
Çîroka Barçêmkê û Silêman pêxember
Rojekî ji rojan Silêman pêxember nexwaş dikeve û nexweşîya Silêman pêxember, li nav çin, perî û teyîr-tûyan belav dibe. Hemû çin, perî û teyîr-tûyan xwe bi lez amade dikin û serîyo bi qurbana lingan bî, bi lez berê xwe didin dîwana Silêman pêxember…
Hemû dicedînin ka kê berê xwe digîhîne Silêman pêxember. Lê çûcikek bi lez-bez berîya çin, perî û teyîr-tûyan, pir dide piştî demek dirêj perîya hemûyan xwe digînê dîwan Silêman pêxember. Ev çûçika di derî ra xwe davêje hindirê dîwana Silêman pêxember û temaşe dike Silêman pêxember nexweş û helake û rewşa wî gelek xirabe. Silêman pêxember di nav nivînan da xwe pêçaye û dicirife, qîrçîna diranên Silêman pêxember li hev dikevin. Gava çûcik Silêman pêxember di wê rewşê da, ku dibîne û kelo girî dibe, bo Silêman pêxember hêsiran dibarîne û kela wê dananîne û dest pê dike bi nikulê xwe ve pûrta xwe dirûçikîne davêje ser Silêman pêxember. Dixweze bi pûrta xwe va Silêman pêxember germ bike lê dawîyê da bi xwe rût û tazî li holê dimîne…
Demek şûnda, qêrçîn û şingîn dikeve derî, çin-perî û teyîr-dûyan bi hevdu ra dikevin hindurê dîwana Silêman pêxember. Yeko yek xwe bi Silêman pêxember didin nas kirin, yê dibêje ez zoro me, yê din dibêje ez zîvo me, herwiha hemûyan yek bi yek xwe bi Silêman pêxember didin naskirin. Li dor Silêman pexember tov dibin, demek şûnda Silêman pêxember ji hilman û germê û xûdan dide hike pê pak dibê û radibe di nav nîvînên xwe rûdinê.
Lê ew çûcika ku pûrta xwe ji bo Silêman pêxember rûcikandibû, tazî û rût mabû û ti kesekî li rûyê wê nehêrî, çûcikê teyax neda ji şermkirinê, pir da ji dîwana Silêman pêxember derket.
—————–
Ji wê rojê heta ev roj, ew çûcika nav di nav rojê da dernayê derva û tenê bi şev dertê û digere. Kurda navê wê çûcikê danî Barçêmk. Li ser rûtbûna Barçêmkê, Kurdan gelek çîrok gotin, lê mixabin hêjî hinek Kurd wek wê parçêmkê xwe ji bona dagirkeran dirûçikînin…!!!
Xwendevanek
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm