Di Romanên Erebê Şemo de Folklora Kurdî

Sedeme dilşahîyê ye ku vê axirîyê him li zanîngeha him jî li enstîtû û komeleyan de li ser civat û taybetmendîyên xwe ya Kurdî xebatên zanîstî tên afirandin. Li ser wêje, folklor, bi giştî çand û hunera Kurdî dikevin bin camên rojikên mîkroskoban.

Yek ji wan mînakên birûmet ji Zanîngeha Mardîn Artukluyê ya Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî de ber çevan dikeve.  

Xebat, Têza Lîsansa Bilind ya Ebubekir GÖREN e. Gören, bi navê “Di Romanên Erebê Şemo de Folklora Kurdî” xebatek berfireh li ser romanên Erebê Şemo meşandîye. Têz bi 184 rûpel e. Îmkana ku meriv bikaribe li ser rûpelên înternetê bigîhîjê heye. Hêjayê li ser hûrbûnê ye. Li jêrê tenê beşa encamê heye ku em pêşkeşê xwendavanên xwe dikin.

“Di Romanên Erebê Şemo de Folklora Kurdî” Beşa Encamê

Erebê Şemo, bi berhemên xwe û jiyana xwe yek ji girîngtirîn nivîskarên Kurd ên sedsala XXan e. Wî di jiyana xwe de, li gel miletê xwe, him dema zext û bindestiyê, him jî dema dilşadî û azadiyê dîtiye.

Wî, bi berhemên xwe, ji bo gelê xwe jiyaneke azad û wekhev destnîşan kiriye û ji bo bidest xistina vê jiyanê jî têkoşîn daye. Tevahiya jiyana wî di nav van xebatan de derbas bûye. Ew, weke rewşenbîrekî çalak, dem hatiye nozdeh salan li Sîbîryayê sirgûnî jiyaye, dem hatiye bi çalakvanî û serkeftina xwe xelata Yekîtiya Sovyetan a mêrxasiyê standî ye. Wî rengên reş û spî yên jiyanê dîtine.

Erebê Şemo, gelek girîngî daye xwendinê. Him daye xwendina xwe bi xwe, him jî daye xwendina ciwanên Kurd. Bi vê armancê xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsandinê bûye û dûvre jî perwerdehiya bilind dîtiye.

Wî, bi xêra têkiliyên xwe yên bi dewletê re, gelek ciwanên Kurd ji bo xwendinê şandiye bajarên mîna Moskowa, Êrîvan û Tiflîsê. Ew ciwan, piştî ku perwerdeya xwe qedandin, hatin nava gel û weke Erebê Şemo ji bo pêşketina gel xebitîn. Şemo, çar romanên hêja nivîsîne. Romana wî ya pêşîn a bi navê Şivanê Kurmanca, di heman demê de romana Kurdî ya yekemîn e. Bi vê taybetiyê ew bûye “Bavê Romana Kurdî”. Wî bi çar romanên xwe jiyan, çand û dîroka gelê xwe derbasî nivîsê kiriye. Ew di qada wêjeyê de bûye berdevk û nûnerê gelê xwe.

Romanên Erebê Şemo, ji aliyê hêmayên folklorê ve gelek dewlemend in. Wî, hema bêje tu kevneşopiyên gelê Kurd li derveyî romanên xwe ne hiştine. Ji keç xwestin û revandinê bigre heya berdêl û niqirkirinê, ji qelen bigre heya dawet û govendê, zibare, jiyana koçeriyê, cejna beranberdanê, çavînî bûn, nêçîr… Di romanên wî de cure cure bawerî tên dîtin: Remildarî, dara miraza, bijîjkiya bi niviştan û postê pezan…

Pirsgirêkên civakî nivîsîne: xwîndarî, zordariya desthilatan, ne wekheviya çînan, dijraberiya perwerdeyê, dijraberiya guherînê…

Di romanên wî de lîstikên zarokan, wêrekiya jinan û mêran, nêçîrvanî, xwedîkirina hespan, kulav û konên Kurdan, alavên xemla jinan, xwarin, cejna newrozê ya netewî, mêvandariya Kurdan, cî digrin.

Berhemên çanda devkî ya hezar salan: gotinên pêşiyan, biwêj, dua, nifir, sond, dengbêjî, çîrok, helbest û stran…

Bi van taybetiyan romanên Erebê Şemo ji bo 156 lêkolîneran weke deryaya ne. Romanên Wî, him wêneyên zindî yên dewra xwe dide pêşberî xwendevanan him jî ji pêşorojê agahiyên girîng dide ku xwendevan, ji wan agahiyan derbareyê jiyana demên berê de haydar dibe.

Şemo, bi van taybetiyan bûye pêşengekî wêjeya Kurdî. Wî gelek bandor him li hevçaxên xwe him jî li nifşên piştî xwe kiriye. Bûye nimûneyekî serkeftî yê di xizmeta gelê xwe de. Ji ber van sedeman berhemên wî hêjayî gelek lêkolînên bi mijarên cûr be cûr in.

Şemo, di rojnameya Riya Teze de jî peywir standiye. Li herêma Kurdan gund bi gund geriyaye û hejmarên vê rojnameyê bêpere li gel belav kiriye ku gel ji pêşketinên rojane haydar bibe û xwendina rojnameyê zêde bibe. Wî, di Radyoya Êrîvanê de jî peywir standiye û piştî Şoreşa Cotmehê, bi pişthgiriya dewletê, ji bo dibistanan alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî amade kiriye.

Belê, Şemo ji ber ku ne li welat jiyaye, li vir, ji aliyê hindik mirovan ve tê zanîn. Ji ber vê sedemê, di gel ku wî ji gelek nivîskarên navdar ên Kurd bêtir berhem dane û zehmetî kişandiye lê dîsa jî kêm tê nas kirin.

Şemo, heja ye ku li ser wî konferans û civîn bên kirin. Jiyana wî û berhemên wî bên nîqaş kirin û nasandin. Erebê Şemo, bi hemû xebatên xwe li gorî gotina xwe ya weke “Ew kesê ku jiyana xwe ji bo gelê xwe derbas dike; ew ê tu cara neyê ji bîr kirin” tev geriyaye. Wî jiyana xwe ji bo gelê xwe derbas kiriye û ew ji bîr nekirinê heq dike.


Ebubekir GÖREN

Têza Lîsansa Bilind

Zanîngeha Mardîn Artukluyê ya Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê 

Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî

Nach oben scrollen