
Dayîka Kemanê
Qîzka Kirmanc
Dayîka kemanê bigir hemêza xwe were pana Elegezê
Simbil û lalara bilorîne
Xezala Spikî wî alî hevîya dengê teye
Xorto
Çeloya xwe hemêzke û derkev li ser Çîyayê Qertewînê
bi aheng û maqama hezar salî dengê xwe bilindke
Bistêr
Bla dengê te Sîpanêra bibe peyam
Bigehîje Sîyabend û Xecê
Qîzê
Dayîka kemanê bigir hemêza xwe û biçe hundirê Nemrûde
Di bin nûra rengên çilwelîda
Ji Gola Nemrûde tasek ava sar hilgir û vexwe
Telên dayîka kemaneyê biqwit û bade
Bla dengê te bigehîje sere erdê û binê erdê
Xorto
Çeloya xwe bigir hemêza xwe û were ser Reşko
Li ber berfa salan rûne
Gwih bide xûşîna avê
Bade û biqût têlên çeloya
xwe
Bla dengê te heta Erdpara Ewropa biçe û qîzên xwînkehl yên Spanî xayz bibe
Qîzê
Çeloya xwe bigir û were nava dilê minda rûne
Telên çeloya xwe bade, biqût û aveke li ser dilê evîndaranda berde
bla ew ji weku min serxoş bikevin
Bîrkin derd û qisawetên dine
………………..
Ji Deftera min
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm