Seregola Intabê

Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan

Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan

Hingî ku di dîroka mîrovahîyê ji serdema êçîrvanîyê veguhizî ya cotkarîyê jinan jî serdestîya xwe winda  kirin. Ji serdema cotkarîyê virda jin ne tenê ji serxestîya xwe di heman demê de ji deng û rengê xwe, ji heq û hiqûqên xwe, serbarî ser ji bedenên xwe jî bûn. Idî ew di çand û folklora gelan de, di tim şaristanî û olan de, li her welatî û di nav tim miletan de tenê bûn “yên duyemîn.” Dengên wan qut bûn, baskên wan şikestin, rengê wan çilmisîn.

Her wiha ji bo evîn û daxwazên wan, tirs û xemên wan, hebûn û jîyanên wan rê û rec gelek teng, kêm û tune bibûn. Xêncî hin nîşan û nîşaneyan, deq û sembolan.

Li hin herêman tê dîtin ku jinan lêvên xwe bi deqan reş kirine. Li gor hin çavkaniyan berî Îslamîyetê li bazarên Mekkeyê zilamekî xwestiye bi darê zorê jinekê maç bike. Jin birêxistin bûne û li dijî vê bûyerê li ser lêvên xwe deq çêkirine. Mirov dikare deqên li ser lêvan wekî berxwedan an jî serîhildanekê jî şîrove bike.

Neqşên li ser bedena wan dibin deq û her deqek bi wateya xwe ya xweser dibe nasnameya wan. Li erd û ezmanan hilnayê idî. Derîyek hêzê vedibe ji wan re. Dil digerîne di aramiya bayekî nermik ê biharê de. Baweriyek dipêçe dil, zîl dide di dilê jinan de. Roj bi roj qayîm dibin rayên baweriyekê, bedena jinan dibin erdnîgariya hêvîyên mîrovahî û hêzîyê. Li erdnîgariya jinan dibe dil dikeve xwezayê, her parçeyekî xwezayê bi wate dibe, her wateyek li ser bedena wan şîn dibe.

Welatê Kurda yek ji wan welatan e ku bi taybetiyeke çanda xwe balê dikişîne ser xwe û her taybetiyên hemû mirovan ji hev diguherîne. Îro bi zêdeyî di nav jinên Êzdîyan û li heremên wek Riha, Mêrdîn û Amedê kevneşopyek berdewam e.  Jinên Kurda bi şeklên deqên xwe yên cûr bi cûr kolanan dixemilînin. Çîroka her şiklekî û wateya wan ji hev cûdatir e. Lê her deqeke li ser bedena jineke kurd didin pey çîrokên cûda û bala mirovan dikişînin ser çîrokên xwe. Deqên li ser bedena mirovan ji dîrokê heta roja me bûne sembolên bawerî, evîn û bereketê. Di her şiklekî deqan de wateyeke cûda heye.

Deqên ku li gelek bajarên Kurda dibin nîşaneya çandê, xwedî dîrokeke qedîm in. Berî zayînê di sedsala 5’emîn de şopên deqan li welatên Afrîka û Amerîkaya Başûr hatine dîtin. Piştî vê dîrokê li Avusturya, Îtalya, Mezopotamya, Yunanistan, Çîn û Zelandaya Nû jî çanda deqan di nav civakê de berbelav bûye.

Wexta meriv li dîroka çanda deqan dinêre meriv dikare bibêje ku berî serdema ku nivîs were keşfkirin ev çand wekî nivîsê hatiye bikaranîn. Di derbarê çanda deqan de di dîrokê de cara yekem di sedsala 6’emîn de Amidenus Astiusê bi tibê re eleqedar di pirtûka xwe ya bi navê “Medicae Artis Principes” de behsa deqan kiriye. Di pirtûkê de alavên ku di çêkirina deqan de tên bikaranîn û çêkirina wan hatiye nivîsandin.

Ça Hatîye Çêkirin

Di destpekê de şîrê dayikan dixin nava teniyê û distrin. Bi taybetî jî şîrên dayikên ku zarokên keç dimejînin tê bikaranîn. 

