tev dikeve destê Ûrisan. Li ser vê rewşê wek hêzên din Elmecîd Beg jî vedikişe. Ehlîyên Serhedê mecbûr diminîn li rêyên koçberîyê dikevin û ber bi Botan û Amedê koç dikin. Elmecîd Beg qederek li Farqîn û Sîverekê dimîne. Wan deman de li wan dera nexweşîya kolera hebûye. Kurê Elmecîd Begê yê mezin Tajdîn û birazîyê wî Mexsêyê Silêman Begê bi wê nexweşîyê dikevin û jîyanê xwe ji dest didin.

Di vê navberê de di sala 1917an de li Ûristan Şoreşa Bolşevîk diqewime. Piştî şoreşê, sîyaseta Ûrisan diguhure û hinek ji artêşa xwe vedikişînin. Di bihara heman salê de Elmecîd Beg vedigere Agirîyê û alayên xwe berhev dike.

Elmecîd Beg bi alayên xwe ve li enîyên Pasînler, Milazgir, Dutax, Xelat, Qerekilîs û Qafqasan14 de şer dike. Di 21ê Sibata 1918an de Xelat, di 14ê Nîsan1918an Dutax, di 15ê Nîsan 1918an de Qerekilîs û di 30ê Cotmeha 1918an de Qers rizgar dike. Di enîya Pasînlera de birîndar dibe. Gule li çoka wî dikeve û ji ber ku navber nedaye şer, birîn pak nabe. Jixwe wê piştî waxta ji wê birîne şehîd bikeve.

Elmecıd Beg di şerên enîyan de her tim li pêş bûye. Li dîwarê Dutaxê, li hinda gundê Esmer, bi taximek pîyadeyên Ûris re pevçûnek çê dibe. Alaya Elmecîd Beg bi agirê topê gelek zeîyat dide. Elmecîd Beg bi darê şûrê diajo ser topê û topa Ûris zeft dike.15 Heman bûyar li qersê jî diqewime. Ji destê Alaya Elmecîd Beg, Ûris heta çemê Aras vedikişe. Topa duyemîn yê ku Elmecîd Beg zeft dike di vê pevçûnê de diqewime.16

Ev herd bûyer ji alî kesên ku heta vê axirîyê hebûne, hatine gotin. Di heman demê de dîsa ev bûyar, şer û pevçûnên din yên Elmecîd Beg di kilamên dengbêjan de gelek hene û hê niha jî tê gotin. Hinek ji wanê herî naskirî kilama “Dinyayê” û “Şerê Xelatê” ye ku Şakiro dibêje, “Şerê Ûris” Dengbêj Huseyînê Mûşê, “Elmecîd Beg Gola Bazîdê” Dengbêj Mihemedê Panîyê û “Lo Bavo” ye ku Nesoyê Zado û gelek dengbêjê  din gotine ye.

Elmecit Beg temilli

Elmecîd  Beg bi alaya xwe ve, hêzên Ûris heta pêsîra walî ya çemê Arasê paqiş dike. Di alayê de hinek dixwazin ji çem derbasbin, hêzên Ûris hê wê de bajon, lê Elmecîd Beg dibê “sînorê me Aras e.”17 Ev bûyara qehremanî jî bûye mijara dengbêja û wek efsane û destan ev sedsalek e tê gotin.

Piştî demajoya Şerê Cîhanê ya Yekemîn jixwe desthilatîya padîşahê dawî Siltan Vahdeddîn namîne û bi awakî de facto serdestî ji meclîsa Enqerê de dimîne. Meclîsa Enqerê piştî şerê Enîya Qafqasan, di sala 1921an de bi Ûrisan re, bi navê Peymana Moskova û Peymana Qers, du peyman imza dike û her wiha sînorê xwe yê “mîsakî mîllî” ya îroyî ewle dike.

Bi taybetî piştî van herd peymana êdî pêdivîya eşîran namîne. Ûris vekişîyane, Ermenî şikestine û êdî ti xeterek ji ewlekarîya sînor û welat re tuneye… Belkî xêncî îhtîmala refleksên neteweyî yên eşîrên Kurda…

Li ser vî şikî, di sala 1926an de, Kurd, ji alîyê rayedarên komara teze wek potansîyelek talûke tên dîtin. Ji bo ku bikaribin rê li ber vê talûka potansîyel bigrin, fermana sirgûnan derdixin. Her wiha serokên eşîra, beg, mezin, rûspî, şêx û meleyên Kurda li rêyên Enedolê dixin… Helbet Elmecîd Beg jî…18

  • 1 M.S. Lazarev- Împeryalîzm û Pirsgireka Kurda (1917-1923)
  • 2 Nihat Gultepe-Hayat Tarih Mecmuası (1976/48)
  • 3 Zanîngeha Artûklû
  • 4 Zanîngeha Dîcle
  • 5 Sultan ve Aşiret: Hamidiye Alayları Aşiret Reislerinin II.
  • Abdülhamid’I Ziyareti, Artuklu İnsan ve Toplum Bilim Dergisi 2019/4 (2), 23-38.
  • 6 Yekbûna Îslam
  • 7 Wîlayetên ku hejmera Ermenîyan lê zêde ye.
  • 8 Senceq, di îdareya sîyasî ya Osmanîyan de herema di navbera wîlayet û qezayan de.
  • 9 Serpel, teğmen
  • 10 Zîyander
  • 11 Berdest, yêdek
  • 12 Binbaşı
  • 13 Wikipedia
  • 14 Qers û navçeyên wê
  • 15 Di hin çavkanîyan de ev bûyer mîna ku li çîyayê Qiliçgedîkê ku di navbera Dutax û Zêdka de ne, qewimîye behs dibe.
  • 16 Muhammed Rêber agrininsesi.com
  • 17 Mehmet İzci dogubeyazitgazetesi.com
  • 18 M.Nuri Turan gazetehudut.com

 

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest
Nivîs

Schreibe einen Kommentar