Di Romanên Yaşar Kemal de Kesayetên Kurd

Wek tê zanîn Yaşar Kemal ji gundê Ernîsê ya li ser Erdîşa Wanê ji dayîk bûye. Gava hê dergûş bûye malbata wî koç dike diçe Osmanîye ya Çukurovayê, li gundê Hemîteyê mezin dibe.

Her çiqas bi xwe Kurd be jî meriv dikare bêje ku mezin û hostayê wêjeya Tirkitîyê ye. Bi berhemên xwe ve hûrgulîyên Enedolê bi vegotinek epîkî ve derdixe pêş. Ji Çukurovayê heta Torosan, ji welatê Kurmancan heta giravên Egeyê, di erdnîgarîyek berfireh de jîyan û serpêhatîyên gelên Kurd, Tirk, Rom û Ereban vedibêje.

Di vê çarçevîyê de tê dîtin ku Yaşar Kemal di romanên xwe de kesayeta Kurda ne wek taybetîyek etnîkî, lê bi taybetmendîyên çandî, jîyanî, kevneşopîya devkî û bi rihê berxwedanî ve dide ber çevan.

Mesela di rêza Înce Memed de karektera Kurdî di dunyaya gundîyan de wekî kesên li hember zulmê berxwedar, feqîr lê serbilind nîşan dide. Tekoşîna ku li hember axayên nebaş yên Çukurovayê de tê dayîn ne tenê serhildanên şexsî ye, di heman demê de berxwedana gelên bindest yên Enedolê temsîl dike.

Di rêza Bir Ada Hikayesi de, behsa jan û zehmetîyên gelên cûda yên ku piştî Şerê Rizgarîyê, hatina li Enedolê cîwar bûne dike. Di vir de kesayeta Kurdî, bi koçberî û sirgûnîyan ve hewldana avakirina jîyanek nû de xûya dibe. Atmosfera Giravê, jan, êş û hêvîyên hevpar yên Kurda, Tirka û Roma digîhîne hev.

Di romana Firat Suyu Kan Ağlıyor Baksana de xwezaya işk ya Serhedê, sazîyên eşîran, xizanî û neheqîyên civakî tê vegotin û pê re celebîyên hevkarîyê û tekoşîn bi hêz tê hisandin.

Di vê çarçevîyê de romana Ağrı Dağı Efsanesi xwedîyê cîhek bi taybet e. Di vê berhema yekta de li ser çîrokek evînî yê ku di zemanên Osmanîyan de derbas bûye ve behsa çanda Serhedê û taybetmendîya civaka Kurda dibe. Evîna Ahmed û Gulbiharê ne tenê çîrokek evînîyê ye lê di heman demê de bi vê çîrokê ve lihevketina di navbera toreyan, edetan, şanazî, azadî û qederê de tê vegotin. Di vê çîrokê de Çîyayê Agirîyê him wek sembola azadîyê him jî wek mekanek pîroz û bimbarek terîf bûye. Kevneşopîya wêjeya Kurdî ya devkî bi vegotinek destanî xwe di vê çîrokê de bi hêz dide der.

Di romanên Yaşar Kemal de taybetmendîyên hevpar yên kesayeta Kurdî dikare wiha birêz bibe:

  • Berxwedan: Serîhildana li hember neheqîyan.
  • Çanda Devkî: Lorîn, destan, çîrok û kevnoşopîya dengbêjîyê.
  • Xweza: Bi çîya, jîyana zozanî û koçerîyê ve sembolîzekirina azadîyê.
  • Hevparî: Di eşîr û têkilîyên gundîtîyê de hişmendîya bihêz ya civakîyê.
  • Serpêhtîya Penaberîyê: Şer, zozanî û koçberî.

Taybetmendîyek vegotina herî balkêş ya Yaşar Kemal ev e ku kesayeta Kurdî tenê bi yek rengî nenivîsîye. Karekterên çîrokan hemû pevçûnîyên însanî bi xwe re digerînin. Him bi hêz in, him jar in, him bi hêvî ne, him bêgumanên. Ev awaya nivîsê nîşan dide ku nivîskar karekterên xwe polîtîze nake lê wan bi taybetmendîyên reel û bi alîyên wanê însanî ve tîne ziman.

Bi kurtasî dikare bêgotin ku Yaşar Kemal di romanên xwe de kesayetên Kurdî, wek hevalê xwezayê, bişanaz, berxwedêr, bi çanda devkî ve jîyankirî û di nav hevkarîyan de tevlêgerî nîşan dide. Ger ku romanên wî bi gîştî were xwendin di wan de tê dîtin ku Yaşar Kemal, pirrengîya çanda Enedolê hildaye xistîye mîratek navnetewî ya însanîyetê.

Ji vî ye ku berhemên Yaşar Kemal, ne tenê yên edebî ne lê di heman demê de belgeyên çandî yên bîra Enedolê ya hevpar, qeydên êş, elem û hêvîyên ku bi destanî hatine vegotin in.

 


Seregol Seregol

Nach oben scrollen