Seregola Intabê

Bi Taybetîyên Xwe ve Destana Gilgamêş

Bi Taybetîyên Xwe ve Destana Gilgamêş

Destana Gilgamêş, destana yekem ya nivîskî ye ku li Mezopotamyayê hatîye dîtin. Behsa serpêhatîyên Qiralê welatê Ûruk dike ku dermanê nemirîyê gerîyaye. Gilgamêş, B.Z. 3000an de li Mezopotamyayê hikumdar bûye. Destan hezar sal piştî mirina wî, bi zimanê Sumer, Asûr û Akad ve, li ser kevalên kîlan, bi nivîsa mixî hatîye nivîsandin û pesnê însanê ku ketîye pey zanîstî û nemirîtîyê dide û di heman demê de behsa Tofana Nû dike. Destan bi şîreta Yezdan Enlîl xilas dibe ku gotîye “însa ancax bi navê xwe ve nemir dimîne.”  

Kevala Yekemin

 

Ji dema ku hatîye dîtin heta roja me gelek bala zanyarên Avrûpayî kişandîye û wergerîyaye zimanên wek Almanî, İngilîzî û Farnsî. Wergera bi Kurdî jî heye û bi destê Kawa Nemir ji İngilizî hatîye hildan.

Ji wan kevalên ku destan li ser nivîsîne tenê 12 heb gihîştine roja me. Ji ber ku hin ji wan şikestine yan jî winda bûne destan bi temamî bidest neketîye.

Keval, berê di sala 1855an de, di vedanên li Nînovayê de li cem Asûrbanîpal ku Qiralê Asûrîyan ne hatine dîtin, paşê di vedanên Nîpûr de jî hinekê din lê zêde bûne.

Gorî nivîsarên li ser kevalan, destan bi pesindayîna Gilgamêş ve destpêdike. Gilgamêş, ji sêsîyan dudu Yezdan, ji sêsiyan yek însan e. Li ser erdê û behrê çi dibe, çi diqewême dizane û “yê ku her tiştî dîtîye” ye. Gilgamêş, di heman demê de hostayek bi serketî ya avahîya û şervanek netêkdiçe ye.

Di beşên din yê destan de serpêhatîyên Gilgamêş hene. Serpêhatîya yekem bûyerên di navbera Gilgamêş û Yezdanê Ezmanan Anû de derbas dibe ye. Ji ber ku Gilgamêş ji qewmê xwe re baş nebûye, hêrsa Anû hatîye û ji bo ku Gilgamêş bikuje Enkîdû, ku heywanek hov bûye, şandîye ser Gilgamêş. Di şerê di navbera herda  de  Gilgamêş bi serdikeve. Piştî waxta Enkîdû dibe dostek baş û alîkarê Gilgamêş.

Serpêhatîya li dû, ya Îştar a Xwedawen û dîsa Gilgamêş e. Îştar, dewa zewacê li Gilgamêş dike, lê Gilgamêş qebûl nake. Li ser vî xawêna Îştar dişikê û ji bo ku Gilgamêş bikuje boxek dişîne ser erdê. Gilgamêş, bi alîkarîya Enkîdû boxe dikuje. Lê Enkîdû şevek di xewna xwe de, dibîne ku ji bo boxe kuştine hêrsa Yezdana jê hatîye û mehkûmê mirinê kirine.

Xirabeyên Uruk

Girîngî

Destana yekemcar e ku tê zanîn e. Di derheqa jîyan û medenîyata kevintir ya Sumeran de agahîyan dide. Di heman demê de mînaka yekem ya destanek nivîskî ye. Taybetîyek din ya girîng jî çîroka Tofana Nûh e. Tofana Nûh, wek tê zanîn di her sê kitêbên pîroz yên sê olên mezin de jî cîh  girtîye. Lê Efsaneya Tofanê, xwedîyê versîyonên cûda ye ku di navbera dîrokên B.Z.2000, M.Z.1833-1750 û dîsa B.Z.1250an de li dar ketîye.

Di sala 2011an de li İraqê, di vedanan de kevalek din jî bidest dikeve. Di kevala teze de hin rêzên din dertêne holê û di derheqa dûmahîka destan de agahîyên nû xûya dibin. Kevalên teze, piştî ku ji herîyê safî bikin û wergerînin, datînine Muzeya Silêmanîyê.

Mirina Enkîdû

Kevalên li ser vê dûmahîkê nehatine dîtin. Tenê kevalên ku behsa şîna Gilgamêş ya ji bo Enkîdû, merasîma semyan ya cinaze û koça dawî ya Enkîdû dike, bidestketine. Di destanê de piştî mirina Enkîdû çîroka tofanê tê.

Destan û Tofana Nûh

Di destanè de tê gotin ku tofan bi destê Xwedawen Îştar û Yezdan Bel ve rabûye. Gilgamêş, ji bo ku Ûtnapîştîm ê ku di tofanê de sax xilas bûye bibîne û dermanê nemirinè jê hînbe bi rêyan dikeve. Diçe serê din ya dinyayê. Li wir Ûtnapîştîm dibîne. Ûtnapîştîm zanayê yekta ye ku bi sira nemirinîyê beled e.

