Dîkê Sîs

Dîkê Sîs

Apê Elí mîrovekî nav û deng bû, hezkarê wî gelek  bûn, lê ez ne bêjim dijmin dijdarê wî jî gelek bûn. Li  derva ew weku xêrxwez û xazehez  dihat naskirin, wî heywana, dar û bera, axê, av û avdanê gelek hezdikir. Apê Elî di şanzde saĺîya xweda hatibû zewicandin,  wî Besê, Besê jî wî hezkirî bû, heft zarokên wan bibûn; çar qîz û sê kwir.

Apê Elî li derva bona  cîranan, bona heval û hogiran, bona rêwî û bêkesan gelek rind bu, li wê heremê kêm ķes hebûn kû nanê wan nexwarîbûn!

Besê kû vêra Mirunî dihat gotin ji gundê Mirûnê bû, ew di nava salanda di destên Elîda ketibû ax û zarê, hêrsa Elî zu radibû, dema bizinên serê wi belav dibûn, ew sîhgiran diket û deng bilind dibû, çan betanekî rêş bikeve ser çavên wî, wî tu tiştek nedidît. Di wextên wûsada wî him  Mirûnî diqûta û him jî li zarokên xwe dixist, dura poşman dibû, lê poşmanîya wî pere nedikir,  sayê carê Mirûnîyê qwitana xwe dixwar û zarok qirfanîyê diçûn, çend rojan bêdengîyek diket nava mala wan, dura hedî hedî jîyanek nû destpêdikir. Di her şerîda Mirûnîyê bona Elî nifirên mezin dikirin, berkû cîgera wê disûjîya, wê digot:

Elî, Xadê rûyê te rêş bike, tu destên xwe bavê çi û tu çi hezbikî ew wekû rijî û qetranê reş be, roja te ne roj, şeva te ne şev be, tu negehîjî dortira rojê!

Erê Mirunîyê destên xwe vedikirin, berê xwe dida rojê û ew nifirana bona Elîyê zorba bang dikirin!

Li paş her şerî Apê Elî li ber çavên Mirûnîyê wekû marekî rêş dîyardikir, poşmanî, bergerín û sergerîna Apê Elî heta çend rojan pere nedikir, dura Mirûnîyê her tişt bîrdikir û Apê Elîra nûva aşdibû, çibikira, lê Elî bavê zarokên wê bû û ne tenê xirabî rindî û qencîya wî jî gelek hebû.

Dîkekî Apê Elî hebû, dîkê sîs, Apê Elî zef hejî vî dîkî dikir, rastî dîk jî dîk bû, bi alîyê girîyê va ew du katî dîkên din bû, ew wekû berfa sipî sîs bû, di derdora wî da tu dîkekî din nedikarîya nêziki mirîşkan be, wî li wan dida, hildiperikîya ew didan ber qûtan, xwîn û xezal li ser wan dixist, hemû varik û mirîşk yê vî dîkî bûn, bixwezin an nexwezin wî ew digirtin bin xwe û wanda fis dikir, her roj  di wexta berbangêda  Apê Elî derê kozê vedikir, nezîka deh kûlekan dîk û mirîşkên xwe dinêrî, her car zêdetirîn dîke sîs bala wî dikişand û ew bi wî gelek kefxweş û bextîyar dibû,  xurtî û serbilindîya dîke sîs xoşa wî diçû, rojekê dîke sîs li ber çavên wî derketîbû ser pişta varikekê, varika belengaz melis bibû û nezîka deh kûlêkan li erdê ranebibû, dîkê sîs him mezin bû him jî giran, lê dengê wî jî deng bû, dama dixwend; dengê wî heta wî alî çêm diçû û gundîyên wî alî çem bi dengê wî şîyar dibûn. Ji ber van taybetmendîyan Apê Elî wekû rûnîya çavên xwe  xûdanîya dîke sîs dikir, bo wî  hemû mirîşk, varık û dîkên din alîkî, dîkê sîs alîkî bû!

