Ê de hêêêê, de bavo Qendîla şewitî dinêrim çem e ha bi çem e,
Ezê Kazma kavil dinêrim çem e ha bi çem e,
Eskerê Hemîdiyê heft alayê ye,
Kurê Mûsa Begê Xwêytî* pêşiyê tê ye, li min li min,
Evdilmecîd li kura Salimdaxê sê denga kire gazî,
Go lawo dewletî here ser dewletê,
Were karê te hêsîrê Êzdîxanê tune ne,
Hê de divê tu xwarziyê Êzîdiya yî, xîreta Êzîdiya dikişînî,
Ez ê lêxim heta pêşiya hêsîrê Êzdîxanê derkeve welatî Ecem e, li min,
Ax helan, lo bavo helan e, xweş helan e,
Qirçîna gulan e, girmîna topan e, fena çem diçe xwîna mêran e,
Cinyazê sekinîne li ser cinyazan e,
Salix didin divên dîsa sebebê vî şerî kafirê du Gêncan e, li min.
Ê de hêêêê, de bavo Qendîla şewitî dinêrim giyayê zer e,
Ez ê Qendîla wêran dinêhêrim giyayê wê zer e,
Eskerê Hemîdiyê heft alayê ye,
Kurê Mûsa Begê Xwêytî xo xo pêşiya seresker e,
Evdilmecîd li kura Salimdaxê sê denga kire gazî,
Go lawo dewletî here ser dewletê,
Were karê te hêsîrê Êzdîxanê tune ne,
Hê de divê tu xwarziyê Êzîdiya yî, xîreta Êzîdiya dikişînî,
Ez ê lêxim vê sibê tu eskerê xwe wa werine ser e, li min,
Ax helan, bavo helan e, xweş helan e,
Qirçîna gulan e, girmîna topan e, fena çem diçe xwîna mêran e,
Cinyaze sekinîne li ser cinyazan e,
Eva şerê tîva hezar û nehsed û çardan e,
Salix didin divên dîsa sebebê vî şerî kafirê du Gêncan e, li min.
Ê de hêêêê, axawo wezê Tendureka kavil dinihêrim, giya şîn e,
Ez ê Tendureka wêran dinihêrim, giya şîn e,
De vê sibê şeveqê peyakê hewarîkê jêr va tîne,
Divê rabin bikin bilezînin,
Kurê Mûsa Begê Xwêytî heft alayê esker hildaye,
De sond xwariye îşev êvar da wê koka heşt gundê Êzîdiya rûbarê dinê biqelîne, li min,
De helan, lo bavo helan e, xweş helan e,
Qirçîna gulan e, girmîna topan e, fena çem diçe xwîna mêran e,
Cinyaze sekinîne li ser cinyazan e,
Eva şerê tîva hezar û nehsed û çarda ne,
Salix didin divên sebebê vî şerî dîsa kafirê du Gencan e, li min.
Gelêrî
Çavkanî: Arşîva Radyoya Rewanê
————————————————–
* Serokê eşîra Motkan e. Di salên 1915 û 1916 an de bûye serfermandarê hêzên Hemîdîye ye. Tê gotin ku bi Mistefa Kemal Paşa re dijî artêşa Rûssan, li deşta Mûş û Bilîsê, şer kiriye.