Seregola Intabê

Berf Dibare Ser Bavekî
Bavek, di bin berfa dibare de ye. Bawer e ji bihara, ji wexta hatina wan re. Ew bav, bi vî bawerîya xwe ve, li gundé xwe yé ku li hember Qertewîné ye, li ber cama pacera mala xwe, bi kuré xwe re rûniştî ye. Li gundé xwe yé ku di bin berfé de spî dibe dinhére. Di bin barana berfé de, hey welat kifş dibin di rûyé diné de, hey mîrov vedijin di hunduré welatan de..
“Keké çima berf dibare?”
Li desté xwe néhirî Keké. Ji kuder hatibû hişé wé nizanibû, heta niha haya wé ji desté wî tune bû. Kefa desté xwe vekir. Lé néhirî bi dilek jar. Jarbûna dil, serpéhatîyan jî hildan bin bandoré.
Serpéhatî, dikirin ku bibarin rojevé. Kefa desté bi qaçil tijî bû. Van destan çi kiribûn çi nekiribûn. Bi bér û tevrén gir yén cotkarîyén qedîm ve, reqsén ku téra emrekî dikirin, pékanîbûn. Paşé, xwédana hunduré xwe û qaçilé xwe li hesinén sar dabûn. Kar kiribû, ked xerç kiribû. Xwedîyé xwe di nîvé ré de nehîştibûn, nelerézîbûn û li ber neyînîyan sitîyé xwe xwar nekiribûn. Ji berîka xwe destmala xwe derxist. Li ser qaçilan gerand.
Zivirî ser kuré xwe paşé. Navé xwe Aras bû, ji re digot “Araské.” Heft zarén Keké hebûn, ji wan sé hep qîz, çar hep jî kur bûn. Araské en piçûké wan bû. Heye ku ji wî ye Keké jé hez dikir, waxté xwe pé re derbas dikir. Araské, bi bavé xwe re, ku jé re digot “Keké” rûnıştibûn, li barana berfé dinhérîn.
“Zivistan e kuré min.”
Şéxo anî bîra xwe. Ew ji légeré bersîva, xwendevané pirsén bézeman bû. Hingî mezin dibû, pirs dı hişé xwe de zéde dibûn. Wî çaxî bi şaşmayîyén wî yén li hemberé diné û jîné hisîyabû, di pirsén zelal de. Ew jî di destpékek nû de winda bibû û ew jî, di bin berfa şevan de, ku li ser kolanén bajéran, deşt û zeviyén gundan û tapikén çîyayén asé dibare, di şopén dîroka pirtûkan de, bibû hevokek bédeng.
“Çima zivistan e?”
Lé dewr, ne dewra wîjdanén paqiş bû; ne jî yén kesén xwedîyén hezîyé…
“Çima zivistan e, ji ber ku bihar nîne.”
Şevek germ ya havînek salén nodan bû. Keké li ber dûwaré xanîyé xwe yé ku teze çédikir de rûnişti bû, iraqa xwe vedixwar. Tarî bû. Di tarîya şevé de Mellehesen bédeng bû. Tené ji dûr ve, ji bin péşa Qertewîné carna dengé şivanén koçera dihatin. Hey gazî hev dikirin, hey kilam digotin, her wiha pezé xwe biré dikirin. Xéncî wan, ji nav gund carna dengé kelba û tarişén di tewlan de li guhé mîrov diket. Lé dengé gundî, jin û zara tune bû.
Jixwe gundî havîn be jî zivistan be jî firk nake, zû radizén. Havîna zû radizén; ji ber ku di berbanga sibé de tariş digîhînin nav garané. Zivistana zû radizén; ji ber ku sibe zû divé alif bidin tariş. Wek té dîtin, jîyana rojane ya gundîyan zéde bi yén tariş ve girédayî ye. Tené di şevé havînan de cihérengîyek piçûk heye, ew ji ev e: Malxé malan, ji bo ku tarişén xwe li hember diza biparézén, hey hişyar dimînin.