Yezdan Enlîl pê dihise ku Gilgamêş hê di heyatê de ye hêrs dibe. Lê yezdanên din pê şadibin û biryar didin ku carek din tofanek wiha ranekin. 

“Ûtnapîştîm ji Gilgamêş re got:

Gilgamêş, ezê ji te re serê tiştek veşarî vekim. Sira yezdana bêjim; Şûrîpak, bajara ku tu zanî, li delavê Firatê ye. Ev bajar ji berê de heye û yezdan li cem vî bajarî bûn. Paşê rakirina tofanek hat hişê yezdana. Bavê wan Anû ya biesil, hikumdarê wan Enlîl ê egît, wezîrê wan ê mezin Nînûrta, rêwîyên wan ê avê Ennagî û Ea ya zane jî di cîvîna wan de cîh hilda bûn.

Ea, biryara yezdana ji çeperek qamûşan re got.;

‘Çepere qamûşa, çepere qamûşa, dîwar dîwar, guh bide min, bîne bîra xwe!

Ûbarê kurê Tûtû yê Şûrîpakê, xanî hilşîne, keştîyek çêke. Canê xwe rizgar bike. Ji her cureyê zindîyek hilde keştîyê. Keştîyê, bi berayî û dirêjayî ve bi heman pîvan ve çêke. Li hember baranê ser her cîhê wê ban bike.’

Heya zarokên piçûk jî ji bo keştîyê zîft dikişandin. Mêrên bihêz kerestên cîgir dianîn. Di deh rojan de min keştî temam kir. Min keştîyê bi şeş qata çêkir û di guvertên jêr û jorê de heft çav ji jev qetand, imbarê jî bi neh çavî saz kir. Di orta wan de jî qazixên avê çikand. Bêrên rind bijart. Zîftan di qazanan de heland. Wek avên çema bîra, reqî, şirlik û şerab kişand ji hosteyan re. Keştî di roja heftan de bi temamî tijî bû. Her tiştê ku kete destê min bar kir. Hemû xisim, eqreba û qewmê xwe siwar kir. Heywanên kovî û ehlî û hosteyan tev hilda keştîyê.”

Di gîhaneka piştî vê de danîna tofanê, hêsîrbarandina şahîyê ya Ûtnapîştîm, gihîştina Çîyayê Nemrûdê, ji bo kontrola vekişandina avê û dîtina erdê di roja heftan de berdana kew, hechecik û qijikê, erd dîtina qijikê ku nikulê xwe lêdaye, berdana hemû zindîyan û dayîna qurbanê tê gotin.

Piştî ku Ûtnapîştîm jê Gilgamêş re behsa tofanê dike, çi  bûye, çi qewimîye dibêje, di dawîyê de gîhayek ku dermanê mirinê ye nîşan dide. Dixwaze ku Gilgamêş ewê gîhê bixwe, xortanîya xwe ji nû ve destbixe û bigîhîje nemirinîyê. Lê hê Gilgamêş fersend nabîne ku bixwe, marek tê berîya wî ewî gîhayî dixwe, çermê wê teze dibe û diçe. Herwiha Gilgamêş destvala dizivire Ûrukê.

Gelo Destana Kurda ye

Gorî lêkolîner û rojnamevan İsmet Yüce, destan bi destê Sîn Leqe Ûnînnî ku şaîrek Kurd bûye, di sala M.Z.1250an de, bi zimanê Kassîtan ku pêşîyên Kurdan bûne hatîye nivîsê. Daristanên ku di destan de behs dibe jî li herema Çîyayên Zagrosê ye. Herwiha İsmet Yüce, doza Kurdbûna Enkîdû dike ku ji çîyê ango ji Çîyayên Zagrosê peya bûye.  

İsmet Yüce dozîneya xwe bi hin agahîyên dîrokî ve dadigre. Wek vê, pêşîyên Kurda yên mîtolojîk Gutî ne û Gutî berîya Kassîtyan di dîrokê de hebûne. Dîsa Gutî, berîya Sumeran nivîsa mixî bikaranîne û ev jî rastî serdema B.Z.3000an tê. İsmet Yüce dide zanîn ku ji Gutîyan bigre heta Kassit, Mîttanî, Hurrî û Medan navber neketîye nav civaka Kurda, tenê îdare û nav guhirîne.

Her çiqas mijarek bigengeşe be jî, nivîskar, nav û cîhên bûyar lêqewimîne, gorî İsmet Yüce qenaeta Kurdbûna destan xurt dike û bal dikşîne ser pêşgotinên çapên nû ku di wan de heman gengeşî hene.  

Çavkanî:

  • Gılgamış: Dünyanın İlk Destan Kahramanı, wwwantiktarih.com
  • Tarihin En Eski Yazılı Destanı Gılgamış Destanı, wwwleblebitozu.com
  • Gılgamış Destanı, wikipedia
  • İsmet Yüce, Gılgameş Yazılı İlk Destan, Kürt Destanı, wwwrudaw.com

 

Nivîs