Seregola Intabê
Du Qaqilbazan per weşandin

Du Qaqilbazan per weşandin
Du qaqilbazan per veşandin
Yêk mê bû
Yêk nêr
Sîs û reş
Gewr û beş
Masî ji behrê kişandin
Berê xwe dan Sîpan
Yek ji bo Xecê
Yek ji bi Sîabend
Du qaqilbazan per veşandin
Deng bilind
Qîşt û qîşt
Yêk pêş bu
Yêk paş
Yêk jor bû
Yêk jêr
Berê xwe dan rojê
Çun Rojhilat
Du qaqilbazan per veşandin
Şopat
Xwe berdan
Dadan û rabûna wan yek bû
Du dilop av hilgirtin
Berê xwe dan Rojava
Azad firdan û bûn hevî
Du qaqilbazan per veşandin
Bilind bûn
Welat girtin bin sîha xwe
Bûn star
Ji Sîpanê belavbû
Adagio Spartakus
Kerr quh bûn
Lal hatin zman
Deng bilind bi hevra gotin
Tu her bijî Kurdistan
Ji Deftera min