Rojekî rojan, dema ava çem kem bibû Temoyê Kirîv derket hat, bi hatina Temo him Mirûnî, him Apê Elî him jî zarok gelek kêfxweş bûn. Temoyê Kirîv him henekbaz bû him jî dengbêj, dema ew dihat şen û şahî diket nava mala Mirûnîyê, Temo him  kirîv bû, him jî wekû kwirê malê bû. Gelek wext bû kû çem mecal nedabû Temo derbazî vî alî be.

Dema li ser hatina Temora çend roj derbaz bûn, Temo ji Besê pirsî û got:

Xaltîya Besê karekî te, daxwezîyek te heye, ezê bînim cîh?

Xaltîya Mirûnî hinekî sekînî û got:

Temo eger tu dikarî dasê bigir here gûrzek sinc berhevke û bîne, emê bi hevra rojingê pabikin, rojinga me kerr bûye rind dû nakşîne, ewe çend salin derbaz bûn, me rojing pak nekir, wusa bûye tenîya salan ketîye serhev û kerme girtîye, car caran kermeyên tenîyê difilitin û tên xwar, eger devê mencalê girtî nebe, dikeve nava xwerinê, min çend cara xwerin li ser êgir girt û rijand, heta naha wexta Apê te  nebû kû rojingê pabike!

Temo got:

Xaltîya Mirûnî em dikarin bi hevra rojingê pabikin, lê ez naha gûrzek sinc ku bînim, gundê me rojingan bi dîkan padikin.

Mirûnîyê got:

Temo na hêşên te serê tene an tu henekê xwe bi minra dikî, ma rojing çawa bi dîk bête pakirin?

Temo got:

Dema me xwest rojingê pabikin, em dîkekî xûrt û gir digirin û derdikevin ser xênî, yek li jêr di nava malê li ber devê rojingê dimîne, yê ser pişta xênî dîk di rojingêda berdide jêrê, dema dîk jorda tê berdan, perên xwe vedişîne û hildipejike, virda û weda pejikên xwe dave, dîk sê caran li jor di rojingêda tê berdan, dema peyhev dîk sê caran dî rojingeda  tê berdan, rojing padibe, wekû roja ewil padibe, di rojingêda ne kermeyën tenîyê nejî tenî bi xwe dimîne!

Xaltîya Mirûnî fikirî û gotinên Temo ketin serê we, Temoyê belengaz gûrzek sinc naha ji ku bîne?

Mîrûnîyê pirsî:
Temo naha em dîkekî çawa bigirin!

Temo got:

Xaltîya Besê tora masîyan bide min, hinek qût bike tûrê xwe û cû, cû, cû…. bike mirîşkan bikşîne odeyekê ez dîkê herî gir bigirim û herim ser xênî, tu jêr li ber devê rojingê bisekin dema min dîk li jor rojingêda berda tu wî jêr bigir, bermede ku ew bifilite biçe!

Mirûnîye uskirek qût anî û cûûcû kir, hemû varik, dîk û mirîşk li hev kom bûn hatin, Temo di paş wanda derî girt û hûnerik mezin tora masîyan avit ser wan, dîkê sîs, çend varik û mirîşkek  di  bin torêda man, Temo xwe avit ser dîkê sîs û ew girt, Besê got:

Temo dîkekî din bigir, va dîkê Elî ye, tiştek bê serê vî dîka, Elî min bikûje, kirîvatî jî biçe penc pera!

Temo got:

Xaltî berpirsîyarî li ser min, bi kembûna çend pert û pûrtan tu car dîkek nemirîye!

