Seregola Intabê

Bi Hûr û Girên Xwe ve Zarê

Bi Hûr û Girên Xwe ve Zarê

Li Rûsyayê piştî Şoreşa 1917an karên bolşevîkan hêsan nabe. Bi berevajîyê zortir dibe û bi tim hêz û balên xwe ve îcar li hember xetereyên li ser şoreşê tevdigerin. Helbet pêşgirîyên rêxistinî, leşkerî û sîyasî li dar dixin, lê xemsarîya baskê çan û hunerê jî nakin.

Şerê navxweyî ya ku piştî şoreşê domandîye, berxwedana kûlak’an ku gundîyên xwedî erd bûne û tevgerîyên dagirkerîyê, pêdivêtîya xwedîderketina şoreşê bi xwestekên xurt derxistîye holê. Ji bo vê, rêvebirîya şoreşê gelek giranî dide ser xebatên çand û hunerê, dixwaze proleter û gundîyan ji bêparmayînîya çand û hunerê jî rizgar bike û li hember bermayîyên paşerojê, tekoşîna ku ji bo pêşerojê tê dayîn mezin bike. Herwiha bi gelek pergal û metodan ve dixebitin. Ji wan yek jî sînema ye ku Lenîn herî girîng dîtîye.

Lenîn, ji rojnemavan û rexnegirê hunerê Lunaçarskiy re, ku di heman demê de hevalên hev bûne, gotîye; “di nav tim huneran de yê ji bo me herî girîng sînema ye.” Jixwe em dibînin ku du sal piştî Şoreşa Cotmehê, li welatên Sovyetan dibistanên sînemayê ku di Dinyayê de xwedî emrê herî dirêj bûne, vedibin.

Herwiha di salên nêz yên piştî şoreşê de, Sînemaya Sovyetan bi fîlimên wek, “Ketina Xanedanîya Romanov” (Esther Şub-1927), “Dawîya St.Petersburg” (Vsevolod Pudovkîn-1927), “Cotmeh” (Sergey Eyzenşteyn-1928) û “Bermayîya Împaratırîyê” (Frîdrîkh Ermler-1929) ve li ser demaoja û pêwestîya şoreşê disene.

Yek ji fîlmên wan deman jî “Zarê” ye ku bi piştgirîya Sînemaya Sovyetan, bi destê hunermend û sînemagerên Ermenîyan ve çêbûye.  “Zarê” di sala 1926an de, bi derhênerîya Hamo Beknazarîan ve wênedibe. Lîstikvanên sereke Marîa Tenazî (Zerê), Hrachia Nersîsyan (Seydo), Avet Avetîsyan (Silo), M. Garagash(Têmûr Beg) û Olga Gulazyan (Latîfe Xanim) in. Wek fîlmên hemdemên xwe bêdeng,  spî û reş e. Di navbera sahneyan de hey bi nivîs çîrok destnîşan dibe. Seneryo ji çîroka “Qedera Zerê” ya nivîskarek Ermenî Hakob Gazaryan ê ku Kurda gelek jê hez kirîye û jê re gotine Lazo, hatîye hildanê.

 “Zarê” jîyana Kurdên Êzdî yên koçerên bin pêşa Elegezê nîşan dide û çîrokek ji wê cumaetê pêşkeş dike. Lehengên fîlmê keçika bi navê Zerê ye û evîndarê wê şivanê gund Seydo ye. Axayê gund Têmûr, çav berdide Zerê û dikeve ber herd evîndaran. Her çiqas çêker û lîstikvanên filmê Ermenî bin jî, konên koçeran yên ku di qûntarê çîyayên Elegez û Agirîyê hatine vedandin, kevenşop û edetên Kurdan, hewarî û dawetên wan, cil û girêdanên wan, rabûn û rûnîştinên wan bi formeka xweza di nav fîlmê da hatîye hunandin. Meriv dikare bêje ku ev fîlm li ser jîyana civaka Kurdên Ermenîstanê çavkanîyek e û vegotina beşek ji jîyana Kurdên Ezîdî ye.

