Di Kîjan Demsalê de Miribûm

Di Kîjan Demsalê de Miribûm

Danê şevê bû,
Sûkek tarî bûm
Rêhevalê peyarêyabûm.
Merivek winda bibû
Gava ji baranê direvî
Di tenêtîya xwe de.
Min jî stêrk kom dikir ji şevê.
Wek xewnek ku ketibe nava tarîyê.
Min nizanibû ez çend demsal bûm.
Alîyek min tayê biharê,
Alîyek min mirarên çivîkan  bû.
Porên min, serpêhatîhên çemê hezar alî yên ku dirije çavên min dixumîne.
Rihê min, di ernîgarîyek terkbûyî de digîhîje bêdengîya qêrînek bîrbûyî, kevn bûyî.Gelo di kîjan demsalê de miribûm?
Kê bihîstibû?
Ev denga heywaxa kê ye?
Bêje berdilê, ez gula nevekirîyê kîjan demsalê bûm?
Di destê kîjan baxçevanê de weşîyabûn pelên min?
Bêje berdilê, di kîjan demsalê de li çermê te yê gulgîn ketibûm…

—————————–

  • Helbest: Songül TURAN
  • Werger ji Tirkî: Seregola Intabê