Seregola Intabê

Bihar Mêvan e

Temo lawo çavê min nabîne, sura vê sibê hênek e li rûyê min dixe, ez dizanim havîn û payîz ji hev diqete teze tê ji alîyê çîyê1

 

Bihar Mêvan e

Demek heye ji serê sibê. Ji hênkahîya destê sibê, di berbanga royê, di bin sîya sar ya çîyayên bilind de. Tu dibê îşiq hêdî hêdî belav nekirîye tarîyê lê ji nişkêve bûye ronahî. Ji nişkêve zelal dibe her der û tu dibê wekî qet êvar nebûye, şev neketîye dorhêlê. Bihar jî wisa ye, tu dibê ji nişkêve hatîye, ji nişkêve qelibîye ser xwezayê.

Mesela rojek nîvro ye, tu li sûkê, li derva, li ser erdê, di bin tavê dayî, tu hew dibînî bihar e. Erê, hê hênkahîya sîha pişta te xwe bi te dide hisînê, raste, lê ji ber ku berê te li tavê ye, germîya wê li ser rûyê te digere. Li ser enîya te, singê te, destê te kelekelek hûrik, tenik, piçûk, zirav diniçîne te.

Wekî ku mezina gotîye, “gur ji zivistanê rizgar dibe lê sura ku lêdaye ji bîr nake” tê bîra te. Tu dibînî û pêdihisî ku germîya tavê û nermîya xwezayê meriv jî bi xwe re germ dike, nerm dike. Bi rastî jî, piştî zivistana dûr û dirêj, piştî berfa giran, işkîya zexm meriv ji bîr dike, dev jê berdide, dihewe.

Tu guh nede yên ku dibên “em ji bîr nakin.” Bedîadem dixwaze ji bîr bike, bi jibîrkirinê dimîne, bi bîrkirinê jîyana xwe didomîne û ji ber ku dikare bîr bike, sebir dike.

Berfa ku dihele tê ji alîyê çîyê, dikeve qarxûna, dibe xûşinîya wan, dikişin tên xwe li orta zikê deşt û zozanan, der û beran, mêrg û zevîyan dixe. Erd têr dibe, hêşînayî şa dibe, keskên wan vediguhizin, vedijin, jîr dibin, dîmenên te dixemilînin. Her wiha şahîya jîyanê, hebûna eşqê, kelecanîya dahatîyên havînê xwe dide der di dilê te de. Bihar ketîye ser te, kulîlk vedidin di te de.

Zivistan çûye ji hewayê. Serma xeniqîye di avê de. Êdî dora erdê ye. Cemre ketine, qerm şikestine, leylek hatine. Bihar temame.

Tu dikarî sivik bî êdî wek pûrtekî. Wek perê darekî, coşa avekî, baskê teyrekî. Divê meriv derkeve gerekî. Lêde here welatekî ku tê de ti nasekî tunebe. Here bikeve otêlekî ku ti eşyakî ya te nebe. Bra pencera wê li xerîbîyê, derê wê li nezanîyê binhêre. Divê meriv derê here sûkekî, bikeve nav qelebalixekî, bêyî ku hevalekî bigre û ti kesî re xebernede. Hebe tunebe tenê bikeve nav fîlmekî spî û reş, bibe qehremanê wê û cixarek vêxe, dûyê wê li hewayê bireşîne.

Nizanim, belkî jî divê meriv qêrarên muhim bide vê biharê. Belkî ev bihar, bihara bijartina rêyek nû ye. Destê xwe bide ber rûyê xwe bifikire û mûristangên di nav xwelîyê de digerin bijmêre.

Divê tu li xwe bizvirî vê biharê. Berîya ku germîya havînê li ser te daneynîye divê tu hewl bidî rêwîtîyek teze. Rêwîtîyek ku wê axirîyê de here bigijîje te.

De bra havîn û payîza te ji hev biqete vê biharê…

————–

1Evdalê Zeynikê