Seregola Intabê

Ey Hemrazé
Xerîbim di bajarek de. Te ewé qet nedîtî ye, lingé te li sûkén wé neketî ye. Di oda mala xwe me. Mala min li taxek bedew e. Devdorén xwe darén émîş, qulîlîk û héşînahî hene. Li ser masa xwe é xebaté me. Ji te re dinvîsim. Gava ku dinvîsim, dikevin bin bandora hîsén min tilîyén min, guh nadine aqli min, paşling dikin fikré min.
Ji derva dengé qelebalixa bajér té. Zarokek gazî hevalé xwe dike, dilketî digerin li parqé, dergîstîyek diponije di meşek piçûk de.
Dixwazim te bi giştî binvîsin: Çav û kenén te, révaçûyîna te, seré piçîyén te yé ku min dest dané, porén te yé ku xwezîya destdané didin min, ez’é ku li pésîra te ketime, bejnûbala te… Şabûnén bihéz yén hîsén ku li ser texté xwe nasenin, dixwazin bé qedexayî xwe berdin nav rézén kelîmeyan, ji bo te…
Mala min li ser papûra bajér e. Pacera oda min kesén ku li ser digerin dibîne. Ji boyé hey çavé min dişqite derva. Li kesén ku tén û diçin dinihérim.
Te nivîsin, çûyînek e, gîhîştina diwalek e; di diwalek ku tégîhandina her tiştî mimkûn be de, étîm mayîn e. Te nivîsîn ténegîhandin e. Neqedandina tégîhandiné ye. Tu zanî çiqas zor e, girtina kelîmeyén ku li ser lév civîyane? Ji girtina wan jî pé ve, tu zanî ne hésan e, paş ve şandina wan, ber bi qunciké tarî yé méjî yé. Ké bizanibe, wé édî kîngé, ji bo ké bixwazin derén?..
Kalek dimeşe hédî hédi. Pîrek li cem e. Pişta kalé xahr bû ye, por spî û weşyayî, gav piçûk bûme. Dimeşe, gava ku dimeşe li ber xwe dinhére. Ez dibém li cîhek din e, héşé wî li cem pîré nîne. Xwar e, kal e, lé bi meş e.
Ji te re nivîsîn, réwîtîyek bicoş e, li ser pişta hespek seglawî de, çûyîna welatek bedew e. Lé di wî réwîtîyé de, zanebûna neyînîya biharé, nexwastina gotina kilamek e.
Pîrek dimeşe hédî hédî li cem kalé. Kalé xwar e, heye ku poşman û bireman e. Pîré rast e, ji çi be hé jîr e, por biboyax e. Li cem kalé dimeşe. Ji bo ku gavén kalé piçûkén, ew jî gavén xwe piçûk dihéle. Kalé diréj e, gir e. Pîré kin e, hûr e. Ji jér ve li kalé dinhére, kifşe ye ku bextewar e. Lé ji çi be nizam, kalé li wé nanhére ji jor ve.
Ji te re nivîsîn xem e, payîz e. Xerîbîyek bibela ya Yezdané Mezin e. Ji te re nivîsîn sekne, di cîhé xwe de mayîn e, asébûn e.
Kalé, tené li ber xwe dinhér e. Pîré dixwaze bala wî bikşîne. Jé re béje, “te xér e, em édî kal û pîrén.”
Li çavén te nérîn, “di bîrek bébinî de, di stérkek ku dişqite de, ji darikek kibrîté ku ketîye nav pélek herî tenya ya okyanûsek de,”* xwe ji bîrkirin e.
Kalé, mîna ku dixwaze jé bireve. Xwar be jî édî bedena wî, xwedîyé gavén piçûk be jî, dixwaze édî serkeve, jé xilas be.
Pîré serketî ye. Hindik pé de neketî ye ku xortanîya kalé îro bi dest bixe. Jé heskiribû, xwestibû û serketibû. Lé kalé? Xûya ye ku ew jî poşmané şahîya kéfa şevek xelet bû.
Kalek û pîrek, poşman û bextewar, dimeşin diçin bi gavén piçûk, ji ber çavén min winda dibin.
Li ser wan difikirim. Li ser yén wek wan: Yén ji hev heznakin çima li cem hevin? Yén ji hev hezdikin çima dûré hevin, hesreta hev dikşînin, ji bo hev dişewitin? Û yén ku nehatine hezkirin, çima dibin asteng, ji hezîyan re? Nizanim.
