Seregola Intabê

Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
Derhêner û rojnemevan a Fransî Caroline Fourest filmek di derbarê şerê li dijî DAIŞ ya Êzdîyan û jinên Kurd çêkir. Fîlm, wê di 5’ê Cotmehê de bikeve vîzyonê.
Fîlm, wê bi navê Soeurs d’Armens (Hogirtîya Çekdarî) pêşberê hunerheza be û tenê hêvî bike ku şerê li dijî DAIŞ’ê ya jinên Kurda neyê ji bîrkirin. Derhêner Fourest bal dikşîne ku fîlm behsa komek, herêmek nake, lê yekser û bi giranî li ser şerê jinan yên Kurd disekine. Fourest wiha dibêje: “Min, ji bo ku ez hurmeta xwe nîşanî ceaaret û egîtîya herkesê ku me ji DAIŞ’ê rizgar kiribe bikim, evî fîlmê çêkir. Ji ber ku dinya ji Kurda re deyndar e.”
Fourest dide zanîn ku fîlm, di derbarê çavkanîyên berxwedanê ya li hember faşîzmê ye. Soeurs d’Armens, li ser çîroka Êzdîk ciwan ku navê xwe Zara ye, dizvire. Zara, berê dikeve destê DAIŞê, paşê dikare ji wan xilas be û here bikeve nav refên leşkerî yên navnetewî û li hember wan şer bike. Her wiha fîlm dibe metaforek vî şerî.
Fîlm bi giranî li Fas’ê, hinek beşên wê jî li Kurdistanê hatîye kişandin. Fîlm wê bigîhîje Festîvala Silêmanî yê. Fîlm wê li Fransayê û Îtalya’yê pêşwaz bibe. Lê ji bo ku li DYA’ê, li Almanya û li welatên din yê Eûrop’ê bikarebe were dîtin xebat dewam dikin. Wê fîlm di heman demê de di Festîvala El Guna ya Misir’ê de were nîşandan.
Caroline Fourest, sînemavan û rojnamevanek Fransî ye. Di kovara Marianna de nivîsên wê diweşin. Fourest, di heman demê de sazdarê kovara ProChoix e. Soeurs d’Armens, fîlma yekem a metraja dirêj ya derhêner e.
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk