
Ax Ax Zaroktîya min
Ax ax
Zaroktîya me çiqas zu derbaz bû
Hop û Hovag
Çend qonax rê
Meta min
Hespê we yê enî bêş
Durva hîna tê ber çavên min
Dema bê wext dima
Derdiket ser Gaza Hopê
Dûrbîn di desta
Durva sêrî me dikir
Digot
Ax Hovag
Mala bave min
Bihişta şîrîn
Çend rojên din şunda
Ez carek din xwe bavejim hemêza te
Ax ax
Zaroktîya me
Û meta min
Salê carê
Çend patin kifkarkên kinkorê
Çend tur gûlik
Û riwêsên tirş
Yên ber Kevirê Tarîyê
Dibûn para me
Ax ax
Zaroktîya me
Weku pezkûvîyekê
Me bîhnekêda
Nîvîkirîbû Kevirê Tarîyê
Dep nava sênîyekêda
Hatibú ber me
Zarokên cîran
Di jorda kevir û qûç gildirînekirîyabûna
Bîhna dudîyanda
Nîçik jî
Biketa mista me
Ax ax
Zaroktîya me
Gûlaşêda binketin jî hebû
Ço di desta sêpê dihilîstin
Dibûn du qelê
Qîz û law bi hevra
Dibûn du kom
Di bazdanêda
Dîlketin jî hebû
Lê yek ji yê din
Firîştatir bû
Ax ax
Lawê meta min
Ji me dur
Her tim dilê mida
Li serê çîyan
Bûye bazê azadîyê
Îro virda dortira rojê
Wê da firdide
Lê ew jî dizanî
Herî derengtir hevî dimire
Lê ew jî dizanî
Rûyê tarî yê hîvê jî rûnîye
Ji Deftera min
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan
- Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê
- Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
- Çîroka Kilama “Dunyayê”
- Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
- Qotikên Cixarê
- Di Şikefta Kulê de Du Evîndar
- Prometheûsa Rojhilatê: Kawa
- Kincên Jinan
- Dayîka Kemanê
- Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan
- Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê
- Xwarin û Xurek
- Serpêhatîyên Stranên Kurdî
- 10 Wênesaz 10 Tablo
- Ez Çermesorikim û Tênagîhim
- Şahbanûya Kurda Jinemîra Balerîna: Leyla Bedirxan
- Edebîyat Bi Kurdî Xweş e
- XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ
- Nuroyê Meter
- Xeyal Bê Sînor in
- Bilûra Min
- Evîna Te Ez Bernedam
- Ax Ax Zaroktîya min
- Bi Şanazî Li Dinyayê Dinhêrim
- Tava Rojê Rûye min da
- Zîndan sar e
- Mamed Axa û Bekir Beg
- Şivan û Ruvî
- Kêzika Tebaxê û Mûristang