Cigerxwîn: Kêye Ew

Cigerxwîn: Kêye Ew

Wek tê zanîn Gabriel Garcia Marquez, ji hostayên herî mezin ya wêjeya cîhanê ye. Gelek berhemên têr û tijî dîyarê edebîyata nûjen kirîye.  “Duşeme Sor” û  “Di Rojên Kolerayan de Eşq” berhemên herî naskirî ne. Lê tacê tim berheman, bêguman “Tenêtîya Sedsalî” ye.

Li ser “Tenîtîya Sedsalî”  gelek şîrove hatine kirin, gelek kelîme û hevok li ser kin û dirêj bûne çûne û hê jî didome. Lê di nav dewlemendîya van şîroveyan de ez tenê tiştek dibêjim; bi min, ev romana bêemsal, li ser tenêtîya di nav qelebalixan de ye, li ser tenê mayîna di nav civakan e.”  Yên ku xwendibin, dizanin ka ev çi wate ye. Lê dîsa yên ku xwendibin wateyên cûda jî lê dikin.

Herçî Marquez e, li ser tim şîroveyan, li ser tim wateyan tiştek din dibêje: Însan bi hev re bikenin, bextewar in, bi hev re bigirîn, dost in.

Cigerxwîn him bextewarîya me him jî berdevkê dostîya me ye. Bextewerîya me ye ji ber ku hisîyetên me yê herî tenik bi zimanê me terîf kirîye û dil û devê me bi tema edebîyata eşqê, evînîyê û nazenîyê daye nasîn.

Belê, di heman demê de nîşana dostîya me ye jî… Cigerxwîn, daye nîşan ku em tenê bi halê xwe neketine, tenê bi derdê xwe naşewitîne, haya me ji dunyayê jî heye. Mesela Robson, hevalê me ye, reş e, reşik e lê li ber dilê me ye.

Ey heval Robson dengbêjê cîhan

Rengê te yê reş tê ber çavê me

Dengê te yê xweş, xweş tê guhê me…”

Cigerxwîn, belê şagirtê medreseyan e,  mele ye lê her hevalê  bindestan e. Robson jî bindest e, ji ber ku reşik e. Cigerxwîn,  li ber dengê xweş ya Robson, şaşmayîya serdestan wiha tîne ziman;

“Dibêjin reşik çawa şîyar bûn

Destê hev girtin li  ber me rabûn?…”

Bi vî pirsa serdestan, bextewar dibe bêguman Cigerxwîn û bi kelecan gazî dike, dibê, “dengê te, xweş tê guhê me... Û dilê xwe jê re vedike, derdê xwe dide der, pê re parvedike.

Ey heval Robson! 
Ne tenê reşik ketin bin destan
Em jî sipî ne mane perîşan…”

Ew hevalê bindesta ye, hevalê feqîr ú belengaza, ketî û perîşana ye. Lê di heman demê de dildar û maşûqê jîyan û cîhanê ye jî. Loma dibê, “ev cîhana xweş, besî teva ye, çi sipî çi reş, divê derbas kin rû biken û geş…”

Di hêlek din de jî gazî dike, her gazî dike. Dibê, “keçê rabe serî hilde, divê çaxê weha nabî, binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xew de bî?”  Her wiha gazi jina dike û dixwaze rizgarîya wan pêk were. Lê ne tenê li ser rizgarîya jina disene, di heman demê de rizgarîya civat û netewa ku jin têdane jî dide ber çev. Loma dibê; “gundî û rêncber bî, welatparêz û perwer bî, çi sipî, çi esmer bî, bajêrî yan gundî bî, dîya şêr û pilinga bî, hevala serbilind bî.”

Bi gazîyek wiha Cîgerxwîn hin rola kesayetîyê dide jina û dixwaze wan di bin sîha serdestîya mêra rizgar bike, him jî rola dayîktîyê dide ku her wiha wekî hemû çandên qedîm yên dunyayê “dayîkjinîyê” pîroz dike. Dibê;

“Erê şoxê, erê şengê,
Girêdayî hata kîngê?..”

Şaîrek ku xwedî gazîn û gazin e, madem ku bang dike, em dikarin li ser hûr bin, gelo  ji bo xwe çi dibêje? Bê guman bal dikşîne ser xwe jî, dibê “kîme ez?” Û bersîva xwe wek “ez xweş mîrov im, ne hirç û hov im” eşkere dike.

Lê bêguman eşq jî heye di dilê xwe de. Ew jî wek şaîrê Îtalyan Tasso difikire; “ew zemanê ku ji bo eşqê xerc nebûye, zîyan e.” Jixwe kesek ku nebe aşiq û maşûk, li ber agirê wê derdê neşewite, nekeve û ranebe, ax nekşîne, lîyan neke, dil û hîsên xwe, bi postê li ser xwe ve ber ranexe, tune nebe, nehele ka wê çawa bibe, ça bike ku bibe şaîr?… Ji bo yê ye hunera herî zexm ya şaîrîyê, heye ku terîfa bedewîyê be;

“Çen gewher û diranzêr şekir ji dev dibarî,
Di guh de zerguhar im, gerden mermerî.

