
Dîwana Dengbêjan û Govend
Di 6ê Gulanê de li Stenbolê di Navenda Çandê ya Bariş Manço de bi organîzasyona SEYMEyê dîwanek ji denhbêjan saz bû. Di dîwanê de dengbêjên baş yên wek Sebrî Agirî, Mehemedê Beyro, Mehemedê Serhedî, Dengbêj Xalîde û Evîn Sindî cîh hildan.
Dengbêjan, bi dîwanbirîya Sebrî Agirî ve bi piranî kilamên sereke yên evînî pêşkeşî guhdarên xwe kirin. Her yek ji wan gava ku dor hate wan bi dengên xwe yên baş û bi hunerên xwe yên serketî ve kilamên papûler yên evînîyê li ser dilên guhdaran de reşandin.
Wek tê zanîn Navenda Çandê ya Bariş Manço li Kadıköy e. Kadıköy, her çiqas wek navendek dînamîkên çepgeran tê xûyan jî, tê zanîn ku di heman demê de welatê tamara nijadperestîya “çep”an e jî. Jixwe Navenda Çandê ya Bariş Manço jî bi zêdeyî çalakî û orgazîsazyonên ku ji vê bayê tên re derî û perdeyên xwe vedike ye.
Lê ev cara yekemîne ji programek ku xwerû bi Kurdî ye re mazûvanîyê kirîye. Ev ji bo rêvebirên wan pêşketinek baş û rûdanek balkêş e. Di vê rûdanê de bêguman para Şaredarê Kadıköy mezin e. Navenda Çandê ya Bariş Manço sazûmanek ji sazûmanên Şarederîya Kadıköy e. Şaredar, Şerdil Dara Odabaşi sîyasetmedarek ji partîya CHPê ye û camêrek ji Siwêregê ye. Şaredar Kurdek mîna Odabaşi nebûya derî û perdeyên wê navendê ji çalakîyek Kurdî re zor vedibûya. Heye ku emê di pêşerojan de jî aktîvîteyên kulturî û hunerî yên kom û hunermendên Kurd di vê sehneyê de bibînin. Ji bo vê divê hunerhezên Kurd teqîpkirina vê navendê jî hildin programa xwe û pêşkeşîyên berhemên hunermedên Kurd bêxweyî û bêbîner nehêlin.
Lê kêmasîyek di programê de hebû ku motîvasyona sereke ya vê nivîsê ye. Wekî ku me li jor jî behs kir, dengbêjan kilamên sereke, bi zêdeyî yên evînîyê bi serketî pêşkeşî guhdarên xwe kirin. Lê di dawîya bernameyê de dengbêj yekcar dest bi kilamên govenda kirin û hewaya salonê bi carekî ser û binê hev bû. Serbarî ser ji salonê hinek guhdar rabûn govend gerandin. Çend xortên ji komek piçûk rabûne ber sehnê, pişta xwe dan dîwanê, komek jî li kêleka salonê di cîhê teng ya palgehan de qaşo govend gerandin. Di serî de nivîsarê vê nivîsê û gelek kesên din ji bîneran şaş û metelman. Dîwana dengbêjan ji nişkive reng guhartibû û bibû sazbendên dewata.
Ev guhartina hewaya salonê, qedr û giranîya dîwanê sivik kir û bêqayîde û bêûsûlîyek ku ne para çand û dîroka dîwanên dengbêjan e peyda kir. Ji bo ku rewş li ber çavê xwendevan zelal bibe meriv dikare mesela ji qonserek muzîka qlasîk mînak bide. Xwendevan dikare konçertoya Çar Demsal ya Vîvaldî yan jî Dewata Fîgaro ya Mozart bîne ber çavê xwe. Çawa ku qonserek muzîka qlasîk de piştî pêşkeşkirina Çar Demsal yan jî Dewata Fîgaro def û zirne nikare were lêdan, tango û zamba nikare were leyistin, her wiha di pêşkeşîya kilamên wek Dêran, Miho û Gula Ber Qefayê de kilamên ritmîk yên dewata nayê gotin û govend nayê gerandin.
Di vê kêmasî û qusûrê de qasî bernamenûsên dîwanê ez dixwazim bal bikşînim ser bîneran jî. Ji ber ku di vê bêqayîdetîyê de para bîneran jî heye. Divê bîner jî bizanibe ku hetîye kêderê û guhê xwe dide çi. Bi zanistî li çand û hunera dengbêjîyê xwedî derkeve. Her wiha divê bîner qebûl neke ku di konserek dengbêjîyê de kilam û awazên dewata were lêdan û li ber dîwanek şevbiburk de govend were gerandin.
Wisa nebe, wekî tiştên din ev hunera Kurdî ya neteweyî ku di van salên axirîyên de ji nû ve vedije dê dejenere û pûç bibe.
Gotinên Kurmanca yên xwe hene: Rast e “keledoş xweş e bi sîr û pîvaza.” Sîr û pîvaz bi şirînayî nayê xwerin.
Nivîs
- Xwera Kêfkir Yê Qêrî
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext
- Mersîyeya Teyrekî
- Ey Dîlberê
- Dengbêja Gelêrî Fatima Îsa
- Çîyayê Şengalê
- Destpêk
- Metê Kê ye?
- Seîdê Îbo
- Zivistan e
- Behlûlê Dîn
- Nêrîna Melayê Cizîrî Li Wehdetu’l-Wicûd
- Çend Şîrovekirin
- Kê Zane
- Gozel
- Tacê Serê Zivistanê
- Di Kîjan Demsalê de Miribûm
- Berîya Dorpêçîya Teknolojîyê Leyîstikin Zarokan
- Hîsên Ji Berfê Tên û Dîmenên Serhedê
- Hunermenda Pirreng: Tara Mamedova
- Çîroka Kilama “Dunyayê”
- Derhêner a Fransî: Dinya ji Kurda re deyndar e.
- Qotikên Cixarê
- Di Şikefta Kulê de Du Evîndar
- Prometheûsa Rojhilatê: Kawa
- Kincên Jinan
- Dayîka Kemanê
- Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan
- Xezala Mendol Axa û Sosyolojîya Eşîrtîyê
- Xwarin û Xurek
- Serpêhatîyên Stranên Kurdî
- 10 Wênesaz 10 Tablo
- Ez Çermesorikim û Tênagîhim
- Şahbanûya Kurda Jinemîra Balerîna: Leyla Bedirxan
- Edebîyat Bi Kurdî Xweş e
- XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ
- Nuroyê Meter