XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ

Enverê Kerem Nadîrov
XWERA KÊFKIR YÊ QÊRÎ

Sîpka bûne du bira
Hev dane bar kevira,
Gurkujê Mamoya Rostoye
Postojî yê Qadira
Koçerê papax quloz
Surgunyê bûne kolxoz.
Gotin: kî bibe sedir, emê
Jêra bêjin: “Kerê boz.”
Rosto zû got-bê fikir:
– Bila ez bibime sedir.
Bila minra bêjin: Kerê boz
Bê şerm ji gişka bir.
Rostoyê wan bû bizot
Gel kire kamê ajot.
Emekê wanî helal-zelal
Da ruşet, der-dera firot.
Qadiryê jê nerazî
Her dera kirine gazî
Erze ku dan nebû tiştekî
Lap dîtin belengazî….
Ser hev erze hilşandin
Moskova jî pê hesandin.
Vê carê Posto bû “Kerê boz”
Lap pirtik hev frandin.
Meydana şêr bû kolxoz
“Xwezil bibme “Kerê boz”
Ne sedir”-got Posto poşman bû
Revî nolî ça gest-moz.
Dîsa stiran kilamê berê
Bêzarin ji “sîyarê kerê”
Berdane Rosto Posto danîn
Berdane Posto Rosto danîn…
Didine hev zeherê.
Hespê xame xweserin
“Sîyarê kera syar kirin
Yek hot dibe, yê din syar dibe.
Lema hela hê wirin.
Merkez, serok bêzarin
Lêya êrza nikarin.
Mletekî başqe anîn danîn
Gotne: “bese hevwerin!
Rosto Posto hev nhêrîn
Qe hêrs hilnedan gêrî
Poşman gotine hev: “Te kir” “Te kir‘
Xwera kêfkir yekî qêrî.”
Hev werên? Qe kurd hev tê
Hevhatin çû qîyametê
Sovîet Gêrmanya jî hev hatin
Dengê Rosto Posto hê tê…
1946

Share on facebook
Share on twitter
Share on whatsapp
Share on pinterest

Schreibe einen Kommentar