
Edebîyat Bi Kurdî Xweş e
Ziman zelalîya meriv, berdevkê delalîya dil û nêrînê, nîşana serpêhatîya hiş û aqil e. Ziman pergala li ser xwe mayînê ye, xwe zanîn e, hebûn e, herdem ji nû ve vejîn e, rêwîtîya ber bi pêşerojê ye. Yek ji fîlozofên Serdema Antîk Protogoras, ziman wek şertê yekem ya têgîhandinê dibîne. “Tiştê tu nikaribî bêjî, tune ye.” Tiştê ku meriv bikaribe bêje, gotina ku xwe gîhandiye însan ancax dikaribe hebe. Jixwe rastî û jîyan jî di wê heyînîyê de veşartî ye.
Îkon, Yezdan û her tim rengê bawerîyan bi kelamên qedîm hebûne û dîsa bi gotin û gazîyên pîroz ve xwe gîhandine roja îro. Kelam xwe radigîhîne hevokên zimana, tê de belav dibe û dikişe nav dil û hişê meriva. Li wir cîh dibîne, bêhn hildide û bi rê dikeve. Ew rêye ku yekem car bi dengê dayîkan ve dibe nav û nasnameya me, dibe deng û zimanê me, tê dikeve guhê me.
Melûm e, hingî şarezayîya beşerîyetê mezin û giran dibe ziman jî xwe teze dike, diguhure, vedije, gurr dibe. Ziman hingî bikar were ewqas pêşta diçe, kûr û dewlemend dibe, peyvok û hevokan li ser hev dide.
Yek ji pergal û sedemê pêşveçûyîna ziman, xwendin û nivîsandin e, belê, lê ya herî bi tem û lezet bêguman edebîyat e. Mixabin em di vê mijarê de gelek paşve mane. Gorî ziman û berhemên xwe yên miletan, Kurdî di gelek heleqên teng de maye, derbe hildaye, ketîya bin erîşên asîmîlasyonê, lê berxwe daye, nehelîyaye, netemirîye. Sedemên rewşê gelekin, lê wek tê zanîn di bingehê de polîtîk e. Ji ber vê Kurdî bi dem û zemanên dirêj tenê di karûbarên rojane de bikarhatîye. Kurd bi Kurdî perwerde nebûne, nexwendine, nenivîsîne. Her wiha bi Kurdî ne berhemên zanîstî ne jî yên edebî û wêjeyî xwe nedane der.
Lê îro ne wek berê ye. Belê problem û astengîyên li ser, çareser nebûne, rast e. Lê êdî Kurdî bi xwe ve tê. Ji ber ku berhemên nivîskî, bi taybetî yên wêjeyî ku bi Kurdî diweşin hingî diçin zêde dibin. Kurdî êdî ne tenê bi kilamên dengbêja heye, di heman demê de sitranên modern, helbest, çîrok û roman jî pê dibin. Nivîskar û helbestvan, hunermend û bestekarên Kurd êdî berhemên xwe bi Kurdî diafirînin. Bi zimanê hezkirîyên xwe, berhemên xwe pêşkeşî miletê xwe dikin. Ev çalakîyên întellektuel dibe, bibe mijara nivîsek û bikeve bin merceka xwendevanên Seregola Intabê, heye ku di rojên pêş de be. Lê em di vê nivîsê de li ser wergera klasîkên Ûris û Dinyayê disenin.
Em êdî roman û berhemên edebî yên Dinyayê bi Kurdî dixwînin. Ji Gorkî bigrin heta Kafka, Ji Kundera heta Pûşkîn, Tolstoy, Dostoyevskî, Steînbeck, Shakespeare û Homeros werdigrine Kurdî û pêşkeşî eleqeya xwendekarên xwe dibin.
Wek me di sernivîs de jî bal kişandîye, çîroka Raskalnîkov bi Kurdî xweş e, ya Lennîe yê reben, Şivanê Piçûk û Makar Çudra jî… lê ya herî xweş Parîs û Helen e, Îlyada bi Kurdî xwdş e….
Wek çend mînakên li jêrê ku me bi we daye nasîn, em bi serpêhatîyên qehremanên nivîskarê mezin bi Kurdî dihisin.
1–Keçika Parsek Makar Çudra- Maksîm Gorkî
Werger: Emîn Gurban, Evrensel, Stenbol
2-Nezanîn- Mîlan Kundera
Werger: Ibrahim Seydo Aydoğan, Rana û Sara Anter, Musa Ekici, Rûpel, Stenbol
3-Çîroka Mesîgir û Mesîya Mezin- A.S.Pûşkîn
Werger: Celîlê Celîl, Înstîtûya Kurdzanîyê, Wîen
4- Çîrokên Andersen – H.C Andersen
Werger: Nesrîn Rojkan, Morî, Stenbol
5- Keleh- Franz Kafka
Werger: Fatîh Aydin, Avesta, Stenbol
6- Îlyada- Homeros
Werger: Fecrî Polat, Kamuran Demîr, Heyamola, Stenbol
7- Merivên Reben- Fyodor Dostoyevskî
Werger: Hesenê Metê, Welat, Stenbol
8- Mişk û Meriv- John Steînbeck
Werger: Xalis Xerzan, Lîs, Dîyarbekir
9- Sûç û Ceza- Fyodor Dostoyevskî
Werger: Medeni Öğüt, Nûbihar, Stenbol
10- Xewna Şeveke Havînê, Hemû Soneyên Wîllîam Shakespeare- Wîllîam Shakespeare
Werger: Kawa Nemir, Lîs, Dîyarbekir
Seregol