
Behlûlê Dîn
Rûpel 1
Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran…
Hebû tunebû, dibêjin li gundekî, koşkeke kevn hebû û di wê koşkê de jî efendiyek tevî du
kurên xwe dijîya. Îca herd kurik wisa biaqil bûn ku nîvê aqilê wan jî wê têrî wan bikira. Wan
herduyan jî dixwest bi keça qral re bizewicin lê belê ji bo tistekî wisa cesareta wan tunebû. Rojekê, prensesê bi riya zilamên ji qesrê, bi herkesî da zanîn ku kê bikaribe di pêşbaziyê de, xwe herî baş biparêze, ew ê bi wî re bizewice…
Îca ji ber ku pêşbazî piştî heyşt rojan bû, herdu kurik heyşt rojan xwe amade kir. Ev wext besî wan bû jixwe, çimkî ew ji berê ve xwedî zanîneke pir xurt bûn. Yekî ji wan, hem hemû peyvên latînî, hem jî hemû nivîsên sê salan ên rojnameya welêt ji ber kiribûn. Û wî ew nivîsên sê salan ên rojnameyê hem ji serî ber bi dawî, hem jî ji dawî ber bi serî ji ber dizanibûn.
Kurikê din jî hemû nîzamnameyên esnafan û hemû tistên ku parêzerekî sondxwarî mecbûr bû bizanîna, ji ber kiribûn. Hetta ne tenê ev, di ser de jî ew difikirî dikare li ser dewletê guftugoyên dûvûdirêj jî bike û hefsarên hespan jî çêke.
Wan herduyan jî digot: “Keça qral wê bibe ya min!”
Bavê wan hespekî delalê reş mîna komirê da kurê xwe yê ku xwedî bîreke muhteşem bû,
hespekî spî mîna berfê jî da kurê xwe yê ku hosteyê nîzamnameyên esnafan û hosteyê hefsarên hespan bû. Herdu kurik li hespê xwe siwar bûn, piştre jî rûnê kezeba masiyê morînayê bi serê lêvên xwe dan ji bo ku gotinên wan hê zêdetir herikbar bin.
Efendî û hemû qerwas li hewşê, li bendê bûn ku herdu kurik li hespê xwe siwar bibin, lê bi
carekê birayê sêyemîn derket holê. Erê, ew sê bira bûn, lê belê ji ber ku yê sêyemîn wekî birayên xwe zêde nexwendibû, ew ji birayan nedihat hesibandin û ew wek “Behlûlê Dîn” hatibû binavkirin.
Behlûlê Dîn hat û ji birayên xwe pirsî got:
–Hûn bi cilên xwe yên merasîmî diçin kû wisa?
–Em diçin serayê, da ku em bi axaftina xwe dilê keça qral fetih bikin û pê re bizewicin. Ma
ev çend roj in, te qet dengê daholê nebihîst?
Û du bira Behlûlê Dîn ji meseleyê haydar kirin.
–Lê divê ez bibim mêrê prensesê! got Behlûlê Dîn.
Li ser van gotinan , birayên wî henekê xwe pê kir û çûn.
Rûpel 2
–Bavo, hespekî bide min jî, got bi qîrîn Behlûlê Dîn, ez ecêb dixwazim bizewicim. Ku prenses min bigire, wê bas be, na ku ew min negire, ez ê wê bigirim.
–Ehmeqo, got bavê wî, ez hesp nadim te, tu nizanî tu tişt bibêjî. Lê birayên te, ew, mirovên
pir girîng in.
–Ku tu nexwazî hespekî bidî min, ez ê li nêriyê xwe siwar bibim herim. Ew ê min e, ew
dikare min bibe tabî, got Behlûlê Dîn li hemberî bavê xwe.
Û wî wekî ku li hespekî siwar bibe, li nêriyê xwe siwar bû, ew da ber pihînan û bilezûbez bi
riya qesra qral girt.
