Dîsa Orhan Kotan
Ne hêsane meriv bibe berçevka însana, derîyan veke ji tengdaran re, ronahîyan berişîne ser rêyên wan, dîwara dayne, gumanan vejîne, dil û hêvîyan her tim sax û silamet bihêle. Ne hêsane gîhandina sîha dilê Ohan Kotan. Ew ne tenê nivîskar û helbestvan e, ne tenê şoreşger û sîyazetmedar e, ew hêz e, hêrs e, tevz e, kûrahî û ronahîya axên qemer e.
Di nav hevok, riste û peyamên Orhan Kotan de xwendakar her daîm wekî ku bixwe jî gotibe, bi şanazî û serblindî li Dunyayê dinhêre. Ger dibe cotkar li zevîyan dikeve, geh dibe karker makîneyan kevn dike, ked xerc dike, geh jî dibe mavzer li nîşana dibare, sor dibe, sar dibe lê her war digre, çok datîne, nahewe.
Ev riheke zexm e ku divê meriv pê bihise. Ev riha xwe bi zelalî di pirtûka wî ya yekta a helbestî ku bi Tirkî bi navê “Gururla Bakıyorum Dunyaya” weşîya ye de dide der. Ev pirtûka navdar ku waxtê weşîyabû bandoreke mezin çêkiribû, îro wergerîyaye ser Kurdî.
Berhema helbestan a helbestvan û şoreşgerê navdar Orhan Kotan a bi navê „Bi Serbilindî Li Cîhanê Dinêrim“, piştî salan bi çapa xwe ya duyem û bi naverokeke dewlemendtir gihîşt ber destê xwendevanan. Ev pirtûk ji hêla hevalê wî yê nêzîk Bedirhan Epözdemir ve hatîye wergerandin.
Çapa yekem a vê berhemê di sala 2003an de hatibû weşandin, lê ji ber şert û mercan belavbûneke berfireh bi dest nexistibû. Birêz Bedirhan Epözdemir, bi çapa duyem re ev valahî dagirt û nusxeyên îmzekirî yên vê berhemê ji bo malbata Orhan Kotan (jina wî, birayê wî û keça wî Dîlan) şand.
Di çapa duyem de çi heye?
Bedirhan Epözdemir di vê çapa nû de gelek belge û nivîsên dîrokî li pirtûkê zêde kirine:
- Pêşgotineke nû ya wergêr.
- Axaftina Bedirhan Epözdemir a di merasîma cenazeyê Orhan Kotan de.
- Hevpeyvîna Mehmet Uzun a bi Orhan Kotan re
- Pêşgotina Orhan Kotan a ji bo pirtûka xwe ya dawî „Sancı“ (Êş).
Nasnameya pirtûkê
Pirtûk ji hêla weşanxaneya Ajans J&J ve hatîye çapkirin û ji 105 rûpelan pêk tê. Xwendevanên ku dixwazin vê berhema klasîk a bi zimanê Kurdî bixwînin, dikarin ji malpera weşanxaneyê ajansjj peyda bikin.
Çavkanî: Rûpela nû
Seregol Seregol
