Di Şikefta Kulê de Du Evîndar: Rizgan û Nûrê

Di Şikefta Kulê de Du Evîndar: Rizgan û Nûrê

Gotinên gotinbêj û çîrokbêja, kilamên dengbêjan, salixên qasidan bûne xîmên çanda me, her wiha civaka me bi çîrok û kilama, bi çîrokbêj û dengbêja bûye cimaet û gihîştine hestên hevpar.

Çîrok neynûk û dîroka civaka ne. Ji nav çanda gel dertê û pala xwe dide kevneşopî, bawerî û tim rîtûelên din. Di civaka Kurda de her tim bi devkî hatine gotin. Jiber wê ye edebîyata devkî ya Kurdî pêşketî ye. Çîrokbêj û dengbêj sanzûmanên herî bingehîn yên wêjeya me ne.

Wek tê zanîn çîrok, qaîde û rîtuelên çandî, remanên domînand û her taybetîyên cimaetê him pêşkeşî ber çavan dike him jî derbasî nifşên nû dike. Di her çîrok û kilaman de em fersenda çavdêrîya çand, kevneşop û bawerîyên civakê dibînin. Çîroka Rizgan û Nurê jî yek ji wan e.

Çîrok li gundek ji gundên derûdorên Zetka, di navbera salên 1870-80an de, ji nav êla Sîpkîyên Êzdî de derbas dibe. Rizgan û Nûrê du evîndarê çê û çeleng in. Hezkirina wan him têra emrê wan ê li ser rûyê dinê him jî bi qasî qewlê axîretê bihêz bûye. Bavê Nûrê, qîza we nade Rizgan, her çiqas bi eşk û evîna wan ê zexm beled bûye jî, lê çavê malê dinê derê, ji ber feqîrî û tenêtîya Rizgan qîza xwe layîq nabîne, riya mala xwe dide xwezginîyên din. Lê ser vê Rizgan biryar dide ku Nûrê birevîne. Diçe biryara xwe ji Nûrê re dibêje. Nûrê dixwaze, eşq e, melûm e, dil heye lê ditrse.

Demsal serê zivistanê bûye. Berf barîye, der û dor, çol û deşt, çil û çîya spî çîl bûye. Ne waxtê revê bûye ne jî demsala rihetîyê, lê Rizgan çi bike, bavê Nûrê rêya mala xwe ji Rizgan re girtîye ji xwezginîyan re vekirîye. Nûrê daye mêr, sibê dewat e, dewata piştî bêdera, payîza dereng, serê zivistanê ye. Divê hengî ku desmalek sor li serê Nûrê nealîya be, birevîyana, bext û mirazê xwe ji Xwedê re bihîştana.

Lê wek me got, Nûrê ditirse, dibê “me barî berfa nerm e, rûkê erdê kirîye weke çerm e, de tu were min porkura Xwedê nerevîne, nebe şikefta Kulê, Qoço yê kurapê min nêçîrvan e, sibê zû radibe pey kêvrûşka digerîne, tu were îzê bîne ser me min bikuje, te jî ser de. “

De Rizgane, nahewe, xwîn di tamar de, dil di qefes de, Rizgan di gund de nasene êdî, xwe nagre. Ew şev Nûrê direvîne. Diçin çîyê, dikevin şikevta Kulê.

Di şikeftê de Rizgan, serê xwe datîne ser çoka Nûrê, radizê. Dikeve xewa şirîn, xewn dibîne. Di xewna xwe de li ber derê bavê Nûrê darek dibîne, du çiqilê darê hebûne, di her çiqilek de sêvek, her sêvekî keweke gozel li ser bûne,  bala xwe didê teyrekî qereqûşê (qertel) ji jor de lê dixe herd serê kewê gozel difirîne. Ji xewê radibe xewna xwe ji Nûrê re dibêje. Nûrê wiha şîrove dike:

Dibê, “ Rizgan ez bi qurban, Xwedê xewna te bixêr bike. Dara derê mala bavê min ji bejna min e, herd çiqilê pêva bext û mirazê min û te ne. Herd sêvê li ser, memikê min in. Herd kewê gozel eslê rihê me ne. Teyrê qereqûşê Qoço’yê kurmamê min ê nêçîrvan e.”