Çavên nekilkirî, reş xûya ye poz bilind e,
Rû pût û lat û mabût, zilfên du ejder e.”

Lê realîteya heyatê jî heye ku meriva, bi taybetî şaîr û hemû hunermenda bi xwe ve girêdide. Nerûda şaîrê Şîlîyê  bû û di heman demê de nûnerê hikumeta welatê xwe bû jî. Li Burma, Seylan, Java, Singapûr, Buenos Aires, Barselona û Madrîdê bi salan karê nûnertîyê kirîye. En zêde jî, dema serdestîya Salvador Allende bûye nûnerê Fransayê.

Şaîrê Alman Bertolt Brecht, xêncî demajoya her şerê Cîhanê, li welatê xwe kêf kirîye. Di xortanîya xwe de hema bêje bohem bûye, di axirîya emrê xwe de jî li welatê xwe qomînîstek azad.

Wek tê xûyan mînak zehf in. Lê em werin ser şaîrek ku xwedîyê zimanek qedexe ye. Ka gelo jîyana şaîrên qedexeyî çawa nin. Helbet ewê bişibe miletê xwe. Helbet wê bikeve û rabe, helbet wê bitehise, biherçiqe, bimirçiqe lê wê her berxwe bide, bimeşe, biweje û bikişe. Mecbûr e, ji ber ku şaîr, maqûl û ronak bikevin, milet jî dikeve. Cîgerxwîn di vê mijarê de mînakek zelal e. Jîyana wî jî her wiha tevlihev e.

Di sala 1903an de li gundê Hesarê ku li ser Elîhê ye hatîye dunyayê. Navê xwe Şehmûz Hesen e. Bi destpêkirina Şerê Yekem ya Cîhanê bi malbata xwe ve derbasî Amûdeya Sûrîye dibe. Li wê derê di sala 1921an de Fakûlteya Teolojîyê dixwîne û wekî wezîfedarek olî dest bi xebatê dike.

Heta sala 1973an li Sûrîyeyê dimîne. Di van salan de bi piranî li sîyasetê re meşqûl dibe, partî û sazîya ava dike, dikeve û radibe, tê girtin û berdanê, welhasil gelek zehmetî dikşîne.

Di 1973an de diçê Lûbnanê. Berhema xwe yê herî naskirî ya ku bi navè “Kîme Ez” tê zanîn li wan sala, li Lûbnanê derxistî ye.

Piştî demajoya Lûbnanê di sala 1976an de diçe Swêdê û heta ku di 81 salîya xwe de diçe ser dilovanîya xwe li wir dimîne. Jixwe xebatên xwe yên edebî bi giştî li Swedê serrast dike, dinivîse û diweşîne.

Lê meriv li ser dunyayê, di orta zikê gerdunê de be jî hesret û bêrîya welat pêsîra meriv bernade. Jixwe ya şaîrek, ya dildarê welatek, dew û dozek, ya aşiq û maşûkek divê qet bernede. Ji bo vê piştî wefata wî tînin li Qamiloyê bi cîh dikin, serê wî datînin ser erdê welatê wî…

Berhemên wî bi giştî wek jêrê ne:

  • Diwan Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî1945 Şam
  • Diwan Dîwana diwem: Sewra Azadî1954 Şam
  • Diwan Dîwana siyem: Kîme Ez?1973 Beyrûd
  • Diwan Dîwana çarem: Ronak, Roja Nû 1980 Stockholm
  • Diwan Dîwana pêncem: Zend-Avista, Roja Nû 1981 Stockholm
  • Diwan Dîwana şeşem: Şefeq, Roja Nû 1982 Stockholm
  • Diwan Dîwana heftem: Hêvî, Roja Nû 1983 Stockholm
  • Diwan Dîwana heyştem: Aşîtî, Avesta 2003 Stenbol
  • Diwan Dîwana nehem: Salar û Mîdya, Avesta 2003 Stenbol
  • Diwan Dîwana dehem: Şerefnama Menzûm, Avesta 2003 Stenbol

Çîrok:

  • Reşoyê Darê, Lîs  2008Diyarbekir
  • Cim û Gulperî, Lîs 2008Diyarbekir

Berhemên li ser ziman û çand:

  • Destûra Zimanê kurdî1961 Bexda
  • Ferheng, perçê yekem1962 Bexda
  • Ferheng, perçê diwem 1962 Bexda
  • Folklora Kurdî Roja Nû 1988 Stockholm.
Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest
Nivîs

Schreibe einen Kommentar