Seregola Intabê

Barkêşîya Zemanê Berê

Barkêşîya Zemanê Berê

Li Agiriyê Barkêşîya Zemanê Berê

Li Agiriyê piranî bo barkêşiyê erebeyên hespan têne bikaranîn. Ev erebe li her derê bajar xûyane. Xwediyê van erebeyan dibêjin ku hesp di dema barkişandinê de gelek aciz dibin, lê diyar dikin ku ew ji neçarî vî karî dikin. Xwediyê erebeyên hespan destnîşan dikin ku şaredariyê biboneya ku hespan ji vê îşkenceyê xelas bikin, bi wan re civînek pêk aniyê lê heta niha di vî warî de tu gav nehatine avêtin.

Agirî, di warê aboriyê gelek paşve maye û ji wan bajaran e ku herî zêde welatî jê koç dikin e. Li bajêr ku hejmara bêkaran gelek zêde ye, bo barkêşiyê jî hê hesp tên bikaranîn. Barkêşiya bi erebeya hespan li Tirkiye û cîhanê xwedî dirokek pir kevn e. Xwediyê erebeyan ji ber ku pereyê wan tuneye ji xwe re erebeyên nakliyê bistînin û welatiyên ku dixwazin barê xwe bar bikin jî bona ku erzane, erebeya hespan tercîh dikin. Ev rewş ji bo hespên ku her roj nêzîkê 2 ton bar hildigirin jî vegeriyaye îşkenceyê. Di kelegerma havînê û sarmaya zivistanê ya -20 pîleyan de hesp di bin barê giran de an bêhemd dikevin an jî nikarin xwe li ber bigirin û dimirin. Wisa ye ku êdî li bajêr temenê hespan pir kin bûye.

Ev îşkenceya ku li hespan tê kirin, li Tirkiyeyê pir caran dibe sedema nîqaşan. Herî dawi, di 18 Kanûna 2019’an de li Buyukadaya Stenbolê 81 hesp hatinbûn kuştin û piştre jî qeymeqamtiyê bi hinceta ‘Şewba Rûamê’ li giravê seferên faytonê qedexe kiribû. Li giravan seferên faytonê hej jî qedexe ne. Ev rewşa hespan ya li Agirîyê jî mixabin qet nayê rojeva rêveber û niştecihên bajêr

 

Esnaf û barkêşên li bajêr diyar dikin ku ji ber neçariyê erebeyên hespan têne bikaranîn. Ji ber vê çendê jî wisa xuya dike ku qedexekirina barkêşiya bi erebeyên hespan li bajêr ket nayê rojeve.