Seregola Intabê

Dengé Te Té
Li ber deré te me. Li ser sînoré te. Qaqlîbaz difirin li ser behré. Baské xwe hédî hédî dihejînin, nerme nerm, tele tel difirin, li ser rûyé avé digerin. Derketine néçîré, li pey mesîyén piçûk in. Gava ez li çev qaqlîbaza dikevim Jonathan dikeve bîra min.
Jonathan qehremané pirtûka Richard Bach e. Bach, di kurteromana xwe ya bi navé “Qaqlîbaz” de behsa bira qaqlîbaza dike û di heman demé de çîroka Janathan dinvîse. Ev pirtûk di sala 1994’an de bi wergerîya Osman Özçelik bi Kurdî jî weşîya ye.
Malbat û refén qaqlîbaza tené ji bo néçîré difirin. Baskén wan hema béje di bin bandora ziké wan de ne. Derdikevin néçîré, diçin malén xwe, ji malén xwe dertén dîsa dest bi néçîré dikin. Jîyana wan, firandina wan tené ji bo néçîré ye.
Lé Jonathan ne wisa ye, ji wan cûda ye, dixwaze her bifire. Tené bifire û heta béhna wî hebe û heta baské wî biqedîne ber bi bilindahîya bifire. Beré tené dimîne, her qaqlîbaz, dé û bav rexne lé dikin. Lé ew guh nade kesî, her difire, diçe herî jorahîya ezmana ku ti qaqlîbaz hé neçûbûné. Ew azadîyé dijbére û bi seré xwe dimîne. Zeman té azad dibe, azad û tené. Paşé, piştî waxta dîsa rojek ku di bilidahîya ezmana de bask dihejîne, dibîne ku refek piçûk ber pé tén. Tev hevalén wî ne. Xwe bi Jonathan girtine û hatine, ew édî qehremané wan e. Her wiha Jonathan dibe mînak ji qaqlîbazan re. Daxwaza azadîyé bi serdikeve, heyal serdikeve û xweşoreşa îdealîzmé kar dike.
Belé, mîna ku di seré nivîsa xwe de jî got, qaqlîbaz difirin li ser behré. Baské xwe hédî hédî dihejînin, nerme nerm, tele tel difirin, li ser rûyé avé digerin. Gava ez rastî refén qaqlîbazan tém her pirsa Jonathan dikim, qehremané wan diecibînim.
Guhé min li te ye. Dengé çivîka tén ji te, dengé pélén behré, dengé motorén qayîkén mesîvana, yén keştîyén réwîya û béhna héşînahîyan…
Tu biharî, hévî didî herkesî. Zindî para xwe hildidim ji te. Tu mizginîyî ji. Mizginîya hévîyanî. Ké dibé demsal borî ye, berf barî ye, li ser duné kelecana te heye.
Wé hénkaya te me bigihînine évara, şevén me wé bi tavehîva te ronî bibe. Wé candar ji hev zéde bibin, mîrov wé li ser rûyé te bi hev bihisin.
Piştî şerté giran yén zivistané, édî réyén gunda vedibin, qermén qalind dihelin, béhna hebûn û bereketé li nav duné belav dibin. Êdî germa tava te wé postén me, hunduré me germ bike.
Li ber deré te me. Dunya diguhure. Tu demsalek cûda yî, guhurandin î, ji nû ve bûyînî tu. Bi hatina te dengé moza, wîte wîte çivîka, xwuşîna çem û qarxûna té dikeve nava me. Her wiha hezkirîya jîyané yî tu.
Nîvcîhmayînén ku ji zivistané mane, ew dengén ku di qefesa dilan de fetisîne, bi te rizgar dibin édî. Qedîya ye bi te waxté sekné, kerbûné. Tu bihar î, hévî yî, can î, hezkirin î.
Bé nemabûn, divé meriv bi serbilindî bijî édî, bi nérînén bé dûman li dorhélé binhére, çevén xwe li ser dunyayé bigerîne.
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan
- Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê
- Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
- Çîroka Kilama “Dunyayê”
- Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
- Qotikên Cixarê
- Di Şikefta Kulê de Du Evîndar
- Prometheûsa Rojhilatê: Kawa
- Kincên Jinan
- Dayîka Kemanê
- Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan
- Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê
- Xwarin û Xurek
- Serpêhatîyên Stranên Kurdî
- 10 Wênesaz 10 Tablo