Bûkê Tune Zar Ziman,

Bûkê Tune Zar Ziman
Xwasîyê Tune Dîn Îman

Bûkek teze anîn peya kirin. Xwesîyê wê roja pêşîn du nan anî, da ber bûkê û gotê :

“Bûkê can şerm neke, lê serê nan ker neke…”

Bûkê jî ji şerma, wê rojê nan nexwer, go :

“ Xwesîya min gotîye serê nan ker meke.”

Sê roj derbas bûn bi wî teherî. Xwesîyê digote bûkê, bûkê jî nan nedixwar.

Rojtira çara, dîsa xwesîyê nan danî ber bûkê û gotê :

“Şerm neke, lê serê nan ker neke…”

Bûkê dêna xwe dayê ji birçîya wê ji qudûm bikeve, anî ji orta nan derxist xwar, tenê qalkê ser nan ma. Wisa sê roja bûkê nan ker nedikir, tenê orta nan dixwar, qalikê nan cîda dihîşt.

Rokê xwesîyê gotê :

“Bûkê tu çira orta nan dixwî qalikê hişk jî dihêlî?”

Bûkê go :

“Tu xwesîya min î, te çi digo, min jî gura te dikir…”

Waxtê bûkê tune zar – ziman, xwesîyê jî tune dîn – îman. Hingê bûkê xwesîyê ra xeberda, şerm jî ji ortê rakir.

Zargotina kurda

Berhev kirin, hazir kirin û nivîsîn: Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl

Jêgir: Seyrana Celad