Piştî ku şîr û tenî tê têkelkirin, pêşî şeklê ku tê xwestin li ser dest, rû yan jî lingên mirovan tên xêzkirin. Cihên xêzkirî yek bi yek bi derziyê tên kutan. Di vir de ya girîng ew e ku cihê ku derzî lê dikeve divê xwîn jê were. Wexta ku xwîn jê hat, cihê xwînê bi wê tişta ku hatî amadekirin tije dibe.
Her çiqas vegotina vê yekê pir hêsan be jî ev pêvajo ne ewqasî hêsan e; têra xwe canê mirov diêşîne. Carinan mirov ta digire û dikeve nav nivînan. Lê li gel vê yekê jî watedayîna deqan girîngtir tê dîtin û bi sed salan e kevneşopî bi vî awayî berdewam dike.
Piştî ku deq li ser bedenê hat kutan bi çend rojekê cihê deqê hêdî hêdî qalikê xwe diavêje û şeklê deqê derdikeve holê.

Bi Piranî Şeklê Deqan

Bi piranî şeklên ku têne xêzkirin motîfa rojê ye. Li gor riwayetan ev şekl sembola jîrbûn, zîrekbûn û dilovaniyê ye. Tê bawerkirin ku kesên vî şiklî çêkin wê di axîretê de neşewitin. Her wiha motîfên rojê û heyvê nîşaneyên daxwaza jiyaneke bêdawî ne jî.
Motîfa ku dişibe xaçê bêtir ji bo nezerê ango da ku çavên xerab ji ser mirovan rabin tê xêzkirin. Sê xalên ku li ser destên zarokên kur tên xêzkirin da ku mirin ji wan dûr bikeve tê çêkirin.

Li ser gerdena hin jinan deqên darekê hene ku wekî dara jiyanê yan jî wekî dara binemala mirov tê şîrovekirin. Bi vî şeklî tê xwestin ku destpêk û bi dawîbûna jiyanê were şîrovekirin.
Ji xêncî van şeklan gelek cûreyên din jî hene. Her çiqas li ser şeklên wan lêkolîn hatibin kirin jî hê jî hin cûreyên ku nepeniya xwe dihewînin hene. Pirî caran jinan da ku hewî neyên ser wan li ser bedena xwe hin motîf deq kirine. Jinên ciwan ji bo şibandina xweşikiya xezalê carinan şeklên xezalê deq kirine.

Wateya Wan

Wexta ku meriv ji aliyê wateyê ve kevneşopiya deqan binirxîne mirov bi rehetî dikare bibêje ku bawerî û daxwazên xwe bi xwe re bi awayekî şênber gerandine. Xurtbûna daxwaz û baweriyê hêviyek bi mirovan re çêkiriye. Ev hêvî bûne motîf û bedena mirovan xemilandine.
Kevneşopiyeke kevnare li gel wateyên xwe yên girîng û balkêş a dîroka kurdan, baweriya wan û hêviyên wan ên jiyanî digihîne heta roja me.

Her çiqas di roja me de deq li piraniya cîhanê bi wateyên cûr bi cûr werin çêkirin jî bingeha wan digihije deqan û motîfên deqan. Helbet di roja me de deqên ku li cîhanê têne çêkirin li gor her mirovekî xwedî wateyeke cûda ye. Heta dibe ku hin mirov tenê ji bo xweşikbûnê jî bedena xwe xêz bikin. Lê deqên li welatê Kurdan tên çêkirin wekî kevneşopiyekê digihijin nifşên nû.

Îro

Li welatên rojava, li Awrûpayê îro deq û nîşan bûne mode û sînor jê re nehiştine. Îro ne tenê jin, mêr jî her derê bedena xwe  deqdeqî dikin û jê re dibêjin Tatto. HInek pispor deqkirina bedenê xeter dibînin, hinek jî xeterîyê tê de nabînin. Lê di her halûkarê de deqandin îro bûye modeyek. Her wiha deqêen jinên Kurd ketine objektîfa Reutersê jî.

——————————-

Çavkanî:  

  1. B.Karatorak
  2. xane
  3. Rûpelanû
  4. Wikipedîa