Seregola Intabê

Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
Mamosteya zimanê Kurdî û damezrênera sepana (application) pirtûkên dîjîtal a Kurdî Zeynep Sultan Atli got: “Me heta niha 80 pirtûkên çîrok, roman, helbest û kovar bi deng xwendine.”
Atli diyar kir, wan sala 2020an bi fermî kompanya ava kirine û tevî zehmetiyan xebatên xwe berdewam dikin.
Atli got: “Me heta niha zêdeyî 200 pirtûkên çîrok, roman, helbest û kovar bi dengê Kurmancî û Zazakî xwendine û li ser playstore û appstore bar kirine. Herkes dikare bernameyê deyne ser telefona xwe. Ji zarok heta mezin bo her temenî pirtûkên me yên xwendinê hene. Em her hefte ji kategoriyekê pirtûkekê datînin û xwendina wê bê pere ye. Bihayê giştî bo mehane û salane jî tiştekî gelekî kêm e. Ew jî em tenê bo xerciyên xwendina pirtûkan werdigrin.”
Atli dibêje, herî zêde pirtûkên folklora Kurdî bi deng xwendine û bi armanca xwendina bi dengê Soranî li Silêmaniyê û Hewlêrê çend hevdîtin kirine.
Zeynep Sultan Atli got: “Di xwendina pirtûkan de ji ber perwerdeya deng wergirtine û dengê wan xweş e em zêdetir ji şanogeran sûdê werdigrin.”
Bernameya Dengê Pirtûkan heta niha ji aliyê zêdetir ji 5 hezar kesan ve hatiye daxistin.