
Di Sirên Hevokan de Mamostayek
Li Agirî’yê zivistan e. Sar e. Bultenên rewşa hewayê yên rojnameyan, serma Agirî’yê dişibînin wek yên Sîbîrya’yê. Dibistanek li navenda bajêr, li ser rêya Erzeromê. Di sinifek de mamosteyek xama, li ser masa xwe yê li ber pacerê rûniştî ye, namek dixwîne. Name jê re ji dûr hatî ye.
Gava dixwîne, li ser lêvan, carna kenek sivik xuya dibe. Xwendevanên wê meraq dikin. Mamostayê wan ê ku nivîsa her daîm bilez dixwend, gelo ev car çima wiha giran diçû? Mamoste ne tenê giran dixwend, hey dikenîya jî. Ev zarokên piçûk, yên ku li van welatan de zû mezin dibûn, çavên xwe yên hûr kutabûn ser mamosteyên xwe. Hinek paşê mamoste, bi van çavên ku li serin hisîya. Da hişê xwe ku vî eleqeyên xwendavanên xwe, di bersîva namê de bi hevalê xwe bide zanîn. Paşê serê xwe bilid kir ji kaxiz, rastî çavên hûr hat. Çavên xwe ji qîzek piçûk û qemer ku li rêza pêşîn bû, qirpand. Mîna ku pê bide zanîn ku mamoste jî hey cara giran dixwînin. Li ser vî keça piçûk û qemer, berê metel ma. Li doralîya xwe nihêrî. Dît ku belê, mamoste ji wî re çav qirpandî ye. Şa bû. Xwest ku hevalên wê ev bûyer bidîtana. Ji bo pesnê xwe bide, xwe li ber wan qure bike. Lê kes bi çavqirpandina mamoste nehisîya bû. Enîşka xwe li hevalê kêlaka xwe da. Xwarê guhê wê bû got, “tu zanî, mamoste ji min re çav qirpand.” Hevala wê yên ku ev hevok bihîst, belkî ji xwezaya mîrovahîyê be, bi dexesîyek piçûk veciniqî. Bi helwestek bihêrs, bîstek li mamoste nihêrî. Lê mamoste bi wî hêrsê nehisîya. Ji ber ku xwendinê xilas kiribû, ji pacera ber xwe, li derva, heye ku li hêla name jê hatîye dinhêrî.
Li derva berf hebû. Ji sermayê erd, rê û tevahîyê dorhêl qeşa girtibû. Mîrovek, ji bo ku nekeve bin rîşîyên bin serbana, li jêra peyarê dimeşîya. Lê tenê nedimeşîya, hey dişqitî jî. Mamoste zen kir ku wê bişqite bikeve. Gava ku mêrik şiqitî û ket, zena mamoste hê hiş neterikandibû.
Mêrikê ku li erdê ket, ji ber ku çekên qalind li xwe kiribû, zêde neêşîyabû. Tenê dengek têr, mîna tûrek xîz ku li erdê ketibe, derxistibû. Bilez rabû ser xwe. Bi helwestek şermokayî li doralîya xwe nihêrî. Gelo kes ketina wî dîtibû? Dît ku bala kesî li ser nîne. Bi destê xwe, tozên berfê yên li ser çekan de zeliqîye daweşand. Hinek paşê jî bi êşa li ser kemaxa xwe hisîya, rûyê xwe tirş kir. Lê ne xem bû, ya girîng kes ewî nedîti bû.
Lêbelê, mêrikê ku li erdê ketibû du tişt nizanibû: A yekem, di dibastana ku ji ber derbas dibû de mamostek li ber pacerê bû û wî dîtibû. A duyem, mamoste fem nedikir ku mîrov gava dişqitin çima şerm dikin. Lewra şiqitandina li ser qeşayê gellek normal e.
“Mamoste zengil lêda.”
Dibistan dûrê mala wê nebû. Ji wî, peyatî diçû malê. Jixwe ji meşê hez dikir. Gava ku dimeşîya him divehisî him difikirî. Her wiha ray û ramanên wê di hiş de zelal dibûn. Lê bi rastî hê li ser têkilîya raman û meşê jî nesekinî bû. Meraq dikir: Ka gelo ev herd têge hevdû çawa temam dikin? Lê gava dimeşîya, doralîya xwe baştir çavnêrî dikir, li ser wan çavnêrîyên xwe difikirî. Heye ji vê bû di meşê de zelalîya ramanan.
