Seregola Intabê

Destana Hêza Eşqê û Berxwedana Nefsê: Zembîlfiroş

Destana Hêza Eşqê û Berxwedana Nefsê: Zembîlfiroş

Destan di dora salên 994an de li Farqînê ku paytexta Dewleta Merwanîyan bûye de qewimîye. Lê ancax piştî 500-600 salan, berê ji alî Feqîyê Teyran, paşê Melayê Batê û Muratxanê Bazîdî ve hatîye nivîsandinê. Ji ber ku Feqîyê Teyran di sedsala 17an de jîyaye, dikare bê gotin ku destan jî di heman sedsalî de ketîye ser qelemê. Jixwe text û helbesta li jêrê jî ya varyanta Feqîyê Teyran e.  

Di çavkanîyên cûda de agahîyên cihêreng li ser Destana Zembîlfroş de hene. Mesele gorî Prof.Dr. Kadrî Yildirim, Zembîlfroş Mir Seîdê kurê Mîr Hesen Paşayê Dîyarbekrê bûye. Di hinek cîyan de navê Zembîlfroş wek Binyamîn tê gotin. Lê di çavkanîyên din û di destan bixwe de jî xûyaye ku navê wî Mihyedîn bûye û kurê mîrê Hekarîyan bûye.  

Mexberê Zembîlfroş îro li gundê Sirgut e ku di navnera Zaxo û Duhokê de ne. Ji ber ku mexberê wî li wir e xelqê wê heremê bawer dikin ku çîrok li wê derê qewimîye.

 Çîroka xwe:

Zembîlfiroş kurê mîrê Hekarîyan bûye. Xortteki pir bedew ê çeleng bûye. Di nav dewlemendîyek mezin de her tim kêf û zewka nihêrîye. Karê wî her seyr û nêçîr bûye. Waxtê wî gelek cara bi seyr û nêçîrê derbas bûye.   

Rojek gava ku ji nûçîrê vedigere, bi hespa xwe ya şînboz xwe berdide deştê. Gava ku ji deştê derbas dibe pê hespê wî di erdê de diçe. Gazî xulam û xebatkaran dike, dibê;

“Bînin tevr û bêran, vê derê bikolin, ka hela di vir de çi heye? ”

Gava ku dikolin, dêna xwe didinê merxberek e ku du kêlik li serî ye. Li ser kêlika nîvîs hebûye û gorî nivîsê pir sal û zeman derbas bûye û kesê tê de xortekî sîûpênc salîye. Lê hê kefenê wî tiştek pê nehatîye. Gava serê kefen vedikin, li ser enîyê de dilop dilop xûdan hebûye.

Ev yek jê re dibe êş, elem û merak, radibe berê xwe dide mala xwe. Dê û bavê wî bi halê wî dihisin,  dibêjen,

“Hey lawo ev çi halê te ye, çi bi te bûye?”

Gazî hekîm û lokmanan dikin, lê dikin nakin jê re ti çare nabînin. Dîya wî bi herd destan li çokên xwe dixe û dibê;

“Gazîkin bra şêx û mele top bibin li dîwanê, ka binhêrin hela derdê vê lawê me çî ye?”

Şêx û mele li dîwanê top dibin, devê Quran, kitêb û hedîsan vedikin, li ser derdê wî hûr dibin, li ser de dia dixwînin, gazî Xwedayê mezin dikin lê ti feyde nabînin.

Rojek ji rojên Xwedê, du dewrêş tin, li wan dibin mêvan. Bi halê wî dihisin, ji dipirsin, dibêjin;

“Ka bêje, te çi dîtîye, çi bihîstîye?”

Dibêje;

“Min ecêbeke mezin dîtîye, yê ku li mexber derketîye, li ser de pir sal û zeman derbas bûye, lê hê weke zindîyan maye, nerizîye û dilopên xûdanê li ser enîyê de xûya kirîye. Ev ecêba giran e li ser min bûye êş, elem û derd e.”

Ew herd dewrêş gotine;

“Ewê ku rihmet kirîye bi keda helal xebitîye, loma tiştek pê nebûye.”

Li ser vê bersîva dewrêşan kelecanek pir mezin bi Zembîlfroş girtîye, esas navê wî Mihyedîn bûye. Dev ji mal û milkê xwe berdide, biryar dide ku ji wê royê pê de debara xwe bi keda milê xwe bike.

