Chris Kutschera Çû Ser Dilovanîyê

Chris Kutschera Çû Ser Dilovanîyê

Rojnameger, lêkolîner, dîroknas û fotografvan ê Fransî Chris Kutschera ku wekî dostê Kurda dihate nasîn, di 79 salîya xwe de, jîyana xwe ji dest da. 

Chris Kutschera, di sala 1938’an de li Fransa ji dayîk bû. Bi xebatên xwe yên bi taybet yên li ser Rojhilata Navîn û Kurda dihate nasîn. 5 pirtûk û bi dehan nirxanî, raport û gotarên Chris Kutschera li ser pirsgireka Kurdî heye. 

Chris Kutschera, di sala 1960’an de Zanîngeha Sorbonne qedand. Li Guatamala’yê rojnamegerî kir. Li rojnameyên wek Le Monde Diplamatique, Le Monde Coailys, The Middle East Magazine, El Wasat û El Mundo de bi nivîs û gotarên xwe ve tekoşîna Kurda bi dinayayê da hisandin.  

Chris Kutschera, vê axirîyê li nexweşîya Parkînson qelibîbû û di roja 31 Tîrmehê de jîyana xwe ji dest da. 

Çend pirtûkên Chris Kutschera yên li ser Kurda wiha nin:

Di Sedsalên 19. û 20. De Dîroka Kurda, Pirtûka Reş ya Saddan Huseyîn, Çîroka Dîroka Kurdistan, Tevgera Neteweyî ya Kurda û Hêvîya Serxwebûnê, Xewna Serxwebûnê, Çîroka Dirêj ya Kurda

Chris Kutschera, ji  ber xebatên xwe yên li ser Kurda, di sala 2013’an de “Nîşana Berzanî” hilda ye. 

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest

Schreibe einen Kommentar