Girê Miraza: Kevir Çi Dibêjin

Girê Miraza: Kevir Çi Dibêjin Hevalek min mamesteyê dîrokê ye. Îro agahîyek parvekir li ser rûpela xwe ya medyaya sosyalî de. Dide zanîn ku çûye ser xirabeyên Girê Miraza û lê gerîyaye. Di rûpela xwe de wêneyên Girê Miraza nîşan dide û di binê wêneyan de wiha dinvîse: “Gava tu destê xwe didî ser kevirên […]

Ziman û Raman

Ziman û Raman Murathan Mungan dibêje di helbestek xwe de; carna ji nav helbestên ku bûne favorîyên min de ber çevê min dikeve, min hildide bin tesîra xwe bi rastî. Behsa zemanê berê dike; “Gava em tev hevalbûn, Gava lîstik neqedîyabûn, Hê kesî bêbextî li me nekiribû, Me hê kesî nexapandibû, Berê bû, zehf berê…”

Hafizayek Kurda: Pirtûkxaneya Medya

Hafizayek Kurda: Pirtûkxaneya Medya Li Stenbolé, Kolana Îstîklal dûr û dirêj e. Ji meydané destpédike heta Tûnelé diçe. Di ziké vé kolané de meydanek din jî heye ku bin av û deng e; Meydana Galatasaray di heman demé de meydana Dayîkén Şemî ye jî. Ji salén 90’a heta îro dayîkén ku zarén wan winda ne

Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn

Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn Di sazîya Parîs Fashion Week 2023an de dîzaynkar Lara Dîzeyî eleqeyek mezin wergirt. Dîzeyî da zanîn ku ji bo koleksîyonaê amade bike û modela hilbijêre  mehek ranezaye. Modelîsta navdar ya Kurd Lara Dîzeyî, di sazîya defîleya Paris Fashion Week 2023an de heyela xwe pêkanîye û cilên jinên Kurd pêşkeş

Kurdan Ji Bîr Nekir

Kurdan Ji Bîr Nekir Hunermendê mezin yê Kurdîbêj Aram Tîgranê ku bi eslê xwe Ermenî bû, sala 1934an li bajarê Qamişloyê ji dayik bû. Aram Tîgran beriya niha bi 15 salan, 8ê Tebaxa 2009an li Yewnanistanê koça dawî kir. Aram bi dengê xwe yê zelal û stranên xwe yên xweş di dilê gelê Kurd de

Di Gundên Seregolan de Çanda Mêvanperweriyê

Di Gundên Seregolan de Çanda Mêvanperweriyê Mêvanperwerî di gundên Seregola de yek ji kevneşopiyên herî hêja û zindî ye ku heta îro jî cihê xwe di jiyana rojane ya gel de parastiye. Merivên vê herêmê mêvan wekî xêr û bereketek ji Xwedê tê malê dibînin. Ji ber vê yekê, pêşwaziya mêvanan bi dilxweşî, rêzdarî û

Sembola Felsefeyê: Dibistana Atînayê

Sembola Felsefeyê: Dibistana Atînayê Jî ber ku meraqa min li ser felsefê heye, kevala “Dibistana Atînayê” zehf bala min dikşîne. Ez dibêm ev keval şahê berhemên dewra Ronesansê ye. Merîv hingî lê dinhêre di hostatî û serketîya hunera xweyî de bejna xwe li ber Raffaello ditewîne. Em li jêrê bi hûrgulî li ser disekinin lê

Xwendineke Semantîk ya „Wey Dil“a Şakiro

Xwendineke Semantîk ya „Wey Dil“a Şakiro Di çanda Kurdî  de „kilam“ û „evîn“ du têgehên ji hev neqetiyayî ne. Kilam ne tenê behsa   evînê dike; ew evînê diafirîne, diparêze, şirove dike û carna jî dadigeh dike. Wekî ku Dengbêj Zahiro gotîye: “Em Kurd bi evînê nejiyan, me bi evînê li ber xwe da. Kilamên me şahid in ku dilê me her tim bi evînê lêdixist, heta di nava şer de jî.” Dengbêjî ne tenê stranbêjî ye. Ew saziya herî kevn û xurt a çanda Kurdî  ye ku ziman, dîro,exlaq û nasnameya neteweyekê parastiye. Û dîsa dengbêjî di çanda Kurdî  de ne tenê

Keça Kumsor

Keça Kumsor Rûpel 1 Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran. Hebû tunebû, keçeke piçûk hebû. Herkesî pir ji vê keçikê hez dikir, lê hezkirina dapîra wê ji ya herkesî zêdetir bû. Dapîrê carcaran ji bo ku kêfa keçikê bîne, diyariyek dida wê. Rojekê jî dapîrê kumikeke sor da keçika

Ji Qedexeyê Ber bi Zanîngehê: Rêwîtiya Kurdî

Ji Qedexeyê Ber bi Zanîngehê: Rêwîtiya Kurdî Perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û ji bo pêşketina takekes û civakê gelek girîng e. Jixwe zimanê ku nebe zimanê zanist û zanîngehê, dimire. Perwerdeya bi zimanê dayikê  ji giringiya pedagojîk û zanistî tê. Bi  zimanê dayikê fêrbûn hêsantir e û zarok

Serxwebûna Hunermendan û Mafê Telîfê

Serxwebûna Hunermendan û Mafê Telîfê Hunermendê Kurd Mem Ararat di van rojên dawî de bi videoyekê li ser medyaya civakî nerazîbûna xwe li dijî hin sazî û dezgehên Kurdî, bi taybetî KOM Muzik, eşkere kir. Ew got ku di nav 12 salan de hêjayiya ked û hunera wî nehatî dayîn û mafên telîfê yên hin

Li Cannesê Tîrêja Rojê

Li Cannesê Tîrêja Rojê Dîzaynera navdar a Kurd Lara Dizeyî,  bi yekê ji dîzaynên xwe yên bi navê „Tîrêja Rojê“ beşdarî Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê bû. Dîzaynera Kurd Lara Dizeyiyê ji Rûdawê re daye zanîn ku ku ew  15ê Gulana îsal saet 17:00an li Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê li ser xalîçeya sor meşîyaye. „Îlhama xwe ji rojê wergirtiye“ Lara Dizeyiyê da zanîn ku ew dê yek ji dîzaynên xwe yên taybet a bi navê „Tîrêja Rojê“ li     xwe bike. “Tîrêja Rojê” navê dîzaynek taybet e ku Lara Dizeyî ji bo Festîvala Cannesê amade kiriye. Ew dîzayn ji ronahî û hêza rojê îlhama xwe digire û sembolên Kurdî di hundirê xwe de heye. Lara Dizeyî gotiye ku: “Ev kar hem derbirîneke kûr a

Nach oben scrollen