Desté te girtin, destlédana biqîmetir ya xezînek diné ye. Desté te girtin, bi xwîna ku di nav tamaré min de digerin, diçin xwe li navenda qelbé min didin û ji tim bedena min dikişin, hisandin e. Desté te girtin vejîna çermé min e. Ew çermé ku bé hevaltîya desté te, dibin axén béav, dibin zevîyén ku nayén şov kirin, nayén avîtin, dibin welatén ku tén terikandin e. Her wiha, desté te girtin, şandina pélén daxwazîyén herî dilovan û bedew, herî paqiş û xweşik û ji dil û can yén diné ye. Desté te girtin, péhisayîya jîyana min, hewildana rawestandina zeman, amadekarîya li ber miriné ye.
Kevokek té li ber paceré datîne. Spî û bedew e. Di linga de namek heye, wek qaydé beré ye. Xûya ye ku kevokek peyxamdar e, ji zemané beré hatî ye. Nikilé xwe li camé naxé, naxwande, deng nade, tené disene, ewqas.
Te nivîsîn ténegîhandin e, di xewna de xem dîtine, di dewûdozek béhempa de tékçûyîn e, hebe ku poşmanî ye.
Paceré vedikim, hildidim desté xwe, jé hez dikim, pé şadibim. Peyxama bi linga ve girédayî vedikim, hildidim. Paşé berdidim, azad dikim. Difire diçe, di avgonîya ezman de winda dibe.
Te nivîsîn, her çékirina hevokén neyînî ye. Serhevdayîna “naxér”a ye. Parvenekirina îskanek çay, nekerîkirina sévek e. Bi hev re nemeşandin, li çola, der û berîya negerandin e. Bi te re li devé çemé Mûradé nemayîn e. Li ser bircén Qela Wané, li çûyîna ava ya royé nenihérandin e. Li réya neketandin yan jî nekefşkirin e. Te nivîsîn, piştî nîvrokî, di delavé Girava Axtamaré de, lingén me di nav ava hénik ya Gola Wané de ji bo çîrokén eşké yé xemgîn û evîndarén gune re berxweneketin e.
Kevok ji Sîpan té, ji Sîpana Xelaté. Peyxam ji desté Zîn’é ye, Zîna narîn ya Memé Alan e. Ji min re heye du peyv û gotin e:
“Ey hemser û hemnişîn û hemraz
Herçendî bi sotiné wekî min”
Emma ne bi gotinê wekî min
Ger şibhete min te ji bi gota
De min bi xwe dil qewî ne sohta” **
Lé dizanim, nenivîsandin jî qulincek e. Hîsek binelet ya tékçûyînek xerîb e. Li ser qefesa singé xwe de, yan jî di hunduré wé de komkirina janek giran e. Di tim demsalan de, bi wî jané re mayîn e. Ji wî jî péştatir, rengé demsala jibîrkirin e. Hévîyé ji biharé birîn e.
“Derdé min û te ji yek bi ferq e
Ew ferqa ji xerbe ta bi şerq e”
Dîsa jî ezé “kilamén nû yén ku ji pişt çîyayén dûr hatine û kulîlkén nû bidime te,” bes derîyén te vekirî bin; ji ewrén zelal, ji zarén ku ber çîrokan mezin bûne û ji min re…
Ji ber ku “divé yén kilamin nû anîbin” hebin ji te re, divé tu wan bibînî. Her li devdorén xwe binhére, li desté “zarén ku dizanin bikenin,” binhérî…
“Meşriq tu yî, agiré te zahîrsen
Mexrîb ez û batiné min agir”
Lé hozanén hemdem, sozén rojén bedew didin di destén zarén me de. Zarén me yén ku gellek kişandin ji desté dilan. Gellek poşmanîyan dîtin li ser sûretan, gellek keder… Di bin sîhén çavén bextewarîyén erzan de, gellek reşahî dîtin, li ber xwe ketin.
“Daîm di sojit me rişteye can”
Ey hevala ku édî ne li cem min e, ev e sedema reqsén pénûsa min, é li ser rûpelén spî ye. Madem her daîm dişewite tamarén cané me ye. Ji wî ye mayîna miné li dervayé diné ye. Lé guhé min, hé di niqutén mizginîya ne. Guh li dengén derva, çav li réya û berbanga ne. Heye ku îhtîmal e, gihîştin biderfet e.
