Seregola Intabê

Destpêk

Destpêk

Çend roj ewil me nivîskarek giranbiha ya Dinyayê winda kir. Umberto Eco nivîskarek ku cîhê wî nayê tijîkirin e.  Gava ku romana wî “Navê Gulê“ tê bîra min, ez bi kêf dîyalogên di navbera Rahîb William û cîgirê wî Adso ji bîr tînim.

Umberto Eco di hevpeyvînek xwe de dibêje, „Carna ji min dipirsin, dibêjin,  ‚Ger ku tu biketayî giravek xalîbûyî, te yê  pirtûken çawa hilda cem xwe?‘  Ez wiha bersîva wan didim: Tenê raybera telefonê, ji ber ku ez dikarim çîrokên bêdawî çêbikim ji karekterên di rayberê de.“

Ev rûpela me jî herwekî rayberek e. Lê ne delavê giravek xalî û tenha ye, bi berevajîyê, çevkanîya çîrokên qedîm ya welat û diwalan e. Wê bibe hunera ba û bobelîska Çîyayê Qertewînê, qarxûn û çemê Seregolê, mêrg û zevî, çol û çem, şev û rojên İntabê, were, xwe li pêşa we bixe.

Wisa nebûya meyê çawa bawerîya  xwe mesela bi Oscar Wilde bianîya… Ji ber ku bi dîtina wî huner rastî ye, Ew dibê, ‚huner di cîhê ku teqlît xilas dibe de destpê dike.

Emê li vir, li ser vê rûpelê dew û doza hunerê nekin bêguman. Helbet emê pey hunera, hunergera, hunermenda herin, lê emê nebin teqlîtê hin kesa, kesayeta, şop û kevneşopa…

Emê li ser dîwarê serhedê, li ser rihê Agirî’yê bisenin. Emê carna we bibin pêşa Araratê, we têxin bin sîha rojhilatê.

Carna hûnê xwe li baxçê Qesra İshaq Paşa bibînin, ji wir li Bazîdê binhêrin. Wê bayên sar werin  carna ji Çîyayê Eledaxê, yan jî ji Sûphanê, cerm û canê we bicemidînin. Hûnê ji ber vê sermayê xwe biavêjin pêşa Qertewînê. Wê Qertewîn we germ  bike. Hûnê pê bextewar bin, wê kenek bedew li ser rûyé we belav bibe. Hûne pê şad bibin.

Wê kilam û çîrokên Evdal, Evdalê Zeynikê, we hildin bibin zemanên qedîm. Heye hûn li wan dera winda bibin. Rê winda bin ji we re, hûn peya bimînin. Derî winda bin, hûn girtî bimînin, heye hûn di tarîyan de, di sarîyan de, heye hûn li dûrîyan de bimînin.

Lê ev Evdal e, nasene, wê gazî bike bêje:

„Temo lawo,

Çevê min nabîne

Sira vê   sibê hinek li rûyê min dixîne

Ez nizanim payîz e, havîn e ji hev diqete

Dinya boş û betal e

Mezinê me gotine

Mirin çêtir e ji tinebûn û feqêrîyê

Dilêm yar yar

Dilêm yar yar

Ax dilêm yar yar…“

Lê meraq nekin Şakiroyê me jî heye… Bi hêvî û evînî tijî ye, berdevkê eşqê, evînê û heyatê ye… Şakir e, Şakirê Bedîhê Zilî ye,  wê bikaribe we ji black hole a cosmosê rizgar bike. Wê bikarbe we ji şer û dewên eşîra, xem û xeyalên civanan, kelecanên eşqa, xemên evîna, çîrok û serpêhatîyên dilketîyan derxîne, bîne li ser qarxûnên hênik bi cîh bike.

Îcar dora wî ye, hemikî wê bêje, hela em binhêrin,  gelo wê çi bêje:

„Gelî gundî û cînara,

Taxima sing û berê qaza min

Ji min re alîkî zozan e

Tê de hêşîn bûne gul û fîdan e

Serê hemûyan li hewan e

Koka wan di erdê de ne

Herçîyên Rebê li jorîn binvîse

Li jêrê tê serê me hemûyan e

Herçîyên bên serê can û canûkan e

Hûn yeqîn bizanibin ya qederê Xwedan e…“

Belê, huner hunera dengbêja ye, rast e, deng dengê wan e, gazî û lîyan, gotin û kelam ya wan e… lê kirin,  ketin û rabûn ya civanan û civakan, ya kaçax û firaran, ya siwaran û peyayan e.

Tev  çîrokên Kurda ne, meqam û qayîdên maqûlên eşîra, serpêhatîyen mêr û mèrxasên welatê çîyayan e…

Emê li ser Hevkom’ê, di rûpela Seregola İntabê de, van kevane û pencereyan ji we re vekin, dîmenên çandî û hunerî yên welat,  pêşkeşî bala we bikin…

Emê bi we re, çawa ku Yaşar Kemal dibêje, „li hespên baş sîwar  bin, bibin yên baş“ li ser sing û berên welat dîyar bi dîyar bigerin…

Merheba.