Lé Keké, ne tarişé wî hebûn ku werin dizîn, ne jî diz dikaribûn ber pé werin. Evî Keké jî zanibû, diz jî. Hetanî derengé şevé, carna heta desté sibé hişyar mayîna Keké ji tiştek din bû. Heye ku ji béaramîya rihé wî û ji cihérengîya gundîtîya wî bû.
Navé xwe esas Elmecît bû. Bi kurtasî jé re digotén Ecé. Lé ji ber ku kesén malbaté û gundîyan gellek jé hez dikirin, bibû “keké” herkesî. Lé sedema vé hezîyé ne ji begtî û axatîya wî, ne jî ji bo ku kuré beg û axayan bû. Sedem tené başî, mérantî û camértîya wî bû. Béguman ger ku qomînîst nebû ya wé zédetir jé hez kirina. Di çavén gundîya de kémasî û qusûra Keké a yekane qomînîstîya wî bû. Lé carna jé dipirsîn, digotén “Keké qominîstî çî ye?”
Du bersîvé Keké hebû ji vî pirsa wan re: Ger ku bigota, “qomînîstî ew e ku, mesela bavé te li meydana bajér were kuştin, divé tu beré ku hérs bibî yan jî dujmintayî bikî, ji bo biryarek dadmend bidî, divé tu bi çavek béalî bûyeré binirxîni, ka gelo ké neheq bû ye, paşé bertek bidî.”
Li ser vî bersîvé gundî quloz dibûn. Digotin, “ma tişté wisa dibe, mérik wé li bavé mim bixe bikuje, ezé béjim gelo ké biheq e, ké neheqe, na wele, nexwe ev qomînîstî tiştek ne baş e.”
Lé ger ku bersîva duyem bigota; “qomînîstî ew e ku, divé mesela, ev zevî û mérg û milkén vî gundî, di nav gundîyan de beramber were parevekirin û herkes di her qadî de wekhev be.”
Gava ku vî dibihîstén kéfa wan xweş dibû, şa dibûn, gotiné Keké dipejirandin û digotin, “heyran wele ev qomînîstî tiştek baş e.”
Ger ku di nav gundiya de xîyala qomînîstîyé ku li ser înkarkirina Xwedé çébûbe tunebûya, heye ku Keké gundîyén devdorén xwe tev bixista qomînîst. Belé gundîya ji Keké hez dikirin, jé bawer dikirin, lé ji Xwedé herî zéde hezdikirin û béguman pé îman dikirin.
Lé Keké di xortanîya xwe de jî qomînîst bû, di ew şeva germ ya havînek salén nodan yén payîza emré xwe jî. Li devreyé welat, di nav civak û malbaté de jî qomînîst bû, li ber dûwaré xanîyé xwe yé ku teze çédikir de jî…
Belé, şevek germ ya havînek salén nodan bû. Keké li ber dûwaré xanîyé xwe yé ku teze çédikir de rûnişti bû, iraqa xwe vedixwar. Tarî bû. Hîv tune bû li ezman, stérk nedixuyan. Dorhél tipûtarî bû. Ji quncé xanî reşahîyek peyda bû, hédî hédî nézî Keké bû, hat li ber, li ser pé sekinî. Keké li alîyé milé xwe yé çepé seré xwe ba da, li reşahîya ku hatîye li cem sekînîye nihérî û pirsî:
“Tu çima hé ranezayî?”
Ev Şéxo bû, kuré Keké a duyemîn, xwedîyé bejnek navîn, enîyîk fireh û vekirî û serçavek bironahî bû.
“Dixwazim bi te re xeberdim Keké.”
Xeberdan? Belé, xeberdan. Xeberdan heye li ser kulava ne, dûr e, diréj e, tevlihev e. Xeberdan heye vala ye, béserî û bébinî ye. Xeberdan heye béguhdar e, bécumeet, béarmanc e. Lé xeberdan heye li ser pé ye, li ser ré ye. Kin e, zelal e. Xeberdan heye bibiryar e, xwedîyé dawîyek kifşe ye, belkî destpék e. Tégihîştibû Keké, ew xeberdan wé çawa be, ji bo çi be. Tégihîştibû wé kin, zelal û bibiryar be. Bi giranîk ku li ser rihé xwe peydabû hisîya, lé kifş nekir, neda der.
