Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan

Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikên Zarokan

Dem û dewran, waxt û zeman her tiştî bi xwe re diguhurîne, dibihurîne.  Hinek tişta diheşibîne, hinekan jî diafirîne. Wek avgurmek bêwest, jîyan û nifşan di germçanga xwe de digerîne. Fîlozofên serdemên antîk yên Greekan sir û raza jînê û rastîya gerdunê di vî çerxê de dîtine.

Teknolojîya îro bi her awayî û di her tangî de me dorpêç kirîye. Her wiha zarokên nifşên nû jî bi zêdeyî para xwe ji vî halê nûjen hildane. Kar û barên xwe bi giranî bi alav û hacetên teknîkî ve birêdibin. Idê ew ne mêjîyê xwe diwestînin, ne hunerîyên xwe yên bedenî kifş dikin ne jî leyîstikên sûka dileyîzin. Serbarî ser, têkilîyên wan yên sosyalî jî dîsa bi piranî li ser platformên dijîtalin.

Em di vê nivîsa kurt de li ser leyîstikên berê yên wek çevgirtonek, xezala ser kutika, tût, bincilik, topa dara, niftik, tewrêz, çevgirtonek, vizik, kap û topa gêrê disenin. Ji bo ku alîkarî kirîye û agahî daye em spasdarê Kutoyê Miheme (Kutbettin Başboğa) ne.

1-Xezala Ser Kutika

Bi du tîma tê leyîstin. Tîmek dibe kutik li meydanê rûdinê, tîma din jî li dohêlê xwe vedişêre. Kesek ji tîma kutika dibe “xezala ser kutika”. Karê wî/wê parastina kutika ne. Diçe li yên ku xwe veşartine digere, kê bi çevê xwe bibîne ew dişewite. Lê divê ji kutikên xwe zehf dûr jî nekeve, ji ber ku ewên xwe veşartine tên kutikên wî/wê dikutin. Ew jî li hember endamên tîma din koma xwe diparêze.  Lê peyna xezala ser kutika li kê bikeve ew dişewite û ji leyîstokê dertê.

2-Bincilik

Leyîstikek zivistanî ya li nava xanîyan e. Bi komek ve tê leyîstin. Ji komê yek dikeve binê cilekî. Yên din her yek dor bi dor tepek li yê bin cil de dixe. Ewê bin cil, divê bêje ka gelo kê lêdaye. Ger ku pê derxe ji binê cil dertê û îcar navê kê gotibe ew dikeve binê cil. Leyîstik her wiha xwe dubare dike.

3-Topa Dara (Goga Dara)

Bi topek ku bi pûrtên dewara ve çêbûye ve tê leyîstin. Top, bi pûrtên rûçikandî yên dewaran ve çêdibe. Pûrtên dewara dirûçe, şil dibe, tê dirûtin, her wiha dişide û dibe top.

Bi komek qelebalix ve tê leyîstin. Endamên komê tev li meydana ku jê re “garan” tê gotin de disekinin. Du kes ji komê cûda disenin. Destê yekî de top, destên yê din de jî dar heye. Ewê top di destan de top radike hewa ku jê re “nan dayîn” tê gotin. Ewê ku dar destan de gazî dike dibê “nanek bide”, her wiha top radibe hewa. Gava top li hewa ye, ewê darbidest bi darê xwe ve lê dixe. Bi vî awayî top diçe garanê. Li garanê kê top di hewa de bigre ew tê nan dixwaze û heq distîne ku li topê bixe.

4-Niftik

Dikare were gotin ku leyîstikek zivistanê ye û di nav xanîyan de tê leyîstin. Leyîstikek li ser şansê ye. Du rûyê bi poxan hene. Ew jî serkêlek û tîkayî ye. Ger tîk were du poxan, serkêlekê bisene poxanek qazanç dike. Leyîstikek sivik e û bi piranî bi şert tê leyîstin e.

5-Çevgirtonek

Lîstikek şahî ya zarokan e. Bi komek ve tê leyîstin. Hejmer bisînor nîne lê ji 4 kesan kêmtir nayê leyîstin.