Temaya sereke rexnekirina feodalîzmê ye. Bi destê xirabîyên Têmûr Beg ku serokê eşîrê ye, sazîya feodal rexne dike û dixwaze cûdahîyên çînî, bîrokrasîya rizyayî û rola şêxan ya ji bo kedşêlandina gel nîşan bide.

Zerê qîzek xama û bedew yê eşîrê ye. Dilê wê di Seydo de ye. Seydo şivan e û ew jî mihubê dilê Zerê ye. Lê di heman demê de dilê Têmûr Beg jî di Zerê de ye. Ew zewicîye lê dixwaze Zerê wek jina duyem ji xwe re bistîne. Wexta ku eşîr diçe zozana Têmur Beg, li ser av û kanîyan de dertê ser rêya Zerê û nîyata xwe dide der. Lê Zerê her carî acizî û nerazîbûna xwe nîşan dide. Gava eşîr di demsala payîzê de berjêrî gund dibe Têmûr Beg, şêxê eşîrê wek xwazgînî dişîne mala bavê Zerê. Lê bavê Zerê qîza xwe nade.

Li ser vê rûdanê Têmûr Beg şevek merivên xwe dişîne, Zerê ji mala bavê wê bi destê zorê derdixe, direvîne. Zerê di mala xwe de hema bêje dîl digre û çendek şûnda dewat saz dike. Roja dewatê, ji ber ku dike nake Zerê naçe cem, dertê derva dibê “ez bi Zerê re nazewicim ji ber ku qîz nîne”, herwiha îftira diavêje Zerê û dewatê betal dike.

Li ser vê diçin Zerê ji hundur derdixin, rûyê wê bi tenî reş dikin, li kerekî dikin û di nav gund de digerînin. Di vê navbêrê de Seydo bi hevalên xwe ve tên, li ser Têmûr Beg digrin, gulle berdidinê dikujin, Zerê ji destê wan rizgar dikin dibin. Herwiha Zerê û Seydo digihîjin hev.  

Di gelek çavkanîyan de rastî me tê ku gelek kes “Zarê” wek fîlma yekemîn ya Kurda binavkirine û wisa jî didin nasîn. Lê ev tespîtek rast nîne.  “Zarê”  fîlmek Kurda nîne, naxêr, lê fîlmek li ser Kurda ye. Ji derhêner bigre, heta lîstikvan û tîma teknîkê tev  Ermenî ne. Jixwe di qeyd û arşîvên Ermenistanê de jî wek fîlmek Ermenîyan qebûl dibe, derhêner û lîstikvan jî bi vê wateyê bixelatbûne. Tiştekî Kurdayetî tê de hebe ew jî mijara çîrokê, navê qehremana û derdorê xwezayî ya jîyana Kurda ye.

Lê ligel vê, di gelek festîvalan de, ev fîlim wek “fîlma Kurda ya yekem” pêşkeşî temaşevanên sînemayê bûye. Mesela di sala 2006an de li Londonê, 2019an de di Festîvala İf Stenbolê û li Dîyarbekrê di kategorîya “fîlma Kurdî” de hatîya nîşandin. Lê bêguman di her carê bi destûra Arşîva Fîlm ya Dewleta Ermenîstanê ve derketîye ber sînemahezan.

Xêncî vê gava meriv li ser rûdan û awaya vegotina çîrokê hûr dibe, meriv dibîne ku bi çavek bîyanî çêbûye. Di rihê seneryoyê de Kurdewatî tuneye. Jixwe gava qaşo edet û şêweyê Kurda pêşkeş dibe, bi sahneyên gelek nexwezayî, nejidil û sivik ve li hev tê. Mesela di eşîran de qîz revandin heye, lê wekî ku di tim çîrok û serpêhatîyên Kurda de xûyaye ku kê qîzek direvîne, bixwe bi şexsê xwe çûye revandîye, birîye mala rûspîyek yan jî mezinek, axa û begek, xwe avîtîye ber bextê edetek. Li di fîlmê de em dibînin ku axayê eşîrê bixwe zehmet nake, naçe narevîne,  bi destê çend merivên xwe ve evî karê dike. Qîz revandinek wiha di ti çavkanîyên de, di ti çîrok û kilamên Kurmancan de ne hatîye dîtin ne jî hatîye bîhîstin.