Waaw! Behlûlê Dîn, bi nêriyê xwe wekî ku difiriya! Wî di rê de bi dengekî bilind stran digotin û her carê jî qîr dikir digot:
–Ez têm! Ez têm !
Birayên wî jî qet nedipeyivîn, li ser hespê xwe hêdî hêdî diçûn û bersivên herî baş ên ku wan ê li hemberî pirsan bidana difikirîn, diviyabû bersivên wan mirovan demeke dirêj bifikirandana.
Dema ku Behlûlê Dîn gihîst cem birayên xwe, gazî kir got:
–Ho ! ho! Ez hatim! Binêrin min di rê de çi dît.
Û wî qijikekî mirî ku wî ew li ser rê peyde kiribû, nîsanî wan da.
–Ehmeqo! Ma tu ê bi vê çi bikî ? got birayên wî.
–Ez ê wî bidim keça qral.
–Yaa, gelek baş e! gotin herduyan, pistre pê keniyan û di riya xwe de çûn.
Pistî demekê, dîsa dengê Behlûlê dîn hat bihîstin.
–Ho ! ho ! Binêrin min vê carê çi dît ! Mirov tistekî wisa her roj nabîne di rê de!
Birayên wî careke din berê xwe dan û gotin:
–Ehmeqo! Ev qabqab ke. Ma ev jî ji bo keça qral e ?
Behlûlê dîn got:
–Helbet ji bo wê ye!
Û herdu bira dîsa keniyan, bi riya xwe de çûn.
–Ho ! ho ! Min îcar tistekî hê delaltir dît ! Ho ! Ev tiştekî muhtesem e!
–Te vê carê çi dît îca ?
–Oo ! Kêfa keça qral wê gelek ji vê re were!
–Ev herî ye, ehmeqo !
–Erê, erê, eynî wisa ye, lê ev wisa delal e ku mirov nikare zêde di destê xwe de jî bigire.
Rûpel 3
Wî wisa got û bêrîka xwe bi herî tijî kir. Herdu birayan dîsa henekê xwe pê kir û keniyan. Wan bi hespê xwe riya qesrê girt û saetek zûtir gihîstin ber deriyên bajêr. Li wê derê, xwezgîniyan numereyek digirt û ew diketin rêzê. Lê xwezgînî hingî zêde bûn ku kesî nikaribû êdî xwe bilebitanda. Ji xeynî xwezgîniyan, hemû mirovên wî welatî jî hatibûn xwe li dora qesrê girtibûn û li ber paceyan disekinîn, ji bo ku li keça qral binêrin ka ew xwezgîniyan çawa pêşwazî dike. Îca li wir heyecaneke wisa mezin hebû ku dema xwezgîniyek diket salonê, feqîro êdî nizanibû çawa biaxive.
Keça qral jî her carê digot:
–Bêkêro, derkeve derve !
Li hundir, biniyê salonê dikir qirçînî û baniyê wê jî hemû ji camê bû, dema mirov lê dinihêrt, xwe bi serserkî didît. Di her paceyê de, sê rojnamevanên nivîsevan û parêzerekî sondxwarî wek çavdêr amade bûn ji bo ku tiştên li wir dihatin gotin qeyd bikirana û di rojnameya welêt de biweşandana. Û ew rojname bi du wereqeyan li her derê dihat firotin. Helbet ev ne tiştekî xweş bû ji bo xwezgîniyan. Di ser de jî, li salonê sobeyek hatibû dadan û ji ber germahiyê hundir dikeliya. Îca dora birayekî Behlûlê Dîn hat; birayê wî yê ku hemû peyvên latînî ji ber kiribûn, lê belê wî di dorê de hemû peyv ji bîr kiribûn. Ew ket hundir û got:
–Offf ! Çiqas germ e!
Keça qral jî got:
–Rast e, ji ber ku bavê min îro mirîşk qelandine.