Radibe destê jjn û zarên xwe digre, diçe dikeve deşta Wanê zembîla çêdike. Li sûk û kolan, gund û zozanên deşta Wanê digere zembîla difroşe, debara mala xwe pê dike. Gava digere dibêje;

„Zembîlfroş zembîla tînî

Kolan kolan digerînî

Nan û avek pê xistînî

Kulfetê xwe dixewrînî…“

Her wiha zemanek li deşta Wanê disekine, paşe berê xwe dide Tetwana rengîn, li devê behrê dimîne, serê xwe datîne xewnên pir ecêb dibîne. Şevek di xewnê de yek jê re dibêje, “tu yê bikevî gelîyî Bilîsê, gelî bi gelî ye, tê de mezin bûye cotek welî ye, yek Şêx Şabedîn e, yek Seîd Elî ye ..”

Ji gelîyê Bilîsê derbas dibe, tê li ser zîyareta Weysel Qiranî barê xwe datîne. Ji wir jî derbas dibe, berê wî dikeve Elîhê ku mîna gundek piçûk bûye. Çendek li wir jî disekine, bala xwe didê deştek pir germbûye. Mêş li wir pir bûne, tebatî nakevê, berê dide Farqînê.

Li Farqînê, li kêleka sûra ji xwe re holikek çêdike. Di vê holikê de zembîl û selikên xwe çêdike û li nav  bajêr digerîne. Li bajêr xortek jê re dibêje, “here sûka mala mîr, wê li wê derê selikên te pir werne firotan.”

Gava Zembîlfroş berê xwe dide sûka mala mîr, Xatûn ji bircê wî dibîne û ne bi dilek, bi hezar dilî dibe aşiqê Zembîlfroş. Ji ber ku Zembîlfroş xortekî gelek çeleng û çê bû, dilê Xatûnê li hember têr û tijî bû.

Xatûn gazî berdestîya xwe dike û dibêjê;

“Here gazî wî Zembîlfroşî bike, bîne vira”

Gava Zembîlfroş tê cem Xatûnê, silav lê dike û bi şaşmayî li Xatûnê û derûdora wê dinhêre. Xatûn jê re dibêje;

”Hey Zembîlfroş, keremke, heqê selikên xwe bêje.

Yên mezin biha bibêje,

Yên piçûk bi zêran bikêşe,

Keremke ser meslehetê,

Dûr e roja qîyametê.”

Zembîlfroş lê vedigerîne, dibêje;

“Ey hurmetê, ez tobedarim,

Tobedarê Rebê Cebar im

Ez ji Rebê xwe nikarim.”

Xatûn lê vedigerîne;

“Ey Zembîlfroş keremke şûna mîr e,

Bikişîne qelûna mîr e

Li mîr heram be, li te helal be.

Keremke ser meslehetê,

Ez û tu bi hev re herin cinnetê,

Dûr e roja qîyametê.”

Zembîlfroş dibêje;

“Wey hurmetê,

Topa Xwedê li qaf ketê,

Te ez birime helaketê,

Tirsa min ew e ji şahê kudretê.”

Xatûn dibê;

“Zembîlfroş lawkê Ebas

Bi tena derpê û kiras

Ez qesem bikim bi Rebê alemîn

Tu îro ji vî destî nabî xilas ”

Xatûn çavê xwe li qerwaşê şikandîye, her çar derî lê girtîye, rîya revê nehîştîye. Zembîlfroş radibe, bi qesta destmêjê misîn dixwaze, Xatûn jê re misîn tîne, Zembîlfroş dertê, diçe ser bircê bilind ku hezar pêncsed mêtre bûye.  Rîya revê tunebûye û tim derî lê girtî bûne. Serê xwe bilin dike, li asîmana dinhêre, dibê “Ya Rebî, jin û zarên min teslîmê tene” û xwe ji ser bircê diavêje xwarê.

Rebîl Alemîn ferman dike dibê;

“Ya Cebraîl, teyrê sivik  

Xwe bigîhîne vî evdê bêşik  

Dayne erdekî nermêk!”  

Gava ku Zembîlfroş ji ser bircê bilind xwe berdide xwarê, wekî ku bikeve ser belgî û doşeka, dikeve erdê. Radibe diçe mala xwe, zarokên wî têne pêşîyê. Dibên;

“Kanê bavo heqê selikên me?”

Zembîlfroş dibêje;

“Lawo Xatûn selik ji min standin bi zor,

Min ew spartîye Rebê li jor.”

Pîreka Zembîlfroş tê dibêje;

“Ey Zembîlfroş, zarok tev him tî ne him birçî ne.”

Zembîlfroş dibêje;

“Hurmet, tendûrek dade, hewa sarî ye, heta ku zarok di xew de çûn.”

Gava ku derê tendûrê vedike, tema cinnetê jê derketîye. Gotîye “bixwin ku heta qîyamet çêbûye.”