Wé roj were, pé re bayé hénik werin. Wé zar werin, pé re té werî. Te dibînim, “ey hemser û hemnişîn û hemrazé…”
*Ahmed Arif
**Jégirtin ji Destana Mem û Zîn:
Ey hemser û hemnişîn û hemraz (ey heval, hevala yekem a siré)
Herçendî bi sohtine wekî min (her çiqas ji awayé şewitîné wek min î)
Emma ne bi gotinê wekî min (lé ji awayé xeberdané ne wek min î)
Ger şibhete min te ji bi gota (eger te jî wek min xeberda)
De min bi xwe dil qewî ne sohta (dilé min zéde nedişewitî))
Derdê min û te ji yek bi ferqe (derdé min û te bi yek ferq e)
Ew ferqe ji xerbe ta bi şerqe (ew ferq ji rojhilaté ta rojavayé ye)
Meşriq tu yî,agirê te zahirsen (rojhilat tu yî, agiré te rûçik de ye)
Mexrib ez û batinê min agir (rojava jî ezém, hunduré min agir e)
Daîm di sojit me rişteye can (her daîm dişewite tamara cané me)
Nivîs
- Li Parîsê Cilên Kurdî Pêşkeş Bûn
- Ximximê Torîvanê
- Lavaya Zerdûşt Ji Ahura Mazda Re
- Nehênîya 12yan: Tesadûf Yan Lihevanîn?
- Jîna Emînî Tê Ser Perdeya Spî
- Fenomenê Govenda Sofî Omer
- Hirî Ji Me Diçe
- Barkêşîya Zemanê Berê
- Sê Stran Du Ziman
- Ferhanga Bijîşkî ya Kurdî Derket
- Pêşeng Elî Xelata Zêrîn Hilda
- Li Benda Hovan
- Dev Ji Kurdî Berdide
- Bênav, Bênîşan: Navnîşan
- Ji Melayê Batê Çi Ma
- Sed Pîrtûkên Sedsalê
- Sebra Derdê Bindestan: Feqîyê Teyran
- Xaltî – Ûrartû: “Efendiyên Welatê Jor”
- Keledoşa Herî Xweş
- Mîr, Wezîr û Cotkar
- Sone Ji Matilde re
- Klama Dilê Zara
- Xezeba Qertewînê
- Du Qaqilbazan per weşandin
- Di Çanda Kurdî de Rûpelek Nû: Operaya Mem û Zîn
- Festîvala Fîlman a Stenbolê Qedîya
- Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
- Pînokyo
- Şeklemên Eydê
- Ji Sopranoya Kurd “Hoy Nergiz”
- Çarşema Sor: Rêzgirtina Hêza Xweda
- Yezdanên Mezopotamyayê
- Pirtûkxaneya Sêwî
- Bihar Mêvan e
- Govend
- Yılmaz Güney li Stenbolê Hat Bîranîn
- KEÇA KUMSOR
- Bajar
- Xelatên Oscara 95. Gihîştin Xwedîyê Xwe
- Bi Kurdî Pirtûkên Dijîtal Amade Dibin
- 41 Destanên Kurdî
- Şîroveyek Li Ser Felsefeya Friedrich W. Nietzsche
- Kurd û Dengbêjî
- Çîroka Derew û Rastîyê
- BA
- Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan
- Seyadê Şamê: Alîyek Rihê Zulfînazê
- 100 Fîlmên Herî Serketî
- Kilamên Ser Kulava: Rastî û Şaşîyên Dengbêja
- Serxwebûna Mirîşkan
- Gotinên Pêşiyan
- Şivanê Piçûk
- Rabe
- Keremê Kor
- Hesreta Mîrat Mayî
- Zîl/ Zîlan û Zelanî kî ne?
- Girtî
- Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar
- Dengbêj û Hunermend
- Navdarên Seregolê
- Teyrê Sîmûrg
- Evîna Bextewar Tune ye
- Ber Delavê Jibîrbûnê de Şaîrek: Cerdoyê Esed
- Di Sempozyûma Kurd Kavê de Ziman û Zext
- Toza Keleska Eliko
- Dîwana Dengbêjan û Govend
- Hevparîyên Kelamên Qedîm
- Baran Li Moskovayê
- Şûrê Destê Hesen û Koma Wetan
- Şêx Evdirehmanê Axtepî
- Şer û Jin
- Zerîyê
- Hîle
- Evdilmecît
- Kilam û Evîn
- Bazirganê Venedîkê
- Agirî
- Siwar Hatin Ji Zozanan
- Ka Em Bavên Ber Aqil
- Nivîs Mîna Vejînê: Mehmet Uzun
- Operayek Tenê
- Li Moskovê Festîvala Fîlmên Kurdî
- Bûkê Tune Zar Ziman,
- Dîlbera Qeşeng
- Poşmanîya Çivîkek
- Keremê Seyad Koça Dawî Kir
- “Banga Jîyanê”: Lamara Mîrangî
- Ez Şa Me
- Lêgerîn
- Bextîyar û Bêbext