Her wiha şev li ser wan derbas dibe, Nûrê sibê zû radibe, dertê derê şikeftê. Dibîne ku tişta ji ditirsîya va tê serê wan. Qoço li ser berfa nerm şopa wan rast kirîye, wa li jêrê ye, ber bi wan tê. Nûrê direve diçe jêrê, xwe diavêje ber bextê Qoço, jê re dibê “tu were min porkura Xwedê bikuje, poz û guhê min jêke, têxe berîka xwe, bibe nav eşîrê, him te re nav e him namûs e, lê tu were Rizgan nekuje, ew e, xortekî heyf e, takî bi tenê ye…”

Lê bi gotinên gotinbêj û dengbêja Qoço herda jî efû nake. Ji ber ku ev çîrok bi saya kilamên dengbêja gihîştîye roja me, ji bo ku em axirîya çîrokê û aqûbeta Rizgan û Nûrê hîn bin, em dîsa serî li kilaman dixin.  Bi giştî kilama vê çîrokê, wek me li jêr nivîsîye, hema bêje yekreng e, di gotin û qayîdeyên ti dengbêja de, xêncî lihevanînên piçûk, bi taybetî di bingeha çîrokê de cûdatî tune ye. Yanî dawîya kilaman de em pênahisin ku ka gelo Qoço Rizgan efû kirîye yan na.  

Lê gava meriv li ser wate û sedemê derketina  kilama hûrdibe, meriv dibîne û dikare bi hêsanî bibêje ku Rizgan jî Nûrê jî bûne kurbanên destê Qoço. Ji ber ku bi hatina Qoço ve trajedîyek pêknehata jixwe kilam jî çênedibû, nedihate gotin. Ji ber ku gelek destan û çîrokên Kurda bi mirin û kuştina evîndararan diqedin. Loma dibin sermijarên dengbêja. Jixwe di kîlera dengbêjî û çîrokbêjîyê bi giştî ev xenginî û xembarî hene. Jixwe em di vê çîrokê de jî, wek gelek çîrok û destanên din, him jêrdestîya jinan him jî dîsa têkçûyîna evînek dibînin.

Em dikarin bêjim em di vê çîrokê de ne tenê Rizgan û Nûrê, di heman demê de Dewrêşê Evdî û Edûle,  Memê Alan û Zînê, Sîyabendê Silîvî û Xecê, Heso û Nazê, Cembelîyê Kurê Mîrê Hekarîyan û Binevşa Narîn,  Genç Xelîl û Hefse Xatûn jî dibînin. Di nav pelên bêsiûdî û bextreşîyan de zexmîya dilê wan, pakîya eşk û evînên wan, hezî û hestê wan jî dibînin…

Kê zane, heye ku rojek bextewarî ber bi welatê me, ber bi evîndarê me jî were…

Kilama Rizgan û Nûrê


Bê de lolo lolo lolo…
Rizgan ez bi qurban nizanim bextê min bû yan talihê te bû?
Me barî berfa nerm e.
Heyrano rûkê erdê kiriye wekê çerm e.
De tu were min porkura Xwedê nerevîne, nebe Şikefta Kulê.
Şikefta Kulê şikeftekî cihê bê warî, cangê kurapê min nêçirvan e.
Sibê zû radibe, pey kêrvûşka digerine.
Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje.
Lo te jî ser da ax…

Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano bê de lolo lolo lolo…
Rizgar go Nûrê, – wa Nûre, were qasekî çoka xwe bide erdê, ezê serê xwe bidim ser çokê ye.
Nûre çoka xwe dide erdê, Rizgan serê xwe dide ser çokê ye.
Kete xewê û xewnê ye.
Ji xewa şêrîn bazda go Nûrê, wa Nûrê, mala bavê lê xerab bûyê!
De rabe minê xewnekî dîtiye.
Ezê xewna xwe bibejim, tu porkura Xwedê xewna min şirove bike ax.
Bê de go; “min dîtibû darekî li derê mala bavê te şîn bûye.
Wê darê du çiqil, her çiqil sêvekî, her sêvê kewekî gozel li ser e,

Minê bala xwe dayê teyrê qereqûşê jor de serê herdû kewa gozel difirîne ax.”
Nûrê go; “Rizgan ez bi qurban, Xwedê xewna te bixêr ke.
Dara derê mala bavê min ji bejna min e, herdû çiqilê pêva bext û mirazê min û te ne.
Herdû sêvê li ser, memikê min in.

Herdû kewê gozel eslê rihê me ne.
Teyrê qereqûçê Qoço’yê kurmamê min ê nêçîrvan e.
Sibê zû radibe, pey kêrvûşka digerîne.
Ax Rizgano ez bi qurban, tu were îzê bîne ser me, min bikuje.
Lo te jî ser da ax.”

Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano… bê de lolo lolo lolo…
Sibe bû, kubara sibê ye.
Nûrê derdikeve ber derê şikeftê ye.
Dinêre Qoço xûya ye jêr de tê ye.
Nûrê diçe pêşiyê Qoço,
 “Qoço ezê bextê te de me, were Rizgar nekuje xortek heyfe, take tenê ye.
Were min porkura Xwedê bikuje, poz û guhê min jê ke, têke cêva xwe de.
Sibê ro nava eşîrê derxe, him te re nav e, lo him namûs e ax.”
Bê de lolo lolo lolo…lolo Rizgano…

 

 

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest

Schreibe einen Kommentar