Temo dîkê sîs girt û zu çu ser xênî, Besê jêr ma, wî dîk sê caran di rojingêda berda jêr. Dîkê sîs her car perê xwe veşandin, kir pirpir û can xiraşe hat jêr, hawar û kîkûkî kirina wî ezman qwin kirin, Xadê kiribû Elî û zarok vê rojê dûr çûbûn. Cara dawîyêda dîkê sîs, serî heta binî reşotan hate jêrê, ew reşbibû bibû baxa sêlê, dema dora sisîya dîk di rojingêda hate jêr, Besê xwest wî bigire bide ber çira avê û bişoy! Lê dîk hilperikîya, ji destên Besê filitîya û bazda çû der.

Besê cûcû kir, çikir nekir dîkê sîs şûnda nehat, mırîşkên din zu hatin derdora Besê carek din kom bûn, lê dîkê sîs carek din nehat, durva dîkê sîs; reş wekû qartîpozê şevê dîyar dikir.

Besê Temora got:

Temo eger Elî dîke xwe vî halîda bibînî min jî bikûjî te jî, dema Elî û zarok hatin dengê xwe dermexîn, qala pakirna rojingê meke, Xadê kir zarokan nedî!

Elî vê rojê ji zevîyê dereng hate mal, Dîkê Elî heta derengîya evarê şunda nehat û neket nava kozê. Besê heta şevê derê kozê negirt, berkû dîkê Elî şûnda be.

Dema tam tarî bû dîkê reşotan zivirî hat keti nava kozê. Besê bîhnek kûr girt, we şevê xew neket çavên Besê, destê sibê Besê, bi bê xewîyê nîvxayîzî çû.

Apê Elî wekû her rojê zu rabû ser pîyan, çû derê kozê vekir, hemû mirîşk dîk û varìk li peyhev ji kozê derketin, Elî hevîya dîkê xwe bû, lê dîkê sîs derneket, dîkekî gir yên din derket, rengê wî dîkî wekû baxa selê reşbû, dikê gir weku qerên Çîyayê Rêşko dibirîqîya, revaçûn revaçûna dîkê wî bû, lê dîk sîs nebû, Elî dîkê xwe di ling û tiltilda naskir, lê rengê dîkê wî  gorî bû, temamîya pert û pûrtên dîke wî reş bibûn, weku tenîyê reş bibûn. Elî pozxîn ket û nava heyîrîyêda ma!

Rahmanên tûre bi tûr hatìn serê wî û çûn, xwe bi xwera got:

Nifira Mirûnîyê dîkê min girt û daxwezîya wê cîh hat, dîkê min reş bû, naha dora min te!

Roj teze hildihat, Elî berê xwe da rojê, destên xwe vekirin û got:

Ya Heq, tuî kû tu, min bibexşîn, min heta îro neheqîyên mezin kirin, min Besê qûta, min zarok qûtan, dema hers dihatim dîn dibûm, min nedizanîya ez çi dikim, min bibexşîn, min bona xatirê Besê û zarokên min bibexşin, edî tu car destên min bo wan ranabe, edî tu car dengê min dijî wan bilind nabe, ezê hemû daxwezîyên Besê cîh bînim û tu car kêşayekê bo wan dernexînim!

Wê rojê şunda Elîyek çu, Elîyekî din hat, bi gorína Elî, Besê jî ma nava heyîrîyêda, kefa zarokan her roj xweştir bû, çend rojên din şunda Kirîv Temo derbazî wî alî çem bû û ew kefsaz zivirî mala xwe.

Dengê girtina nifira Mirûnîyê zu belav bû, edî ne tenê malxoyê wê Elî, cîranên wê jî li ber wê bejna xwe ditewandin.
Ji bo wan Besê edî jinek nûranî bû!

Wê rojê şunda Besê û malbenda wê jîyana xwe di nava aşitî û aramîyêda borandin, bawerkin Mirûnî pişta Elî jî sîyarbûya, Elî dengê xwe dernexistîbûya, lê Mirûnîyê tu car tiştekî wusa nekir, ew xatûnek rahman pak bû!

Ji Tûrê Çîrokan


Nivîs