Di Anabasis de Şerê Hellen û Kardûkhîyan
Wênek ji şerê Hellen û Kardukhîyan

Di Anabasis de Şerê Hellen û Kardûkhîyan

Di Anabasis de Şerê Hellen û Kardûkhîyan

Ksenophon (B.Z. 432 – P.Z. 355): Serleşker, nivîskar û dîrokzanek ji Atînayê ye. Xwendevanê Sokrates e. Eserê xwe yê yekem, ji ber mirina wî yê neheq li ser parastina mamostayê xwe ye. Xêncî wî berhemên wî, yên wek Derbarê Tîranî û Perwerdeya Kyros, Hellenika û Dewleta Lakedaimanîyan û çend hebên din hene. Anabasîs- Vegera Dehhezaran, ku bijara nivîsa me ye,  berhema herî naskirî ye.

Pirtûk, weke romanek ku bi serpêhatîyan ava bûye ye. Kurda wek “Kardûkhî” binav dike û bi taybetî behsa jêhatîbûna wanê li qada şer dike. 

Ksenophon, di rêya vegerê ya meşa li ser Persîyan de rastî Kurdan tê û bi artêşa xwe ve ji Kurdistanê derbas dibe. Girîngîya vê pirtûkê ew e ku di qeydek dîrokî de, di salên BZ 401 de, behsa Kurda dibe û di derbarê jîyana wan de hin agahî tê dayîn.

Anabasîs- Vegera Dehhezaran, behsa macerayên eskerên peretî yên Hellenî dike. Eskeren Hellenîyan, eskerên peretîne û ji bo Prensê Persan Kyros diçin ser Artakserkes a II.  Armanca Kyros e ku dixwaze  iktîdarê bi zor û şer ji birayê xwe Artakserkes a II. bistîne.  Anabasîs, serpêhatîyên vê sefera dirêj ya eskerên Hellenî ye. Nivîskarê pirtûkê, Ksenophon e ku bi xwe jî tev li vê sefera dirêj bûye. Ksenophon, serî de wek dîrokzan tev wan dibe, lê piştî ku di şerê bi Artakserkes re, him Prens Kyros, him ji generalên wan têne kuştin, ew jî mecbûr dimîne dibe serleşkerek

Rêwîtî

Rêwîtî, di B.Z. 400’an de, ji Sardesa Lidyayê destpê dike, diçe ji nêzê Laodîkeîa (Denizli) re ji çemê Menderes derbas dibe, xwe digihîne Kelaînaî’yê (Afyon). Ji wir jî diçin Îkonîon’ê (Konya). Li wir sê roj dimînin. Pistî sê roja bi rê dikevin diçin li çîyayê Torosan dikevin, ji ser Kilîkya’yê derbasî Tarsûs û Myrîandrosê dibin. Ji wir derbasî bakûrê Sûrîyeyê dibin. Rêwîtîya çûyînê, ji ber ku beledên baş li cem wan hebûne, bêproblem derbas dibe.

Li Mezopotamyaya Başûr, li bajarê Kûnaksa’yê ku li devê çemê Firatê ye, rastî artêşa qralê Persan Artakses tên. Pistî şerek giran, artêşa Hellena têk diçe, Prens Kyros û genaralên Hellen tên kuştin. Ji artêş tenê du hezar kes dimînin. Pistî têkçûyînê, wê idî maceraya vegerê destpêbike.

Di rêya vegerê de Ksenephon idî serleşker e. İdî xêncî vegera malên xwe ti armancek wan nîne.  Çawa ku Ksenephon salix dide, xelqên wan diwalên ku bi mecbûrî jê  derbas dibin, bi çavek dostanî li wan nenhirîne. Ji ber vî, rêwitîya vegerê gelek trajîk e.

Em bi saya vegera dehhezaran, bi gelek welatan, gelan, çand û toreyên wan çaxan dihisin. Dehhezarên têkçûyî, bi hevîya ku xwe bigihînin Derya Reş ber bi bakûr bi rê dikevin. Muhtemelen ji jora Bexdayê ve xwe digînin delavê Çemê Tigresê (Dicle).

Her wiha xwe di welatê Kardûkhîyan de dibînin. Ksenophon wekî qewmek şervan û çîyayî salixê Kardûkhîyan dide. Beşek ji pirtûkê (r:99)  wiha ye: ” Kardûkîyan, xelqek şervan e ku serê xwe li ber qral daneynîne. Li çîyan de dijîn. Waxtek ji bo ku evî xelqî hêsîr bigrin, qral, artêşek ku hejmera wê sed bîst hezan bûye şandîye ser wan, lê kes ji wan sax xilas nebûye û nezvirîye mala xwe. Kardûkhî her daîm li çîyayan de jîyan saz kirine.”

Belê, Kardûkhî, ji Hellenîyan re gelek astengî derdixin, bi wan re gelek şer dikin û rêwîtîyan wan heft roj dirêj dikin. Ksenophon wiha dinvîse: “Di welatê Kardûkhîyan de, di rêwîtîya heft rojan de her daîm şer çêdibû, zirara ku me ji qral hilnedabû, hê zêdetir me ji wan hildabû. ” (r: 109)

Hêkela Ksenophon

Ksenophon salix dide ku Kardûkh, li cîhê ku artêş derbas dibû de agir vêdixistin, bi dûyê agir cab didan hevalên xwe yên dûr. Kevanên xwe gelek baş bikardianîn û di tîravêtinê de pir pêşta çûbûn. Ew zehmetîyên ku Hellenîyan li hember Kardûkhîyan kişandine ji pêkanîna teqtîkên eskerî yên bi hêz in.

Her wiha piştî heft roja xwe didin Çemê Kendritesê (Botan) û ji wir jî dîsa bi zor û zehmet, bi şer û dew derbasî Armenîa’yê dibin. Piştî ku bi silametî ji Armenîa’yê derbas dibin, xwe digihînin delavê Derya Reş. Ji Derya Reş jî bi keştîyan xwe diavêjin Trakyayê.

Ksenophon, her tiştê ku qewimîye di rojnivîska xwe de qeyd kirî ye. Cîhên ku jê derbas bûne, zehmetên ku kişandine, naqokîyên di nav serleşkeran û her tiştê ku girîng dîtî ye, wek nûçevanek  hildaye rojnivîskê. Meriv dikare bêje karê ku kirîye,  wek nûçevanîya şer a yekemcar were qebûlkirin.

Anabasîs-Vegera Dehhezaran, romanek dîrokî ye. Di derbarê xelqên Mezopotamya û Enedolê agahdarîyan dide, li ser ernîgarî, toreyan û mîtîlojîyan kurtenotan dinvîse.

Bi vî hevokê ve dawîya xwe tîne: “Bi pêşketin û paşketinê ve rê, dusud panzdeh rêya meşê, hezar sed pincî pênc fersenk û panzdeh meh e. ”

Ji romanek pêştatir, qeydek giranbiha ji dîrokê ye. Divê were xwendin.

Çavkanî:

  • Ksenophon
  • Anabasis – On Binler’in Dönüşü (Weşanên İş Bankası).

 

Nivîs