



Çend Şîrovekirin
„Şakiro Gula Ber Cefayê“
Ev Pirtuk „Şakiro Gula Ber Cefayê“ ya Zerdûşt Öztürk Jîyana Seregola Intabê bi vekirî û bi safî dide berçavan. Bi kurdî pirtuk û nivîs begûman zmanê kurdî xwirt dike û ji bo kesên ku bêjin „Mîrov dikare gelo bi kurdî romanan binvîse, bi kurdî şanokan çêbike, gelo kurdî zmanekî edebîyatê ye an na?“. Ev pirtuk û wek pirtukên Mehmet Uzun dikarin bersiva van kesan zêdetir bidin. Giringe mîrov xwe acizbike, wan Pirtuk, nivîsên bi kurdî tê nivîsandin bixwîne, û şîrove bike. Em Kurd li herderî bi zmanê ejnebîyan hîndibin û bi zmanê ejnebîyan dinvîsin û dixwînin, gelo çima em bi zmanê xwe naxwînin, anjî nanvîsin?
Şîrovekirina xwendevanekî
Beyanî baş,
Keko ji ber ku ez niha malda me, mecal peydabû û min karîya pirtûka te binva hêdî hedî carek din bixwînim.
Qawe ji bo kêfê tê vexwerin, dilop û dilop, qim û qim, zarxweda berdana qawê; ne qawe vexwerine, bi zu daqûlandina qawê mîrov nikare tu kefekê bigire, ji ber vê min pirtûka te carek din hedî hedî, niqir û niqir xwend, tam û sud ji werxirt, hinek peyv ji bo min jî nû bûn, min îşaret da ser wan û ew yek û yek avitin tûrê xwe, roj bê ew ji tûr derkevin û bên karanîn, ez zêde li ser gramatîkê nesekînim, ew bla bibe karê Kek Saîdo, ezê carek din binêrim eger min cîhekî rêzxeteyek dîtîye bo çapa dudîya ezê ji tera rêkim!
Zmanê pirtûkê xweş e; pirtûkêda xaze, dîrok û hûnera dengbêjtîye xweş hatîye serê ziman!
Lê pirtûkê da erdnîgarîyek, sosyolojî û psîkolojîya Kurmancan tê ber çavan, tê serê ziman, bijî, rastî bijî û dest xoş!
Dema min temamîya pirtúkê binva xwend, ez xemgîn bûm, min nexwest pirtûk dawî bê!
Lê bo vê katê pirtûka te di vê formatêda têra me, tera hinekan bike, ber ku xwendewanên Zimanê Kurdî hîna dest û pê girêdayîne, li min dîsa jî xwe pirsî û got: Zerdûşt dikarîya di beşekêda jîyan û tekîlîya jinan zêdetirîn binivîse, dikarîya, karê wan yê kûlînê, gotûbêj û qwirtûpistên wan, manga û pez dotina wan, karê wanî rojanî di beşekêda êleg û bêjing bike!
Wekî din min xwe pirsî, tekîlîyên Şakiro û dewletê çawa bûn, lêşkerbûn di jîyana Kurmanca da cîheki taybet digire, Şakiro ew kata çawa derbas kiribû?!
Lê Zerdûşt evîn û eşqa gel Seraye û Xanimê berfire û hurûhur binivîsîya nedibû?
Bê gûman dengê defê ji dûr ve xweş tê, lê tu were yê ku li defê dide bipirs!
Heral ew herdu xanimana hîna ser pîyanê û mahrema wan bê parastin!
Zor spas, mêjûyê te xwirt bimîne, berhêmên nû pêsîra te bernedin, xwezi min be ku; ji min re wext peyda bû û min karîya Şakiro Gula Ber Cefayê hedî hedî bixwînim…..
Bimîne nava xêr û xweşîyêda.