“Béje, guhé min li te ye.”
Li hemder daxwazek zelal, li ber rikek xort û biryarek zanyarî divé mîrov çi bikira, divé bavek çi bigota? Gulmek iraq ji qedeha ber xwe hilda Keké, pişke ava sar li ser de kir, perçek piçûk ji penéré spî avîte devé xwe, li ser de cixarek véxist û dûyé wé şand nav tarîya bébinî ya şevé.
“Ezé herim Keké, ku destûra te hebe…”
Hîjdeh salî bû Şéxo, di bihara herî bedew ya emré xwe de bû. Békar, dilawer û zane bû. Zanebûna wî ne ji xwendekarîya wî ya dibistanek dihat, ne jî ji agiré dilé wî yé ku kifşe bû her daîm dişewitî… Zanebûna wî tené ji pirtûk û kovarén di pirtûkxana Keké, yén ku di bin erdé de veşarîtî bûn, dihat. Gellek pirtûkén Keké hebûn, gellek kovar û pelikén nivîskî. Tev jî li ser felsefe, sîyaset, aborî û sosyolojî yé bûn. Xéncî wan gellek çîrok, roman û helbestén binavûdeng. Ji ber ku piştî derba 12 Îloné gellek ji wan hatibûne qedexekirin, Keké wan li laylonek péça bû, xistibû bin erdé, veşartibû. Çend sal piştî derba cûnta ya leşkeran qet li ser de neçibû. Piştî ku cûnta cîhé xwe ji hukumetek nefermî re hîşt, paşé karébû li ser pirûkxana xwe ya di bin erdé de biçe.
Her wek ciwanén din yén malbaté, Şéxo jî gellek pirtûk xwendibû ji wé pirtûkxana veşarî. Gellek qehramanén romanén qlasîk ji bin erdé derxistîbû, li ser desté xwe gerandibû. Gellek tégî, gellek teorîyén civakî yén sîyasî ji bin xalîyé rizgar kiribû, di hişé xwe de biri bû û anî bû. Ji wé pirtûkxana veşarî gellek hevok girtibû û li ser wan dûrûdiréj fikirî bû. Ji wî édî tégihiştibû. Tégihîştîyé her tiştî bibû. Qanûna dine fér bibû, ji çerxa felegé aciz bibû. Lé “tégihîştina dinyayé ne girîng bû; a girîng guhertina wé bû.” Û kifşe bû ku Şéxo jî édî dixast biguhrîne, hem diné, hem jîné, hem qederé…
Ger ku pé re xeberneda ew şev Keké, jé birevîya mesela, ma wé neçû ya? Wé ré neda erqén coşîyé ku di navenda dil de peyda bûne? Dixwast qaliké xwe biguhurîne. Heye ku dé bi guhertina qalika dinya jî biguhurîya, tékilîyén li ser jî…
“Té herî kuré min, dizanim. Lé ji bîr neke, ew dinyaya ku tu ji bo vegirtna wé diçî, bégirş û bébext e.”
Ew şev heta berbangé ranezan. Fikir dan, fikir standén ji hev. Hevokén diréj li dû hev réz kirin. Hey bûn léker ji hevokén hev re, hey bûn kirde ji şîroveyan re. Keké zédeyî li ser sîyaseté disekinî. Nedixwast ku di navbera wan de diyalogek bihes çébibe û rewş hingî here gran bibe li ser wan. Şéxo hey li çavé Keké dinhérî. Di tarîya şevé de çiqas bixuyî, dixwest ewqas bibîne. Lé mîna ku çavé xwe jé direvand Keké. Di tarîya şevé de dixwest dîmenén di çavan de xuya dibin jé veşére. Çiqas biderfetbû, dixwast ew qas veşére.
