Seregola Intabê

Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
Berhema sereke ya Edebîyata Kurdî “Mem û Zîn”, wê bi versîyona operayê ve di Festîvala Navnetewî ya Gulanê de cîh bigre.
Raîn Medîa hewl dide ku berhema sereke ya Edebîyata Kurdî “Mem û Zîn” wek opera bigihîne hunerheza. Opereya “Mem û Zîn” ku wê gelek hunermendên ji netewên cûda di heman projeyê de bigihîne hev, cara yekemîne ku wê di festîvalek navnetewî ya ku nebza hunerheza dide der derkeve pêş bînerên xwe. Berhem ya Wêjevanê Kurd a mezin Ahmedê Xanî, bestekarê wê Cem Îdîz û nivîskarê lîbrettoya wê jî Cuma Boynukara ye. Gelek girîg e ku ev yekem care berhemek ji Edebîyeta Kurdî derdikeve organizasyonek navnetewî ya hunerê.
Festîvala Navnetewî ya Gulanê her çiqas xwedîyê kokek kevn be jî ji 1987an vir de, wek muzîk, şano û reqs di sê beşan de dibe xwedîyê performansên gelek çalakîyan. Festîval her sal nêzî 100 hezar kesî diezimîne, pala xwe dide hêza hevgirtî ya hunerê û bi vê avayê ji çar alîyê dunyayê gelek hunermenda di bin heman banê de dicivîne. Festîval, wê îsal ji Tirkîyeyê Opereya “Mem û Zîn” biezimîne. Ev cara yekeme wê li Eyaleta Essen ya Almanyayê de di sazûmana Festîvala Navnetewî ya Gulanê de bi Kurdî xwe pêşkeşî bînerên xwe bike.
Berhema perizîn ya edebîyeta nivîskî ya Kurdî “Mem û Zîn” destanek trajîk ya evînîyêye ku di dawîya sedsala 17an de hatîye nivîsandinê û di nav mîrasa çandê ya dunyayê de cîyê xwe diparêze. Destana “Mem û Zîn” xêncî ku klasîkek ji çîroka evînîyêye di heman demê de bal dikşîne ser avahîya civaka Kurda ya remanî û gîyanîyê jî. Destana “Mem û Zîn” bi taybetîya xwe yê ku evînî, azwerî û sedeqatê li hember çanda feodal û bêdadîyê, zordarî û dijraberîya tevgerîyaye ve berhama bi navûdeng “Romeo û Julîer” tîne bîra însana. Berhem, di edebîyeta Kurdî de ku çavkanîyek serekeye, li giştîyên dunyayê de îro jî hê xwedîyê tesîrek bi qîmet e.
Sazkerên Raîn Medîayê Dara Kutlay û Zelal Sever, di sala 2023an de bi vê operayê ve “Mem û Zîn” di nav mîrasa çandî ya dunyayê de dixên bin sernavek nû.
Di operayê de rejisor Îhsan Othmaê meşhûr e. Ozlem Bulut soprano, Angela Pollak tenor û Dîona Pollak jî pîyanîst e.
Opereya “Mem û Zîn” wê di 13ê Gulana 2023an de, seet 15:00an de li Hessisches Staatstheater Wiesbadenê di salona Großes Hausê de li qada fuayeyê de derkeve pêş bînerên xwe.
