Seregola Intabê

Bibe Dengé Kemanek
Tu çûyî. Te dengé xwe jî bir. Te béhna xwe, çavén xwe, pejna xwe, te kenén li ser lévén xwe jî bir. Tu çûyî. Te tenétî ji bîr kir, li vir hîşt. Te xemén kûr li pey xwe reşand. Tu çûyî. Te keştîgehén nû li benda xwe nehîşt. Nizam tu çawa çûyî? Te min li pey xwe hîşt. Di seré évarek hénik de, te xwe di réwîtîyek diréj de winda kir. Lé şopén min man, li ser te. Belkî daxwazén min jî mabin, di dilé te de. Tu zanî, di navendîya emré mayîn de, gumanén bextewarîya, zéde fireh nakin sînoré aşîtîya. Lé ji şer re jî tune me. Ji ber ku ne waxté min e, ne jî karé min… Jixwe tevlihevîya tékilîyén hemdem jî qaîl nakim. Dibe waxté serdestîya çûyîna be. Te dîmena li dû xwe hîşt. Di seré évarek hénik de, te çavé xwe girt, xwe di réwîtîyek diréj de winda kir.
Bla béhna te veşérin di wateyén xwe de, peyvén te. Eger rasthatinek me hebe, di xerîbîyén dûrîya de, bla werin daynin ser rûpelén rojnivîska min. Qet nebe bla ew ji min re bimînin. Belkî wisa bigîhîje teselîyek û bireve xema dilé min.
Tu çûyî. Te keştîgehén nû li benda xwe nehîşt. Jixwe waxté serdestîya çûyîna bû. Dîsa were. Nizam té çawa werî? Bibe helbestek, bikeve ser rûpelek were. Bibe mînaka aheng û kafîyeyén peyvikan, li ser zimané min bigere. Bibe dengé kemanek were. Beré zirav zirav deng bide. Li ser hîsén tenik, bi nermahayî bimelise. Paşé, li ber guhén kesén nazdar, hédî hédî gur bibe. Gur bibe, geş bibe, bilin bibe bikeve, rabe reqs bike. Guhdaré xwe hilde, ji nav reşbîna bégumanîyé derxe, dilé wan bikelîne, bi xwe re bigerîne, xema wan birevîne. Her wiha, bibe hevparé gazinén bedbextan, bilorîne. Bibe şîret, bikeve guhé ciwanan. Xwe bihejîne, bide bayé wan. Hevîyén wan teze bike, hérsén wan biqedîne, dilé wan nerm bike. Bibe stran, bikeve devé dilektîyan, wek mînaka mûsîkîyan. Ax mûsikî, ku meriv dide desté dilén jar û tenik. Mûsikî mîrov li hévîya daxwazan dihéle. Awaz, dengé pélén eşqé, hesret û dûrîya ne. Awaz, mîrov hildide, li nav nermîya (belkî sarîya) pélén hîsén serxweş dixe û bi dema, béderman dihéle. Ax mûsikî, tu nebî ka ké, ka çé, ka çawa heye? Tu nebî eşq, reqs; tu nebî girîn, lorîn, tu nebî hézi wé çawa bibe? De béje ji me re sitranén derd û dermana, yén can û canana. Béje ku em bikaribin rabin bikevin govenda. Bikevin ber bayén te yén ku carna hénik, carna sar, carna jî germ dibin, me dikelînén, dişewitînén, ji welata dipekînén, dibén diavéjin valahîyan… Divé awaz nemirin; îlham, evîn û însan jî…
Tişta ku tunebûna te bi min dida hisîn, ténegihîştin e. Xéncî te tu kes ténegihîşt min. Béguman tékilîya me dewlemend bû. Gellek tiştén ku me bi hev re girédidan hebûn. Ez demek, gellek li wé dewlemandîyé gerîyam. Pir caran bi tunebûna wé dihisîyam. Lé dostîya me tiştek din bû û xwemalé xwe bû. Piştî te tu kes ewqas nézé min nebû û wek te ténegihîştin min.