Di fîlmê de di derheqa çand û edetên Kurda de şaşî û kêmasîyên din jî hene. Mesela gava êl li zozan e, şefê heremê bi katib û merivên xwe ve diçin nav êlê dibin mêvanê Têmûr Beg ku ji bo mufrezeyek lidarxin esker bibjêrin.  Di beşek wê sahneyê de, wê qaşo mêvanperwerîya Kurda nîşan bidin, katib diçe li kon rûdinê, jinek tê, legan û misîn tîne lingê katib dişo. Ez hebûna qaîdeyek wiha, ku di nav eşîran de heye yan tune ye, ji  xwendevan re dihêlin.

Wek vê mînakek din jî heye ku çav pê dikeve;  di sahneya dewatê de serçavê bûkê jixwe vekirîye lê Têmûr Beg, qaşo zava ye, dibê “Zerê ez girêdayê kevneşopa me, ji bo rûdîtinê ez çi bidim te?” Derhêner Hamo Beknazarîan ku di heman demê de senarîst e, bihîstîye ku edetek wisa heye lê nizanibûye ka gelo çawa pêktê.

Fîlm, heye ku ji bandora nêrîna sosyalîstî ya dema piştî şoreşê be, dike ku rexne li feodalîzmê bike lê di alîk din ve sazîyên sosyolojîya Kurda yên wek begtî û şêxtîyê gelek xirab, şaş, pêkenî û hema bêje binezanî nîşan dide û bêqedir dike. Rast e, gorî çand û pîvanên nûjenîyê de ev sazîyên feodal xwedîyên rolên paşverû û kevneperest in, lê di waxt û şertên xwe de xîmên bingehî yên sosyolojîya civak û cimaetan bûne.

From 1926 silent Soviet-Armenian film Zare

Hamo Beknazaryan, di sala 1968an de, di bîranînên xwe de destnîşankirîye ku dema wênekirinê de gelek alîkarî ji Kurda hildaye û eleqeyek gelek mezin dîtîye. Beknazaryan wiha gotîye: “Kurd gelek mêvanperwer in, gava em çûn pêşa çîyayên Elegezê gelek qîmet dan me. Ew dibên ‘mêvan, mêvanê Xwedê ye, ku mêvan xweşhal û razî be, Xwedê jî ji meriv razî dibe.’”

Fîlm dema ku temam dibe li gelek bajarên Sovyetan de pêşberê temaşevanan dibe. Di galaya xwe ya ku li Moskovayê saz bûye de, Stalîn jî di nav temaşevanan de hebûye û salix didin ku gotîye “ji niha û pê ve bira tenê Ermenî li ser jîyanên gelên rojhilatê fîlima çêkin, di vê mijarê de bêhempa ne.”

Di çavkanîyan de agahîyek din jî heye ku li ser Marîa Tenazî ye. Marîa Tenazî ku karaktera sereke Zerê niwandîye, di sala 1930an de, çar sal piştî wênekirina fîlmê, di 27 salîya xwe de mixabin bi jana zirav dikeve û jîyana xwe ji dest dide.

Wekî ku Kurmanca gotîye “bi hur û girên xwe ve” Zarê berhemek kêrhatî ye ji ber ku hal û hewalên Kurdên wê demê, bi dîmenên rastîn û di habîtatek xwezayî de radixe ber çavên me.

KOMENTAREK LI SER VÊ VIDEOÊ

  1. Herweki27 MAI 2020 ANTWORTEN

Fîlmek balkêş e, çavkanîyek li ser jîyana Kurda ye, divê bala mervi nereve.

Nivîs