Ji nav komê yek dibe pîrek û li ser hêlan disene. Lîstik bi çavgirtina pîrek ve destpêdike. Pîrek çevên xwe digre û bi dengê bilind heta deha dijbêre. Ewên din jî diçin xwe vedişêrin. Deh temam dibe pîrik çavê xwe vedike û gazî dike. Paşê dest bi lêgerandina yên xwe veşartine dike lê divê zêde ji hêlanê dûr nekeve. Ji ber ku divê kes nikarêbe destê xwe li hêlanê bixe. Destê yekî li hêlanê bikeve gazî dike dibe “hêlan” û ji pîrektîyê rizgar dibe. Lê gava ku pîrek yekî ku xwe veşartîye bibîne û berîya wî xwe bigihîne hêlanê, ewê ku hatîye dîtîn dibe pîrek û her wiha lîstik teze dibe.

6-Tewrêz

Leyîstikek havînê ye. Bi sê çar kesan ve tê leyîstin. Li ser erdê rêzek bi heft çavî çêdibe. Şeş çav piçêk, yek jî mezin e. Lîstikvan kevirê xwe diavêje tewrêza mezin. Paşê li ser lingekî, mal bi mal diçe ber kevirê xwe. Divê kevirê xwe lingo lingo ji nav rêzên tewrêze derxe. Eger kivir li ser xetek, çixêzek bimîne listikvan dişewite.

7-Vizik

Lîstikek takekesî ya hunerîyê ye. Bendek li dora darê vizik dorpêç dibe. Dirêjahîya bend divê ji mêtrokî kêmtir, ji du mêtreyî dirêjtir nebe. Serê bend bi pêçîk ve girêdayîye. Vizik ji nav çeng kewkitîyê erdê dibe. Vizika kê en zêde û dirêj bizvire ew serdikeve. Bi zêdeyî zivistana li ser bûzê tê leyîstin.

8-Kap

Wek niftik lîstikek şansê û zivistanê ye. Di hundur de tê leyîstin. Kap bi hestûyê pez ve çêdibe. Du rûyê xwe hene; yek cot yek jî cozirt e. Wek zar tê avîtin. Ji kê re cot were ew kar dike.

9-Topa Gêrê

Lîstikek havînê ye. Hejmer bêsînor e. Ne bi tîmî lê bi takekesî ve tê leyîstin. Li erdê heleqeq xêz dibe. Xêncî yekî, lîstikvan tev dikevin nav heleqê. Ewê ku li dervayê heleqê ye top diavêje yên di nav heleqê de. Top li kê bikeve ew dişewite. Di dawîyê de kesê ku bi tenê di nav heleqê de maye û top nexwarîye ew qazanç dike û dertê dervayê heleqê. Lîstika teze bi topavîtina yê qazanç kirîye ve dubare dibe.

10-Tût

Lîstikek havînê ye. Hejmer bêsînor e. Bi du daran ve tê leyîstin. Yek darê lêdanê yek jî darê tûtê ye. Darê lêdanê dirêj, yê tûtê kin e. Di destê her lîstikvanê de divê darê lêdanê hebe.

Li erdê kortek piçûk tê kolandin. Darê tûtê li ser tê bicîhkirin. Lîstikvanek bi darê destê xwe ve li darê tûtê dixe. Ji lîstikvanên din kê ku bi darê destê xwe ve darê tûtê ji hewa bixe ew kar dike.

11 - Hol Hol

Ji vê leyîstikê re dibêjin gog jî. bi deh heta çardeh kesan tê leyîstin. Ev kesanan dibin du bêş , her bêşek 5-7 leyîstikvanan va çêdibe. Her bêşek çilekî xwe heye (bi taybetî qelax dibin çil), kîjan bêş zêde gog li çil bixe, ewqas puanan digre, kîjan alî zêde puanan bistîne, ew serdikeve.

Bi şêrt jî tê leîstin. Ku şert bikeve nav, ew dem Çavdarek jî tê girtin. Eva Leyîstin xencî zivistanê herdemî de tê leyîstin. lê ku erd şilbe, nayê leîstin.

Her Endam kaşoyekî xwe heye. Gog, ji darên hişk tê çêkirin. Ku mirov bi kaşo li gogê dixe, giringe ku gog ji hev belav nebe.

Nivîs