Di tené mayînén gellek diréj û di di valahîyén kûr de mam. Min gellek cara xwezîya xwe ji te re dianî. Ketim nav tékilîyén şaş, derketim. Piştî te min ji nû ve dest bi cixaré kir, paşé dîsa berda. Destén min şermîyan kirin, ji singé min ketin, dilé min tezî ma, ji nû ve xwe wergirtin. Tersîyén jîyané tev li ser hev hatin, ez bi tena seré xwe li ber wan sekinîm. Ez diéşîyam béguman, lé éşa ji te dihat jî, herî cûda bû. Lé min ji van qet tiştî venegote te. Ji ber ku te nepirsî. Dil mayîna min ji vî ye. Min, yén ku hevalén xwe, zarok û malbatén xwe, yén ku evînén xwe terikandibûm dîtibû, bihîstibû. Lé divé mîrov terka dostén xwe neke, ji ber ku divé mîrov nekeve.
Paşé? Paşé melûm e, jîyan didome. Li nav çavén kesén ku di hundiré kincan de winda dibin, dinhérim. Di çavén hinekan de, rawestina dinyayé dibînim. Dibe tu bibéjî, “ma dinya jî radiweste?” Belé, radiweste, di çavén hin kesan de.
Ez îro çûm parka bajér. Min li wir jinek dît. Ez hilperîm, min got qey tu yî. Porén wé bipél bûn. Tilîyén wé, wek bejna wé, zirav û diréj bûn. Eynî mîna te bû. Tedî, min bérîya te kirî ye. Dûr nemîne ji xewnén min. Dûr nemîne ji çavén min, ji dest û hîsén min. Min bérîya te kirî ye. Ji kîngé ve ne çavén min li te neketine, guhé min dengé te yé bedew nebihîstine. Tişta herî bedew ku ez li ser difikirim, hé tu yî.
Gava ez wiha ji te re dinvîsin, hîsén ecép xwe didin der. Ez hé negihîştime maneyén van hîsén xwe. Gelo ez hérsdibim ji te re? Xwe ji te vedişérim gelo? An jî dexesîyan dikin, nizanim. Tu manek li vé rewşa hîsén xwe nakim. Lé dizanim, tu édî ne ya min î.
Êvarek, di quncek Stenbolé de dimeşim. Béhna te, ku te ji min re şandîye, ber pozé min e. Êvarek, di quncek Stenbolé, tu dikevî kezeba min. Êvarek, ez dibim bejnûbal, tém dikevim nav dîmenén te. Çavén te yén ji zayenda ewranin, diramûsim. Ji rewayén poré te, diniqutim dilé te. Cîhek ku wé heta zemanén qedîm bidome, vedikim ji xwe re. Li wir cîwar dibim tele tel. Ji te hez dikim, dikevim ber şewqeta te. Bipelîne dixwazî.
Êvarek, tu dibî bijang, té li ser çavén min datînî. Bi xwe re Îzmir tînî. Bi xwe re baran, xwezî û poşmanî tînî. Dil û rih nîvcî dimînin. Êvarek, xemgînî dibarin ser me.
Divé ez miheqek bibînim carek çavén te, ku zayenda ewran e. Çavén te, wekî ku derketine néçîra yakamoza ne. Li kalî binhérén, divé ez xwe tev dîmena wé deré bikim. Birhîyén te, wek şûré lehenga ne. Divé ez wateyén ji rojevé lé bikim. Ji ber ku ké diéşe, ango hé hez dike ye.
Ez dibim bejnûbal, tém dikevim nav dîmenén te. Ji rewayén poré te, diniqutim dilé te. Tu dibî bijang, té li ser çavén min datînî. Dil û rih nîvcî dimînin. Xem nîne hevala min, berxwe nekeve. Li kéderé hatîye dîtin, para rastîyé, ya béîmkanîya evînek sîmetrîk. Ma hezî, senteza xwezayî ya kirde û lékera nîne? Û tu, hevoka vé senteza min nînî? Bihéle, bila evîna me bibe îlhama paradîgmayén mûhtemel ku hé peyda nebûne. Xwe berde heméza xiyalan, bibe şahbanûya min û wisa bimîne.
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext