
Çavnêrîyek
Sibek biharê ye. Perde navber in. Çav li pacerê, li rê dinhêrin. Şewqa yekem ya royê, tev li heyecana xortek dibe. Teşqele li ber tetîk e. Dilşahîya ji bo hemêza ku wê hinek paşê bidestkeve, ji ya tê re ne.
Sibek biharê ye. Zarek ji dayîka xwe destûr distîne ji bo derkeve sûkê. Hevalên wî li bendê ne. Mêrek, nanek teze ya sibê sitandîye, çaya li bendê ye difikire. Jinek mêrê xwe rêwî kirî ye, ji şaneşînê li çûyîna wî dinhêre. Mêrê wê gava li erebê siwar dibe, jê re dest nake. Dilê jinik dişkê, mêrik pê nahise. Ji otobusek qîzek peya dibe. Dilşahîyek di çavên li ber pacerê ne peyda dibe.
Li meşên narîn yên bi gavên piçûk, nihêrîn. Ji halên bizdonek û nazenîya wek yên xezalên ber nêçîra, femkirin. Bi dengê lingên ku nêrdewan hilpas dibe hisîn. Berîya lêdana derî, heyecana di destê dirêjî derî dibe de peyda bûye, ji yê tê re ne.
Destlêdanên yekem, wek azadîyên yekem in. Şaş in. Gelo kalî biçe? Ji kê derê destpê bike? Çawa xwe bîne ziman, xwe çawa raber bike?.
Dawîya wê wek her car yên însanî ne. Bizdonekî û tirsonekî. Yekemî. Ji wê xerîbî. Şerê eşqê û tirsê. Tevlihevî. Pê re dilşahî. Reqsên biar yên bahî. Êşek biyanî. Û dawî, serketinî.
Yekemîni xerîbî ye. Xerîbîyek hovtî ye. Hovîtî haveyna eşqê ye. Her aşiq hovek e di nav golên hîsên xwe de. Her peyvek evînî, şiklê xewnek e ku raberê dilketî dibe. Ji bo yê nayê ji bîrkirin, peyv û xewnên pêşîn. Hey însan vedijên di van de, hey ev şax didin di dilan de.
Zeman dikişîya diçû ji ser wan. Nefsê wan ji halê xwe xweş bûn bêguaman. Lê rihê wan? Rihê wan, di navbera hebûn û tunebûnê, rastî û derewî yê bûn. Rihê wan di xewnê wan, heye ku tenê di xwezîyên wan de bûn.
Paşê zagon danîn navbera xwe. Sînorên wê kifş kirin. Wateyên nû, yên bedew pêşkeşî hev kirin. Peyv û sozên zexm ji parzûna rastîyan derbas kirin, sînor û wateyên xwe bi wan xemilandin. Îteat kirin ji hev re. Di tasek de av vexarin, li ser paldankek rûniştin.
Bihar e. Demsala herî bedew ya salê ye. Sibe ye. Waxtê herî bedew ya rojê ye. Mîrov di waxtê wiha de bi ajdayîna kulîlka dihise. Di waxtê wihan de bêhna nanê teze ku jı firinekî tê dihise. Bêhna xalîya piştî baranê di rojên wiha yên biharan de dişla dike mîrov. Ango bimefer e bextewarî û dilşahî, ger ku mîrov bikaribe bebe “yê/ya din.”
Piştî demek, êdî waxtê dawî yê bû. Waxtê dawîya hevdîtin, ango dilşahîyê. Êdî giranîya valahîya cihêtîyê xuya dikir. Li hember wê valahîyê şer, bêîmkan bû. Jixwe şerek wisa, dibe sedema xwînkirina birînên hîcrana. Mîrova dixe amûrên stranên bişewat yên evînîyê.
Êdî waxtê vegerê bû. Hevdîtin çawa destpê kiribû, cihêtî jî wê wisa çêbibûya. Destê ku dirêjî derî dibû ewqas bi xwestek nebû. Dengê lingên ku ji nêrdiwan peya dibe êdî heyecan nedida. Ji meşên ku ber bi rawestgehê diçû, halên bizdonek, wek yên xezalên ber nêçîra, nemabû. Êdî balkêşîya xwe winda kiribû dengê motorên wesayîtan, perdeyên navber û şewqa tava biharê. Qelp aram bibû, jîrî ji beden çûbû. Her wekî bihar xilas bibû. Her wekî tav xeyîdîbû ji dinê.
Paşê êvar ket ser bajêr, ew roj bi dawî bû.. Mîrovên westîyayî hatin malên xwe yên feqîr. Di malan de zarok, ne li ber xêzefîlman, lê li ber rêzefîlmên trajîk disenîn. Heye ku ji vî bû, zû mezin dibûn. Zarên ku bi tiştên piçûk dilşa dibûn, di destên bavên ku ji kar hatine de, dîyarîyên piçûk digerîyan, lê nedidîtin. Heye ku ji vî ye, hezîyê hîn nedibûn. Bi west û nebextewarîya bavan jî nedihisîyan. Ji ber ku tiştê nû û cihêreng, bala zarokan dikşîne.
Di êvara wê rojê de:
Sê heval, li dervayê bajêr, li ser rê, di hundurê texsîk de sekinîne. Li hîvê dinhêrîn, heyran dimînin ji bedewîya wê re. Di radyoya herêmî de, stranek herêmî dengê wan birî ye. Belê, bêdeng in. Bêdengî çiqas li wan dihat vê êvarê, li vî bajêrê, di bin hîvê de. Di hişê wan de celebîyên halên xerîb yên dinyayê, di dilan de lehîyên hîsan, pêlên okyanûsan, xemên civakî hene. Lê bêdeng in. Li rê dinhêrîn. Ev rêya, bajêra wan bi dinê ve girêdide. Dizanin ji ku derê destpê dike û wê herê kê derê.
Hinek paşê otomobîlek ji wan derbas bû. Mêrek diajot. Li cem jinek hebû. Mêrik mîntanek spî li xwe kiri ye, ji pêşketinên nû re vekirî ye. Li ser jinik sakoyek şîn heye, dixwaze her tişt di rê ya xwe de be. Ji cîhek nêz dihatin, ber bi cîhên dûr diçûn. Mêrik meraq kir: Gelo ew xortên di ereba rawestî de bûn, çima sekinîbûn, çi difikirîn. Di neynika raçav de li wan nihêrî.
Yek ji xortên di ereba rawestî de, dît ku xwezîya xwe li wî mêrikê mîntan spî tîne.Xwast ku dewsa wî de bûya. Bi rêyên dûr û dirêj keta. Biçûya, biçûya, her biçûya. Yê din fikirî ku ji zû de derneketîye rêwîtîyek dûr. Heyfa xwe anî.
Lê şofêrê mîntan spî, bi meraqa xwe ma. Yên din bi vî meraqê nehisîyan. Ne her sê xortên ku li paş ve man, ne jî jina wî yê kêlekê, ku êdî jê hez nedikir.
Baranek tenik dest bi barînê kir. Dîmena bedew ya hîvê nedîyar bibû. Tarî bû.
Lambên Agirî’yê çima wiha çilmisî ne? Berê çêtir bû ev bajêr, ji niha…
Seregol