Xwe gîhand ser berjêra artêşxanê. Bi taybetî, di vê demsalê de sûkên bajêr tenha dibûn. Ji wî, zêde rastî kesî nedihat. Jixwe li bajêr, di sermaya zivistanek wiha de kes peyatî nedigerîya. Yên derdiketin an bilez diçûna karên xwe, dikanên xwe, an jî xwe diavîtin qehwayan, waxtê xwe derbas dikirin. Bajarî di sermayên wiha de bi doralîyên xwe re jî eleqeder nedibûn. Ji ber ku bi dorlîyên xwe re eleqeder nedibûn, mesela zarokên feqîr jî neditîtin. Zarokên feqîr, li sûka, di nav bermayên komir yên ku ji xanan hatine avîtin, parçeyên neşewitî digerîyan. Wan parçeyên neşewitî dixistin telîsa, dibirin malên xwe, diavîtin sobeyan, xwe û malbatên xwe li ber germ dikirin. Hê piçûk bûn, zar bûn. Lê mezin bibûn. Berpirsîyarîya halê dinê li ser pişta wan rûniştû. Ji ber ku bermayên komirê kom dikirin, şerm nedikirin. Lewra xêzanî zora şermê dibir. Destê wan ji işkîyê qelişî bûn. Rûyê wan ji sermayê û ji toza komirê reş bibûn. Reşahî li ser çermê wanên qemer rûniştibû. Mamoste fikirî, “her çiqas yên reş bû ye rûyê wan e, lê rûreşî ya dinê ye.”
Ji berjêra artêşxanê peya bibû. Li milê çepê zivirî, berê xwe da lojmanên YSE’ê. Ji ber, otomobîlek derbas bû. Li ser qatên qeşayê çê bibûn. Ji dûr dengê kelbek bihîst. Li ezman nihêrî, jê wetrî ewr jî qerimîne. Pêdernedixist, ka gelo ro çûye ava an na. Tengezar bû. Rokî ji hevalek xwe re peyxamek şandibû: “Her roj jîyanek nû ye, xwezî pêşeroj bêxem bin…” Hevalê wê jî wiha bersîvandibû: “Her roj destpêkek nû ye, xwezî destpêk bêxem bin… Lê niha, lê li vir? Di bajêrek wisa de bû ku hey royê winda dikir. Gellek hevalên wî çûbûn ji vir. Çima çûbûn, çawa çûbun nizanibû. Lê “yên çûbûn li kuder ma bûn, bêrîya kenên wan kiribû.”
“Axx qîza min, tu dîsa meşîyayî ne wisa? Tu nexweş kevî tê bibînî…”
Axx dayîkno…
Di êvara heman rojê de li bajêrek din, mamostayek din ji nêrdewanên ku berjêrî baxçê mala xwe dibe, peya dibû.
Paşê çi bû? Paşê rûpelên pirtûkên ku li şûnewarên kevn de, behsa jin û mêrên kevn dikin, hêdî hêdî zirav bûn. Her çiqas çîrok kevn bin jî, bûyer wisa teze ne, tu dibê qey sedsal teze duh borî ye. Her wiha pirtûk, zemanên berê û yên teze li nav hev dixin, dikin çîrok, tînin me pê dihisînin. Ger ku yê van çîrokên kevn dixwend, ew qeça piçûk û qemerê ku mamostê wê jê re çav qirpandibû bûya, mûhtemel bû ku wê pirsek wiha bipirsîya:
“Mamoste, çîrok çima kevn nabin?”
Axx qîza min, tu zanî we çawa dixapînin, hûn çawa dixapin bi derewên mezinan. Binêr berxvanek, li derekî welat e. Bavê wî, ji ber ku here ber berxa ewî neşandîye dibistanê. Êvar e, tarî ketîye. Li jêra gund, ber berxan e. Guhê wî li dengê sîsirka ne. Xwe li ser çêrê dirêj kirî ye. Ji nişkê ve dibîne ku stêrkek dişqite. Heyecanek pêdigre. Dibe ji dayka xwe bihîstibe, gava stêrk dişqite divê mîrov tiştek daxwaz bike. Heyecana wî jê wî ye. Lê hêrs, bihêrs e jî. Ew ji çî ye gelo? Ew jî ji nezanîyê ye. Nizane ka wê çi daxwaz bike. Difikire bilez, lê nagihîje jida stêrk. Stêrk winda dibe. Berxvan li ber xwe dikeve. Jê wetrî, li pey stêrk xeyal û daxwazên xwe jî winda kirî ye. Ji wî, bihêrs e.
Lêbelê nizane ev derewek e. Lewra berxvanên din, li cîhên din yên welatên din de gelek cara gihîştine leza stêrka, gellek tişta daxwaz kirine. Lê tu daxwazên wan serî negirti ne. Belkî ji vî be, zarokên ku daxwazên wan serî negirtine hê bihêrs in. Belkî heta bi vî derewî nehisin wê bihêrs bin. Û belkî wê qet pê nehisin jî.
Dibe ku ji vî be hê dijîn çîrok. Ji ber ku herkes, bi dram û hêrsa zarên ku daxwazên wan nehatine cîh, bihise.
Lê gelo ev bibû bersîvek ji pirsa qeça piçûk û qemer re? Mamoste, niha ji pacera oda xwe yê xebatê, li barana dibare dinhêre. Divê li benda hevokên dirêj be. Ew hevokên ku wê li bendê be, wê ji rêyên dirêj bi rê kevin, bi baskên xwe yên dirêj ve bifirin, werin, li ser masa wî dirêj bin. Heye ku bersîv bînin bi xwe re.
Tê gotin ku bersîva mamoste, di sirên çîrokan de veşartî ye. Divê hûn bibin lêkerên hevoka, xwe bi nîşanên peyvika bigrin, bikevin nav sûkên çîroka. Her wiha belkî bibin bersîvek pirsên zaroka.
Seregol