Bilûra Min

Bilûra Min

Bilûra mina şîrîn
Tu di sariya sibehê
û hingûra êvarê de
hevalê bêhevalan,
destebirayê şivan û dilketiyan î.
Dengê te
hêstirên dilên xemgiran,
silava ji hev veqetiyan,
girîn û zarîna dilketiyan
tîne bîra min.
Bilûra min tu yî,
xemrevîna terkeserên dinyayê!

Dengê bilûra min,
çiya û zozanên bilind,
kaniyên bi gul û rihan dorgirtî,
guhê şikeft û serê zinaran
guhdarên te ne!
Û sira bayê xerbî
te di nav pelên darê de digerîne.

Bilûra min,

were emê bi wî çiyayê bilind re
bi hewa kevin,
û bibin cîranê bayên xurt
û hevalê kimtên wan
yên bi mij û dûman,
û tê de dengê xwe berdin,
û zarîna dengê me
bikeve nav kortal û geliyan
û bêcaniya erdên jêrîn
bihejîne;
û pêlên ava heftreng
ên xemzebaz
nalîna me bigehîne
deşta Sirûç û Diyarbekrê;
û beriya mêrxasên Berazan;
û kalîna berxan
tev şahîna hespan
li me vegerînin.

Bilûra min, binêre û bibihîze!
Roj çû ava,
stêra êvarê bû geş,
kolosên çiyan ên gewr
û hewraniyên wan ên sor û zêrîn
bûne çûn;
û pêlên ava şevê ên reş
ketine deşt û newalan
heta rûyê gir û kepezan.
Di qeraca de
kevir piyê şevgera dixapînin
û bêdengiya şevê de
pêjna lingên mêrxasan tê.

Bilûra min,
dengê xwe berde!
Dinya, mîna zarokekî berşîr,
ket dergûşa xwe;
Dengê xwe berde, bilûra min,
û jê re bilorîne,
xema wê birevîne!
Bilûra min tu yî.

Û tu yî,

Xemrevîna terkeserên dinyayê,
û li rohilatê…

Celadet Ali Bedirxan

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest
Nivîs

Schreibe einen Kommentar