Waxtê Zembîlfroş dizvire mala xwe, Xatûn qerwaşê xwe dide ba xwe, wî dişopîne heta mala wî. Paşê li ser mala Zembîlfroş de digre, çiqas zêr û zîvên wê hebin tevî dide jina Zembîlfroş ku ji bona şevekî tev mêrê wê razê. Lê ji bîr kirîye, xirxala lingê xwe dernexistîye. Pîreka Zembîlfroş mecbûr dimîne, daxwaza Xatûnê qebûl dike û cîyan datîne.

Şev e, şev tarî ye. Stêrk li asûmanan tune ye. Xatûn xwe li kêleka Zembîlfroş dirêj dike. Eşqê li serê Zembîlfroş xistîye. Ji nemetê cinetê tem kirîye, kêfa wî hatîye. Dibê qey pîreka wî ye xwe di kêleka wî de dirêj kirîye. Gava ku destê xwe diavêje stûyê wê, lingê wî li xirxalên lingê wê dikeve, pê derdixe ku Xatûn e. Hema ji nava cîyan radibe û direve. Berê xwe dide çemê Mala Badê ku çemek pir mezin bûye. Gava ku xwe li çem dixe, bala xwe didê Xatûn li dûye. Ji çem derbas dibe xwe dide Kanîya Rewal ku di binê Qozlixê de ye. Dibîne ku ti riya ku ji xestê Xatûn bifilite tune ye. Serê xwe bilind dike, li asîmanan dinhêre û dibêje;

“Ya Rebî, tu bi hurmet û celaleta navê xwe bikî,

Tu li vê derê rihê min ji min bistînî

Û mi bi destê Xatûnê re bernedî.”

Li wê derê emrê Xwedê bi cî tê û teslîm dibe.

Xatûn diçe ser, di ser de digirî, di şûna hêsirên wî xwîn ji çava tê. Asîmanan mêze dike û dibêje;

“Ya Rebî, tu bi hurmet û celaleta navê xwe bikî,

Ew nifirê ku Zembîlfroş li xwe kirîye û te jî qebûl kirîye,

Tu wê nifirê li min jî qebûl bikî.”

Xatûn jî li kêleka Zembîlfroş, li wê derê teslîm dibe.

Helbesta xwe:

1
Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne

2

Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Ha dil were, ha dil were
Kesê ji dil nekî bawere
Ji mirovantî hatiye dere

3

Xatûn :
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez brîndar im

4
Zembîlfiroş:
Xatûna min a delal e
Min bîhîstî Mîr ne li mal e
Bazara’m bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

5

Ha dil were carek bi coş
Car car vexwe şerbeta xoş
Dilqinyata Zembîlfiroş

6

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im

7

Zembîlfiroş:
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

8

Hay hay hay hawar e hawar e
Hay hay hay hay..
Xatûn pir evîndar e
Li ber rehma Xwedê xwar e
Ji eşqê maye bê par e
Evîndar e ma bêçare

9

Xatûn li jor kar dike
Zêr li eniyê par dike
Kalên sedsalan har dike

10

Xatûn :
Çavên min mîna eynan e
Biskê min mîna qeytan e
Diranê min mîna mircan in
Eniya min mîna ferşan e
Berê min mîna fîncan e
Fîncanên mîr û paşan e
Sîngê min mîna zozan e
Zozanên haft eşîran e
Zembîlfiroş, lawikê derwêş
Lê bike kêf û seyran e

11

Zembîlfiroş lawikê derwêş e
Keremke tu were pêşe
Heqê zembîlên xwe bibêje
Lawiko ez evîndar im

12

Zembîlfiroş:
Lê lê lê, lê lê Xatûnê
Çavên te mîna zeytûnê
Ditirsim ji agirê êtûnê
Ya Xatûn ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebar im
J’ser toba xwe ez nayêm xwarê

13

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê feqîr e
Were ser doşeka Mîr e
Bidim te guliyên herîr e
Lawiko ez evîndar im

14

Zembîlfiroş:
Tu Xatûna li birc û van î
Li ser text û li ser seran î
Tu ji min re nabî kevanî
Xwedî zarok û eyal im
Zarok tazî û birçî li mal in
Xatûnê ez tobedar im

15

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê nenas î
Tena derpî û kiras î
Tu ji destêm nabî xelas î
Lawiko ez evîndar im

16

Zembîlfiroş:
Xatûna gerden bi morî
Qet nabe bi kotek û zorî
Tirsa min ji wî Reb ê jorê
Xatûnê ez tobedar im
Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê

  • Çavkanî:
  • Zembîlfroş: Reddi Aşk Destanı, kurtçebilgi.com
  • Sibera Destanên Kurdî: Zembîlfroş, pelfilm
  • Bajarek û Evînek: Zembîlfroş, K24
  • Xwendinek Berawirdî Li Ser Du Tekstên Destana Zembîlfroş, bergehname
  • Zembilfroş Hakkında, candname.com

 

Nivîs