Li ser van gotinan, feqîro nizanibû çi bigota. Ew qet ne li benda tistekî wisa bû. Wî dixwest
li hemberî van gotinan tistekî pêkenokî bibêje lê tu tişt nedihat bîra wî. Îca wî got:
–Hiiiimmm!
–Bêkero, derkeve derve ! got keça qral ji wî re.
Îca birayê din ket hundir û got:
–Ev der gelek germ e!
–Erê, em îro mirîşkan diqelînin.
–Çawa? Çi, Çi, got birayê duyemîn.
Û rojnamevanên nivîsevan gotinên wî qeyd kirin: “Çawa ? Çi ? Çi ?”
–Bêkero, derkeve derve! got keça qral ji wî re jî.
Pistî wî, vê carê dora Behlûlê Dîn hat. Ew tevî nêriyê xwe ket hundir, çû heta orteya salonê û
got.
–Çiqas germ e, ev der!
Rûpel 4
–Erê, em îro mirîşkan diqelînin.
–Waa, ev çi sanş e bi min re ha ! got Behlûlê Dîn, wê çaxê ez ê bikaribim qijikekî jî
biqelînim.
–Helbet tu dikarî, got prenses, lê belê bi te re tiştek heye ji bo tu bikaribî wî di ser de biqelînî, çimkî ne beroş ne jî taweya min heye.
–Xem nake, bi min re taweyek heye.
Û Behlûlê Dîn ew qabqabk derxist û qijik danî ser wê.
–Xwarina me temam e, got keça qral, lê belê em ê sosê ji ku derê bînin?
–Di bêrîka min de heye, got Behlûlê Dîn. Heta tu bixwazî bi min re sos heye!
Û wî hinek herî ji bêrîka xwe derxist û rijand ser qijik.
–Te pir kêfa min anî, got keça qral. Ji bo her tistî bersiva te heye û tu dizanî biaxivî. Madem
wisa, ez jî dixwazim bi te re bizewicim. Lê tu dizanî ku hemû peyvên me yên li vir sibê wê di
rojnameyê de derkevin? Di her paceyê de parêzerekî pîr ê sondxwarî û sê rojnamevanên nivîsevan hene û ew parêzerê pîr, ji nav wan yê herî nalet e, ji ber ku ew ne tu tişt fam dike, ne jî tiştek bi serê wî de diçe.
Keçikê wisa got ji bo ku çavê Behlûlê Dîn bitirsîne. Îca her sê rojnamevanên nivîsevan, ji bo ku nerazîbûna xwe nîşan bidin, rabûn hinek hibirê nivîsê rijandin erdê.
–Ev çi dinyayeke delal e! got Behlûlê Dîn. Ez fam dikim ku divê ez bi vê meseleyê re eleqedar bibim û hemû tiştên bi min re bidim patronê wan.
Wî wisa got û heriyê mayî ji bêrîka xwe derxist û avêt ser çavê parêzerê pîr ê sondxwarî.
–Ha ev pir bas çêbû! got keça qral, tistekî wisa qet wê nehata bîra min… Lê belê ez ê xwe fêr bikim ku ew çi heq bikin ez ê li hemberî wan wisa tevbigerim.
Û her wiha Behlûlê Dîn bû qral, jinek û taceke wî çêbû û li ser textê xwe rûnist. Û rojname ev tişt hemû ji me re ragihandin… lê gelo bi rastî jî mirov dikare bawerî bi rojnameyan bîne?
Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran bariya…
Hans Christian Andersen.
Çavkanî: mehmetayazblogspat
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan
- Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê
- Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
- Çîroka Kilama “Dunyayê”
- Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
- Qotikên Cixarê
- Di Şikefta Kulê de Du Evîndar
- Prometheûsa Rojhilatê: Kawa
- Kincên Jinan
- Dayîka Kemanê
- Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan
- Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê
- Xwarin û Xurek
- Serpêhatîyên Stranên Kurdî
- 10 Wênesaz 10 Tablo
- Ez Çermesorikim û Tênagîhim
- Şahbanûya Kurda Jinemîra Balerîna: Leyla Bedirxan
- Edebîyat Bi Kurdî Xweş e
- XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ
- Nuroyê Meter
- Xeyal Bê Sînor in
- Bilûra Min
- Evîna Te Ez Bernedam
- Ax Ax Zaroktîya min
- Bi Şanazî Li Dinyayê Dinhêrim
- Tava Rojê Rûye min da
- Zîndan sar e
- Mamed Axa û Bekir Beg
- Şivan û Ruvî
- Kêzika Tebaxê û Mûristang
- Mîha Kulek
- Dîkê Sîs
- Çîroka Barçêmkê û Silêman pêxember
- Xalis Beg di Çapamenîya Tirkan de
- Xatirxwazî
- Chris Kutschera Çû Ser Dilovanîyê
- Çavnérîyek
- Ahmedê Xanî
- Dengé Te Té
- Di Sirén Hevokan de Mamostayek
- Berf Dibare Ser Bavekî
- Birayên Me yên Jîyanê: Êzdî
- Bibe Dengé Kemanek
- Şivanê Kurmanca
- Ey Hemrazé
- Zimané Çavan
- Xalis Beg Di Kovara Kürt Tarihi De
- Girava Tamara, Dêra Ermenîya
- Kurdên Penaber û „Jîyana Bextewar“
- Kela Wanê
- Paytexta Sedsala Antîk: Acropolis
- Li Hember Bayê
- Qehremané te bûma
- Hikmeta Jîyané, Agir û Evîna Heyînî yé
- Gola Mêra
- Mixtarek Kal, Bédengîyek Piçûk
- Wêneyek
- Serhonazê Kal
- YİBO
- Rastîya Evdalê Zeynikê, Şaşîya Mehmed Uzun
- Şakiro û Têkilîya Bi Reso re
- Di Hucrek de
- Mem û Zîn
- Sîyabend û Xecê
- Hafizayek Kurda: Pirtûkxaneya Medya
- Kendal, Însan û Ziman
- Gîhadirûn
- Cigerxwîn: Kêye Ew
- Sal Hatin Mîna Gava
- Hêvî û Heval: Yilmaz Guney
- Qaçax
- Nobedarê Nûjen: Celîlê Celîl
- Bîstek Ji Zivistanê
- Ezîza Dilê Guhdaran: Eznîva Reşîd
- Xweşmêrê Kurmancîya Şirîn: Keremê Anqosî
- Di Anabasis de Şerê Hellen û Kardûkhîyan
- Marlon Brando, Oscar û Çermesorik
- Kosegerî
- Qelema Kilama: Ahmet Aras
- Keskesora Rengê Me: Aslîka Qadir
- Qehremanê Min Tu yî
- Alayên Hemîdîye û Elmecîd Beg – II
- Alayên Hemîdîye û Elmecîd Beg – I
- Dîroka Muzîka Kurda
- Nûbihar û Antolojîya Dengbêjan
- Aforîzmayên Ahmedê Xanî
- Koçer Îsal Dereng Tên
- Bi Kurtasî Elêonore FOURNIAU
- 11 Xelat 11 Roman
- Arşîva Radyoya Rewanê Berhev Dibe
- Bi Taybetîyên Xwe ve Destana Gilgamêş
- Kurdekî Sembola Zîrekî, Wêrektî û Tekoşînê: Xalis Öztürk
- Mîrê Kurmancîyê: Celadet Elî Bedirxan
- Fîlozofa Bêmiraz: Hypatia
- Bi Hûr û Girên Xwe ve Zarê
- 27 Mayis û Sirgûna Elîbêşan
- Klamên li ser Seregolê
- Destana Hêza Eşqê û Berxwedana Nefsê: Zembîlfiroş
- ŞAKIRO GULA BER CEFAYÊ