Seregola Intabê

Bîstek Ji Zivistanê
Berf dibare. Ji êvar de hêdî hêdî destpêkirîye, ji şev de dewam kirî ye, va serê sibêye hê nesekinîye. Girên spî û şil yên befê bênavber dibarên tên erdê û ji ber ku navber nade û nedaye meriv dibê qey li hewa de asê maye.
Hoto li kolana Dixtoran berbi qehwexaneya Hiko dimeşe. Pê û lingê wî li berfa şil dikeve, heta ber çokan di kort de diçe û dertê, bi zor û zehmet dimeşe. Jîyan li Qerekilîsê di van mehan de wek bûz û berfa demsala xwe hema bêje diqerime. Însan heta mecbûr nebin dernakevin sûkan. Ji ber rê û ber girtî ne erebe li rêyan nakevin, her wiha çûyîn û hatin qut dibin. Gund û bajêr, deşt û zozan, bi giştî dorhêl û jîyan dibin girtîyê destê zivistanê.
Hoto bi zor û zehmet xwe divêje qahwê. Ça ku dikeve hundur germîya sobê li rûyê wî dikeve û libên gir yên berfa ku xwe li ser birî û bijanga raxistîne di heman demê de dihelin, ji ser sûretê dirijin diçin tev li şilehîya erdê dibin.
Hoto hê li ber derî herd lingê xwe zexm li erdê da û berfa li ser şal û qapûtê xwe daweşand. Bişkokê qapût vekir, vê carê herd pêsîran daweşand. Paşê çû ber sobê, herd destê xwe vekir da ber sobê, xwe germ û zaha kir. Her wiha qederek derbas dibe, piştî ku rind germ bû, çû li ser maseyek rûnişt ji xwe re çay xwest.
Hiko çay da ber. Gulmek jê hilda. Gelek bi tem û xweş bû. Jixwe di nav çarşîya Qerekilîsê de çay û hostetîya ti kesî nedigihîşt ya Hiko. Çay li ser agirê dara dipijand û tîrîya demê bi hostatîya xwe tayîn dikir.
Di çend gulma de îskana ber xwe xilas kir. Piştî ku hevek xwe ve hat, ji pencera qahwê li derva nihêrî. Çarşî û sûk xalî bibûn. Ti kes tune bû, ne siwarî ne peya, ne piçûk ne mezin, ti benîalem û zindîyên din nedixûyan.
Ji berîka xwe tizbîya xwe derxist. Hilda destê rastê, kişand. Germîya sobê hingî çûbû zêde bibû, heye ku kincên li ser zaha bibûn, germahîyê zêdetir xwe dida hisîn.
Hinek paşê du kes ketin hundur. Xwe ji berfê daweşandin. Çûn ber sobê xwe germ kirin. Li maseyek li nêzê sobê rûniştin. Çay xwestin. Yek ji wan dora pêncî salî bû. Di serê wî de komek reş hebû, qapûtek qalind li xwe kiribû. Gorê rîs di bin delingên şal de xûya dikirin. Yê din wek xortek dixûya. Serqot bû. Qapûtek dirêj lê bû. Simbêlek qalind û reş li ber poz bû. Di lingan de bot hebûn.
Hiko çay da ber wan. Kalê ji tebaqê libe şekir hilda, serê wê di çaya kel da kir, bir devê xwe, gulme çay li ser da kir.
Paşê çend hebên din jî hatin. Çûn li maseyên vala de rûniştin. Qahwe hêdî hêdî tijî dibû. Berf hê dibarî. Hewa sar bû.
Kalê zivirî ser xortê kêleka xwe, got;
“Tu dibê wê îro rê vebin?”
Xorto, gulme çay hilda û got;
“Ez çi bêjim, tu nabînî ça dibare…”
Kifşe bû ku gundî bûn. Çend roj ewil hatine bazara heywana, yek mîh firotine, lazimîyê malên xwe peyda kirine lê ji ber ku rê hatine girtin, nikarin herin gundê xwe. Ji ber vî ev du roj e di otêlê de diman. Ji bo ku ney dizînê, êvara perê li ser xwe teslîmê resepsîyonê dikirin, sibê zû dîsa hildidan. Serê siba diçûn loqênta Hecî Baba şorbe vedixwarin. Paşê diçûn meydanê, gelo ji gundê wan kes hatibû, nehatibû? Ev du roj e meydan vik vala bû. Demê rê girtî ne. Ji wir jî dihatin qawê, rûdiniştin.
Hoto ji berîka xwe pakêta cixarê derxist. Ji nav de libek hilda. Di navbera her lêvên xwe de bi cîh kir, bi hestê xwe ve agir berdayê vêxist. Piştî ku dûyê xwe berda zivirî ser Hiko, got;
“Bavo tu çayek jî nadî me?”
Hiko jê re çayek din jî anî da ber. Got;
“Tu bêpere nîne Hotê, tê bixwazî, ezê bînim.”
“Erê bavê min emê perê te bidin te, lê emê nedin…”
Hiko serê xwe hejand çû ocaxê, Hoto îskan hilda destê xwe, îskan di nav çenga wî de winda bû.
Li derva berf dibarî û zehf sar bû. İşkî tenê berfa li hewayê de nediqerimand, xêncî wî ti tişt jê nedifilîtîn. Li çarşîyê telaşeya tek tûk yên dikandara ber bi çev diket. Bêr û berfok hildabûn ber derê dikanên xwe paqiş dikirin. Seyyarfiroş erebeyên xwe hê venekiribûn. Neheq jî nebûn, wê kê vê sermayê de derketa ji wan tişt bistanda…
Belê, wekî ku me di serî de jî got, berf dibare. Girên spî û şil yên befê bênavber dibarên tên erdê û ji ber ku navber nade û nedaye meriv dibê qey li hewayê de asê maye.
Jîyan li Qerekilîsê diqerime. Însan heta mecbûr nebin dernakevin sûkan. Gund û bajêr, deşt û zozan, bi giştî dorhêl û jîyan dibin girtîyê destê zivistanê.
Nivîs
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan