Bazirganê Venedîkê bi Kurdî ye jî
Bazirganê Venedîkê ya Shakespear bi Kurdî Çapbû
Berhemeke din a giranbuha ya William Shakespeare li wêjeya Kurdî hat zêdekirin. ‘Bazirganê Venedîkê’ jî êdî bi Kurdî ye.
‘Bazirganê Venedîkê’ ya helbestvan, şanoger û nivîskarê mezin ê Îngîlîz William Shakespeare bo Kurdî hat wergerandin.
‘Bazirganê Venedîkê’ ji aliyê nivîskar û wergêr Kawa Nemir ve ji bo zarayeyê Kurmancî yê Kurdî hat wergerandin.
Ev berhema ku ji 200 rûpelan pêk tê û şêwirmenda wê ya hunerê Berfîn Zenderlîoğlu ye, ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat belavkirin.
Jibilî Bazirganê Venedîkê berî niha berhemên ‚Sone‘ û ‚Macbeth‘ ên William Shakespeare bo Kurdî hatibûn wergerandin.
William Shakespear
William Shakespear, şaîr, şanoger, şanonûs û ekterê Îngilîz ê mezin, 23yê Nîsana 1564an, li Stratford-upon-Avon a li Warwickshire ya Ingilistanê jidayîk bûye û 26ê Nîsanê hatiye mohrkirin (weftîzkirin). Shakespeare roja 23yê Nîsana 1616an, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê koça dawî kir.
Shakespeare yek ji mezintirîn şaîir û şanonûsên dîroka edebiyat û şanoya cîhanê ye. Bi dehan qereqter û pêlewanên ku wî bi şanonameyên xwe afirandine, ji serdeman hemûyan re bûne çavkanî. Soneyên wî yên ku şirên dildariyê û hezkirinê ne, hê jî kêm helbest hene ku hatibin nivîsîn û di ser wan re bin.
Kawa Nemir
Kawa Nemir, şaîr, wergêr û nivîskar, roja 29ê Gulana sala 1974an li Îdirê ji dayîk bûye. Li Zankoya Hacettepeyê ya Enqereyê û li Zankoya Stembolê demekê Ziman û Edebiyata Ingilîzî xwend. Piştî wê, di para Ziman û Edebiyata Yewnaniya Kevn a heman zankoyê de du salan xwend. Edîtoriya kovara mehane ya bi navê Jiyana Rewşen a çandî, hunerî û edebî kir, di pey re jî, edîtoriya kovara Rewşen-Nameyê.
Sala 2003yan weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand. Wî heta roja îro berhemên çendîn şaîr, çîroknûs, romannûs û şanonûsên bijarte yên ji edebiyat û şanoya ingilîzî, emerîkan, ayrlendî û tirkî kirine malê zimanê kurdî.
Wergerên wî:
- Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, 2000
- Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, şi’r, 2002
- Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, şi’r, 2004
- Welatê Bejî û Deh Koroyên “The Rock”ê, T. S. Eliot, şi’r, 2004
- Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound &
- E. Hulme, şi’r, 2005
- Sisli Şehir, Jan Dost, roman, 2006
- Pûşpera Gêlazan/ Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, şi’r, li gel Lal Laleş, 2008
- Diyarbekir El Sallıyor/Diyarbekir Dest Li Ba Dike/Diyarbekir is Waving Its Hands, Şeyhmus Diken, danasîna bajêr, wergera wê ya bo kurdî û ingilîzî, 2011
- Naûm Faîq, nivîsên wî yên di kovara Beth-Nahrînê de, wergera wê ya bo
- kurdî, 2011
- Taxa Filla, Migirdiç Margosyan, kurteçîrok, wergera wê ya bo kurdî, 2011
- Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, şi’r, 2011
- Piling, William Blake, şi’r, 2013
- Xewna Şeveke Havînê, William Shakespeare, şanoname, 2013
- Hamlet, William Shakespeare, şanoname, 2013
- Erdên Bihuştê yên Winda, Yavuz Ekinci, roman, 2013
- Tramwaya Viyanê, Tennessee Williams, şanoname, 2013
- Bartlebyê Nivîsevan, Herman Melville, novel, 2014
- Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin, Stephen Crane, şi’r, 2014
- Şêweyên Dîtinê, John Berger, huner, 2015
- Stranên Evînî, Sara Teasdale, şi’r, 2015
- Pen Li Seyrangehê, Raşel Meseri, kitêba zarokan, 2015
- Kelogirî, Murat Özyaşar, kurteçîrok, li gel Selamî Esen, 2019
- Romeo û Juliet, William Shakespeare, şanoname, 2021
- Sercem Soneyên William Shakespeare, şanoname, 2021
- Bazirganê Venedîkê William Shakespeare, şanoname, 2021
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan
- Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê
- Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
- Çîroka Kilama “Dunyayê”
- Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
- Qotikên Cixarê
- Di Şikefta Kulê de Du Evîndar
- Prometheûsa Rojhilatê: Kawa
- Kincên Jinan
- Dayîka Kemanê
- Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan
- Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê
- Xwarin û Xurek
- Serpêhatîyên Stranên Kurdî
- 10 Wênesaz 10 Tablo
- Ez Çermesorikim û Tênagîhim
- Şahbanûya Kurda Jinemîra Balerîna: Leyla Bedirxan
- Edebîyat Bi Kurdî Xweş e
- XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ
- Nuroyê Meter
- Xeyal Bê Sînor in
- Bilûra Min
- Evîna Te Ez Bernedam
- Ax Ax Zaroktîya min
- Bi Şanazî Li Dinyayê Dinhêrim
- Tava Rojê Rûye min da
- Zîndan sar e
- Mamed Axa û Bekir Beg
- Şivan û Ruvî
- Kêzika Tebaxê û Mûristang