Arşîva Radyoya Rewanê Berhev Dibe

Arşîva Radyoya Rewanê Berhev Dibe

Enstituya Kulturî ya Kurd-Alman, dest bi weşandina arşîva Kurdî ya Radyoya Rewanê di YouTube û tevahiya platformên din ên dîjîtal kir. Di vê arşîva beşa Kurdî ya Radyo Rewanê de 900 stranên Kurdî hene.

Enstituya Kulturî ya Kurd-Alman ragihandiye, ji par ve wan dest bi komkirina arşîva beşa Kurdî ya Radyoya Rewanê kiriye  û wê arîşevê li platformên cûda cûda belav dike.

Li gor zanyariyên ku wê enstituyê belav kirine, 900 berhemên ji arşîva beşa Kurdî ya Radyoya Rewanê hatine berhevkirin û li ser YouTube û platfromên din hatine weşandin û hemwelatiyên Kurd li her cihekê cîhanê dikarin bi her platformekê ku bixwazin, li wan stranên Kurdî guhdarî bikin.

Heman enstituyê daxwaz ji hunermend û stranbêjên Kurd kiriye, ku di navbera 27ê Nîsanê heta 1ê Gulanê de berhemên arşîva Radyoya Yerîvanê li ser hesabên xwe yên kesî belav bikin.

Di berhevkirin û dubare weşandina wan stranên Kurdî de, navê stranan û naveroka wan bi temamî orjînal û wek xwe hatiye tomarkirin. Pêştir gelek ji wan stranan bi navnîşanên cûda û bi naverokên şêwandî li malperên internetê û li sosyal medyayê hatine belavkirin, lê bi wê hewldana Enstituya Kulturî ya Kurd-Alman, nav û naveroka wan berheman hatiye parastin.

Herwiha bi sedan berhem û stranên Radyoya Rewanê ku hê di nav gel de nehatine naskirin, bi wê hewldana Enstituya Kulturî ya Kurd-Alman dikeve ber destê hemwelatiyên Kurd.

Li aliyekê din, Enstituya Kulturî ya Kurd-Alman pirtûkekê li ser muzîk û stranên Kurdî amade dike. Pirtûk ji aliyê hunermendê Kurd Cewad Merwan û tîmeke lêkolînerên kulturî û arşîvan pê re tê berhevkirin û ew 3 sal in ku xebatên wan ji bo amadekirina wê pirtûkê didom in.

Pirtûk dê di 4 cildan de bê amadekirin û dê nusxeya wê ya DVD jî hebe, herwiha di pirtûkê de, dê gotin û notayên muzîkan jî cih bigirin.