“Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî

“Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî

Leonardo da Vîncî, di hevpeyvînek xwe de gotîye, “huner, gotinên ku nayên gotin dibêje, yên ku îfade nabe bilêv dike û yên ku wernagere tercûme dike.” Wateya xwe bêguman di kevalên wek “Şîva Dawî”, “Mona Lîsa” yan jî di “Mêrkî Vîtrûvîûs” de veşartîye. Jixwe wêne zimanê herî tûj, alav û amûra bitesîrtir ya hunerê ye.

Wêne çêkirin, ji serdema birîna keviran ve heta roja me, hîsîyatek xwezayî ye ku di însana de peyda ye. Wênesaz fikr û remanên xwe, heyal û daxwazên xwe, hêvî, bêrî û xwezîyên xwe li ser tûwalan neqş dike, peyamên xwe di kevaneyên xêzan de vedişêre û dunyaya ku bi çavên xwe dibîne berpêş dike. Carna bi sûretê însanekî, çavê zarekî, kena qîzekî, xema dilê kalekî, carna bi pelê darekî, sere avekî û bi lehzeyek serpêhatîyeki ve me hişyar dike, bal dikşîne, bi xwe dihisîne. Ev serborî û serketîya wênesazîyê ji dîwarên şikeftan kişyaye hatîye ketîye ser tûwalan wênesazên nûjen.

Lamara Mîrangî yek ji wan e ku vê serborîya biqîmet ya mîrovahîyê didomîne û dûajoyên xwe bi vê kevneşopîyê dihisîne.

Lamara Mîrangî ji malbatek Kurdên Êzdî yên ku mecbûr mane ji Serhedê koç kirine çûne li nav welatên Sovyeta berê belav bûne ye. Di 26ê Tebaxa sala 1970an de li paytexta Gurcîstanê, li Tbîlîsê ji dayîk dibe. Di heman demê de hembajarîyê wênesazê navdar Qulîxanê Mihemed e.

Lamara Mîrangî li Tbîlîsê mezin dibe û digihîje. Di Zanîngeha Perwerdahî ya Tbîlîsê de, beşa kîmyayê dixwîne û bi diploma sor ve diqedîne. Her wiha dibe pîsporê kîmyayê û demek mamostatîya kîmyayê dike.

Di sala 2002an de, duyemîn dîploma xwendina bilind ya beşa grafîka kompîterî û anîmasyonê werdigre.

Karîyêra wê ye hunermendîyê di sala 2003an de, li stûdîya “Art-Max” de dest pê dibe. Mîrangî li wir, wek pîspora 3D-grafîk, dîzayn, anîmasyon û vîzûalîzatsîyanê dixebite.

Lamara Mîrangî, di sala 2005an de dest bi sêwirandina tabloyan dike. Di destpêkê de forma akvarêlê bikartîne. Lê wê demê giranîke mezin nade wî karî û ti caran nafikire, wekî ew kar wê bibe beşekî jîyana wê yê giring.

Di sala 2015an de, dest pê kirîye bi rengên rûnî tabloyan bikşîne. Gava berhemên wê ji mîrovan re şabûnê tînin, ew yek ji wê re dibe helan û hayraz, daxweza sêwirandinê bala wê mezin dike.

Di berhemê xwe de formên cihêreng bikaranîye. Wek li jor behs bûye bi akvarêl dest pê kirîye lê şêweyên wek boyaxa birûn û komir jî bikartîne.

Heta niha çend pêşengehê wê çêbûne. Yek ji wan bi nave “Jinên Gelê Me” ye ku li Mala Pêşengeha yê Ewrûpayî de pêşberî hunerheza bûye ye. Xêncî vî, di Mûzexaneya Hunerên Ciwan û di xanîyê Mala Kavkazê de pêşengehên bi nave “Bihar di Jinê de”, “Çemê Tbîlîsê” û “Banga Jîyanê” saz kirîye.

Lamara Mîrangî di sala 2021an de li Spasyayê tev li berevanîyek bûye û bi tabloya xwe ya bi navê “Romayî” ve serketîye û bûye yekemînê berevajan. Wê di Hezîrana 2021an de li Barselonayê pêşberê hunerheza be. 

Tosinê Reşîd di nivîsek xwe de Lamara Mîrangî û hunera wê wiha dinirxîne:

“Lamara Mîrangî û tabloyen wê, cihaneke ecêb, ya hesîn û kûrbûna di nav gîyan û bextê mirova ne. Ew çevên zaroka ye bi şik te dinhêrin; carna nes, carna bi melûltîke nezarokî û mitalan ve tijî. Û di her tabloyî de Jîyan e, ku ji dilkên xilfik dide der, banga bizavê dikin, hêvîya dûarojeke aşt dikin dilê meriva. Lamara Mîrangî portrêtîs – şêwekareke hêja ye. Ew ne tenê mînakîya bê hempe ye, lê usan jî bedewîya pêkanînê, û dîsan Jîyan: çevên zêndî, lêvên zêndî, û avirê zelal, yê ‘portrêt ber bi te’. Bêyî hemdê meriv di navbera çevan de dîalog çê dibe. Tabloya “Qeratû di pencerê de”, bi rastî dikare berhema hosta bê nas kirin. Jina êdî mirî di piş şûşa pencera şkestî dîyar dibe. Di çevên wê ye xwedîyên bedewîke nebînayî de, êdî hêvî tune, ew çev alîkarîyê naxwezin, gazina nakin, tawanbar nakin, nabin kelemê çeva…lê ew te dinhêrin, hê zû di hindurê te dinhêrin û tu xwe gunehkar texmîn dikî, hêsir têne xwar… bal te, yê zêndî, yê dinhêre. Bi peyva her tiştî nikarî bêjî. Gerek bibînî!”

 

Wenesaz, di berhemên xwe de cîhê ku dixwazin bal bikşînin ronî dikin, yên din di tarîyê de dihêlin. Hunermedên ku bi vê awayê dixebitin ji tevgera lumînîst in. Jixwe romantîzm jî herî zêde ji alîyên hîsan ve dest diavêje mijaran. Tevgera lumînîst bi giştî dîmen, jîyan û serborîyên civakî ve têkildar e. Ewan dikin ku hezîya ji bo xweza û însan bidin der. Wênesazên wek Goya herî navdarê vê tevgerê ne.

Her wiha wêneyên Lamara Mîrangî heye ku nêzîkî awaya Goya û lumînîstên din e. Jixwe Kurdek û Êzdîyek, ku li ber “banga jîyanê” ye, wê çi bike?

Lamara Mîrangî li Tbîlîsê cîwar e û xebatên xwe yê hunerîyê birêdibe.

Nivîs