Seregola Intabê

Dev Ji Kurdî Berdide
Sopranoya Kurd Pervîn Çakar ku li dunê bi nav û deng e, dev ji muzîka Kurdî berdide.
Sopranoya Kurd Pervîn Çakar biryarek ku jê nedihate guman ragîhandîye guhdarên xwe. Bi gorî agahîyan Çakar, dev ji gotina muzîka Kurdî berdaye û boneya biryara xwe wiha vegotîye: “Muzîka ez pêşkeş dikim nayê guhdarkirin. Adanîya ku ez dixwazim bidest naxim û piştgirî nabînim. Gelek cara muzîka min şikestîye. Rûdanên vê dawîyê tesîr li min kirine. Motîvasyona min xirab bûye. Min xwe di nav şer û tekoşînek mezin de dîtîye. Halbûkî muzîk ji bo bêhnvedana însana ye. Tiştek ku were kirin tuneye. Dawîya rê xûya bûye. Van teva qebûl dikim û dev ji muzîka Kurdî berdidim.
Sopranoya Kurd Pervîn Çakar bi Îtalî, Almanî û Fransizî opera pêşkeş dike. Di ruportajên xwe de gotîye “ji pêşkeşkirina operayê ya bi zimanê xwe kelecan hildidim lê ji bo muzîka min divê desteka dewletê hebe.”
Pervîn Çakar heta niha stranên wek Ay Dîlberê, Arix, Ez Kevokêm, Ey Niştiman, Dayê Welat Şirîn e, Lo Şivano, Malan Barkir û Qimil (bi Tara Jaff re) gotîye.
Ev biryara Pervin Çakar bi şaşî hat pêşwazkirin. Hunerhez, gundar û şopdarên Çakar, nerazîbûn û acizîyên xwe dane der.
Pervîn Çakar pala biryara xwe dider ser du sedemên neheq. Sedema yekem neguhdarîkirina muzîka wê ya duyem jî piştnegirtina dewletê ye.
Sedema neguhdarîkirina muzîka Çakar, dikare were gotin ku civaka Kurd xerîb û dûrê operayê ye. Lê ev rewş û halê îroyîye. Ev nayê wê wateyê ku wê pêşerojê de ev mesafeya di navbera civaka Kurda û hunera operayê neyê girtinê. Ji bo vê ev sedemek rasyonel û biheq nîne.
Sedema duyem rexneya li ser piştnegirtina dewletê ye. Lê divê Pervîn Çakar bizanibe ku dewlet heta niha piştgirî nedaye ti hunerên Kurdî. Lê li hember tenêtî û bêîmkanîyê sînama, muzîk, weşangerî û wêjeya Kurda û Kurdîtî her pêşta çûye û îro jî di merhaleyek kêm û neçar de nîneye.
Helbet hunera Kurdî xwedîyê dewletan û sazîyên xurt nîne. Lê hunermendên Kurd bi biryarî, bi îradî û fedakarîyan ve hunerên xwe dewlemend dikin û pêşta dibin. Helbet aciz dibin, tenê dimînin, bi şertên zor û zehmet re serî derdixin lê ti car dev jê bernadin.
Şakiro û Reso salên xwe yên dawîyê di nav xizanîyan de derbas kirin lê dengbêjîyê êtîm nehîştin. Her wiha gelek nivîskar, hunermend û şaîrên Kurd bi salan negihîştine girseyên xwe. Gelek piştî waxtê wan û hebûna wan miletê wan bi wan hisîyan lê wan dev ji hunerên xwe û zimanên xwe bernadan. Miletê me minetarê wan e.
Di vê biryara Pervîn Çakar de problemek ehlaqî jî heye. Ji ber ku sedemên wê li ser xweperestîyê ava ye. Dibê “min xwe di nav şer û tekoşînek de dîtîye, dewletê pişta min nekirîye.”