Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext

 

Hebû tune bû du bira hebûn. Navê yekî Bextîyar û navê yê din jî Bêbext bû. Wan biryar dan ku diravan peyda bikin. Bi rê ketin. Gihîştin ser kaniyekê û bêhna xwe vedan. Bêbext ji Bextîyar re got:

“Bîne em ratiba te bixwin bila ratiba min jî bimîne ji bo cara duyem.”

Bextîyar got: “Baş e” û her çi ku pê re hebû derxist û bi hev re xwarin. Piştî ku bi rê ketin û maweyek dirêj derbas bû dîsa birçî bûn. Bextîyar gote Bêbext:

“Êdî dora ratiba te ye ku em bixwin.”

Bêbext bersiv da: “Ez nadim te, ev tenê para min e.”

Bextiyar ku ew namêriya birayê xwe dît. Jê re got:

“Wê çaxê ez hevrêtiya zilamekî wekî te çavtarî nakim. Emê li ser vê duriyê ji hev cûda bibin”.

 Bextîyar û Bêbext her yek bi riyekê de çûn. Piştî demekê Bextîyar rastî aşekî kevn hat. Wê şevê li wir sitirî. Xwe di pişta dîwêr de mat kir.

Hinek dem derbas nebû ku şêrek, paşê pilingek, çeqalek û rovîyek, yek piştî yekî ketin hundirê aş. Şêr berê xwe da rovî û got:

“Ev ji bo çi ye ku demeke te çi deng û behs ji min re negotine?”

Rovî bersîv da û got:

“Nû du xeber ketine destên min. Di qula aş de mişkekî xwedî duwanzdeh zêran heye. Her sibehê ku roj li aş dide, derdixe derve û li ber tavê bi wan dileyze û bi wan yariyan dike. Gava ku roj diçe ava jî wan dibe qula xwe. Xebera duyem jî ew e ku ew dîwarê ku li pişta aş e, heft kûpên tijî zêr tê de veşartîne.”

Piştî çend gotûbêjên din heyeta dirindeyan civîna xwe belav kirin. Roja din ku tavê lê da, mişk zêr derxistin derve. Bextîyar êrîş bir ser û zêr girtin. Paşê çû û kûpên zêr jî derxist. Bi zêran koşkeke gelek xweş di nava yekîtiyekê de ava kir. Çardeh derwazeyên koşkê hebûn. Li ber her derwazeyekê jî şirikeke avê hebû ku rêwî jê avê vexwin. Wî ji nobedaran re gotibû ku “heke çavên wan bi kesekî ket ku avê vedixwe, wî vexwînin jorê û bînin ba min.”

Piştî demekê ew zilamê ku Bextîyar dixwest, hate ber destê nobedaran û ew birin ba Bextîyar. Ku çavên wî bi birayê wî ket, ew nas kir û zanî ku ew Bêbextê birayê wî ye. Destê xwe avêt stûyê wî û dilxweşî dayê. Soz da wî ku hêyiya mal û milkê xwe bike du pişk û nîvî wê bide wî. Lê Bêbext li cihê spasê, got;

“Te ev mal û milk ji ku aniye bibêje da ku ez jî herim wekî te peyda bikim.”

Bi vî rengî Bextîyar neçar kir ku serpêhatiya xwe jê re bibêje. Vêca Bêbext wekî Bextîyarê birayê xwe çû wî aşî û xwe veşart. Piştî demekê heyeta dirindeyan li wir civiya. Şêr ji rovî pirsî:

“Ji bo çi ev demeke tu ji min re dengûbasan nayînî?”

Rovî di bersiva wî de got:

“Ez qurban cara din ku min ew xeber ji we re gotin, mirovekî xwe di aş de veşartibû. Wî hemû gotinên me bihîstibûn. Sibehê hemû kûpên zêr birin û ji xwe re kire koşk. Niha ez qet nabêjim heya ku aş neyê venêrîn.”

Şêr ferman da ku li her cihê aş bigerin. Piştî demekê Bêbext dîtin û anîn derve û parçe kirin û xwarin.

Çîroka me çû dîyaran rihme li dê û bavên guhdaran.

 

Gelêrî

Nivîs