M.Gazî Kiliç
Nivîs
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- NÊRÎNA MELAYÊ CIZÎRÎ LI WEHDETU’L-WICÛD
- Çend Şîrovekirin
- KÊ ZANE
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan
- Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê
- Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
- Çîroka Kilama “Dunyayê”
- Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
- Qotikên Cixarê
- Di Şikefta Kulê de Du Evîndar: Rizgan û Nûrê
- Prometheûsa Rojhilatê: Kawa
- Kincên Jinan
- Dayîka Kemanê
- Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan
- Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê
- Xwarin û Xurek
- Serpêhatîyên Stranên Kurdî
- 10 Wênesaz 10 Tablo
- Ez Çermesorikim û Tênagîhim
- Şahbanûya Kurda Jinemîra Balerîna: Leyla Bedirxan
- Edebîyat Bi Kurdî Xweş e
- Enverê Kerem Nadîrov XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ
- Nuroyê Meter
- Xeyal Bê Sînor in
- Bilûra Min
- Evîna Te Ez Bernedam
- Ax Ax Zaroktîya min
- Bi Şanazî Li Dinyayê Dinhêrim
- Tava Rojê Rûye min da
- Zîndan sar e
- Mamed Axa û Bekir Beg
- Şivan û Ruvî
- Kêzika Tebaxê û Mûristang
- Mîha Kulek
- Dîkê Sîs
- Çîroka Barçêmkê û Silêman pêxember
- Xalis Beg di Çapamenîya Tirkan de
- Xatirxwazî
- Chris Kutschera Çû Ser Dilovanîyê
- Çavnérîyek
- Ahmedê Xanî
- Dengé Te Té
- Di Sirén Hevokan de Mamostayek
- Berf Dibare Ser Bavekî
- Birayên Me yên Jîyanê: Êzdî
- Bibe Dengé Kemanek
- Şivanê Kurmanca
- Ey Hemrazé
- Zimané Çavan
- Xalis Beg Di Kovara Kürt Tarihi De
- Girava Tamara, Dêra Ermenîya
- Kurdên Penaber û „Jîyana Bextewar“
- Kela Wanê
- Paytexta Sedsala Antîk: Acropolis
- Li Hember Bayê
- Qehremané te bûma
- Hikmeta Jîyané, Agir û Evîna Heyînî yé
- Gola Mêra
- Mixtarek Kal, Bédengîyek Piçûk
- Wêneyek
- Serhonazê Kal
- YİBO
- Rastîya Evdalê Zeynikê, Şaşîya Mehmed Uzun
- Şakiro û Têkilîya Bi Reso re
- Di Hucrek de
- Mem û Zîn
- Sîyabend û Xecê
- Hafizayek Kurda: Pirtûkxaneya Medya
- Kendal, Însan û Ziman
- Gîhadirûn
- Cigerxwîn: Kêye Ew
- Sal Hatin Mîna Gava
- Hêvî û Heval: Yilmaz Guney
- Qaçax
- Nobedarê Nûjen: Celîlê Celîl
- Bîstek Ji Zivistanê
- Ezîza Dilê Guhdaran: Eznîva Reşîd
- Xweşmêrê Kurmancîya Şirîn: Keremê Anqosî
- Di Anabasis de Şerê Hellen û Kardûkhîyan
- Marlon Brando, Oscar û Çermesorik
Dieser Beitrag hat einen Kommentar
Kê vê pirtukê bixune û li seregolê zartî û xortanîya xwe derbaskiribe, dizane ev pituk behsa çi dike. Wek ku nivîskar jî dide ber çavan, jîyana seregole ya sosyalî, çandî, aborî jîyaneke Kurmancan e. Dema ku ev pirtuk gihîşte destên min, hemi heval û nasên ku min 33 salin nedîtine, yek û yek hatin bîra min û kentin berçavên min. Eger ku mîrov li wandera li ziwistan, bahar û havîna wn deran difikire, mirov pir xemgin dibe, mirov hizdike ku carekî disa van kesan û van deran bi çavên xwe bibîne.
Mîrov ku li ser Heremên jîyana xwe ya zartî û xantanîyê bi zamnê xwe bixwîne, ewqas zêdetir jîyana wê heremê tê berçavan.
Destên Nivîsakar saxbe!