Her wiha şev westîya li ber wan, hukma xwe windakir li ser wan. Pişta tarîyé şikest, tarî ji tarîtîya xwe giran giran dûr diket. Lé hé ranediket çavén wan, danediket hézén wan. Nedixwestin bidawî be ev şeva han, ev dema han. Ji ber ku dizanibûn, dawîya vé şevé, cihébûn û jihevbûna wan e. Lé dinya dizvirî li ser seré wan, dewran, ne dewrana eşkerekirina hevokén diréj bû. Ne waxté raxistina peyvikén qedîm bû li ber tavé, li ber çevé royé. Divé bi dawî bûya édî, ev xeberdana wan é şevîn.
Hédî hédî vekişîya Şéxo ji hizûra Keké, kûrekûr ponijî Keké li ser şopa Şéxo. Li qedeha ber xwe nihérî, xilas bibû.
Édî berbang bû. Ji alî Hasûna, hé ji Hasûna jî dûrtir, li ser Çîyayén Eledaxé gevezîya tavé xuya dikir. Quncé ezman yén ji alî walî te digot bi boyaxé sor kirine. Keké rabû ber bi çem meşîya. Hewa hénik bû, hinek cemidî. Dengé gavan bihîst paşé, ji nav gund. Dewar kom dikir gavan ji ber deré malan. Gundî jî radibûn hey, tarişé xwe dibirin, tevî garané dikirin. Dûyé agiré sergîna zirav zirav peyda dibûn li ber malan. Li ser hîn quçika şîr dikelandin jinan, li ser hineka jî ava çaya desté sibé.
Li ser wé şevé, wé şeva diréj penc sal derbas bû. Di nav wî penc salî de gellek qelebalix, gellek hatin û çûyîn çébibûn. Gellek deng û his bihîstibûn ji gerdiné. Penc salén direj çûbû ji emré Keké. Penc sal piştî wé şeva direj Keké, bi vî bîranîna xwe, li gundé xwe yé ku li hemberé Çîyayé Qertewîné ye, li ber cama pacera mala xwe, bi Araské re runiştî ye, li berfa ku bi şev û bi roj li ser seré wan dibare dinhére. Di bin barana berfé de, hey welat kifş dibin di xeyalén mîrov de, hey mîrov vedijin di hunduré welatan de.. Lé Şéxo? Tune ye édî li ser rûyé diné de…
Ew, édî di destpékek nû de winda bûye û di bin berfa şevan de, di şopén dîroka pirtûkan de, bûye hevokek bédeng, xwe gîhandîye nemirîyé. Ewqas jî jé hezkiri bû…. tew ji qanûna diné re, ji dîn û îmana qederé re…
“Çima bihar nîne, Keké?”
Araské, pirsé wisa ji Keké dipirsî, Keké ku bavé bersîva bû, dikete zoré. “Çima bihar nîne?” Araské nizanibû ku di pirsa xwe de mené çi giran hene û nizanibû ji bo bersîvé çiqas pirtûk, çiqas helbest, çiqas çîrok û zane hene. Belé bersîv, hene, gellekin, lé nînén, tev pirsin, pirsgirekén giran in. Him difıkirî Keké him jî bersîvén kurt dida Araské:
“Bihar… nîne, belkî ewqas…”
Dîsa, béhemdé xwe li desmala xwe gerîya. Xwédana ser enîya xwe hilda, pozé xwe paqiş kir. Dîsa xist berîka xwe, dîsa li desté xwe nihérî… Dîsa xwe avît nav pel û golén xem û xeyalan… dîsa ponijî, dîsa fikirî… Pîştî demek, gava ku Araské di mal de hîşt û derket derva, di bin berfa gurr dibarî de ber bi çem çû. Nîvîskaré vé nivîsé dît ku desté wî, édî li ber çavé wî nîne. Desmala xwe ji berîka xwe avîti bû. Hinek şilî péra hebû, çend niqut jî xwîn…
Lé qaçil, qaçilé desté xwe çi kiribû?…
Nivîs
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan